HevpeyvînNûçeSlide

Rohat Xelîl : deskeftiyên jinan xalên sereke di civînê hat gotubêj kirin

Seroka desteya Jin a kantona cizîrê Rohat Xelîl tekez kir ku gavên ku tên avêtin bi armanca parastina deskeftiyê jinan e û got :” ji bo çareserkirna doz jin pêwîste bi bilindkirina Xeta tekoşînê ye “.

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser, di çarçoveya civînên berdewam ên bi armanca şopandina entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser de li Şamê bi Desteya Sûriyeyê ya Kar û Barên Malbat û Şêniyan re civînek li dar xist.

Di civîna  ku Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser bi Desteya Sûriyeyê ya Kar û barên Malbat û Şêniyan re hatibû li dar xistin li ser çend mijarên têkildarî pêvajoya entegrasyonê û rêbazên pêşxistina mekanîzmayên ji bo hevkariya hevbeş  hat gotûbêj kirin.

Têkldarî vê mijarê Seroka desteya Jin a kantona cizîrê Rohat Xelîl di riya malpera me de xalên ku hatin niqaşkirin nirxand .

Seroka desteya Jin a Kantona Cizîrê Rohat Xelîl  diyar kir ku her çend saziyên îdarî yên girêdayî Rêveberiya Xweser dikarin di nav saziyên dewletê de werin entegrekirin jî, lê di nav avaniya sazûmanî ya dewleta Sûriyeyê de tenê Desteya Malbat û Şêniyan heye ku dişibe Desteya Jinan.

Rohat her wiha diyar kir ku ew amadekariyan dikin ku nivîsgehek bi navê Desteya Malbat û Şêniyan di meha Hezîranê de vekin û diyar kir ku wan pêşniyar kiriye ku navê desteyê were guhertin da ku bibe “Desteya Jin, Malbat û Şêniyan” û bi vî rengî Desteya Jinan dê piştî temamkirina prosedurên îdarî karê xwe bidomîne.

‘deskeftinên jinan hat niqaşkirin ‘

Rohat got :”Niqaşên bingehîn ku di civînê hat kirin li ser deskeftiyên jinan di vê şoreşê de û girîngiya parastina van deskeftiyan hat kirin . Me behsa tecrubeya jinan di sîstema Hevserokatiyê ku ji komînan dest pêk kir heya meclis ,deste û hwd..bal hat kişandin li ser zagonê malbatê ku çawa di riya van zagonan de mafê hemû civakê dihat parastin .di heman demê de  Niqaşên   li ser girîngiya vekirina ofîsên jin di hundirê mudîriyet û meclisan hat kirin .rastî jî ew matmayî diman ku çawa jin xwedî hêz û karîbû civakê bi vî rengî birêxistin bike û rê li ber pirsgirêkên civakî bigre . kêxweşiya xwe anînin ser ziman û civîn bi rengekî erênî derbas bû .”

‘Xeta têkoşînê dewam bike ‘

Rêxistina jin  di Rojava de ji 2005’an de hatiye avakirin û xwedî bingehek xurte her wiha xwedî dîrokek dewlemend a tekoşîn û birêxistinkirinê  ye .lewma tê xwestin ku asta tekoşîn bilind bibe û rêxistina jin a Rojava bibin bingeh ji tevahî jinên Sûrî re.Jin di nava Şoreşê de pêşengtî kir û di her qadên jiyanî cih girt û şerê hişmendiya baviksalarî kir .Ji bo ku em xwedî li van deskeftiyan derkevin pêwistî bi dewamkirina xeta tekoşînê heye .”

Rohat di dawiya axaftina xwede got ku heya jinek li rojhilata Navîn rastî tundî û koletiyê were wê nikaribin bighêjin armancê xwe .

Related Articles

Back to top button