DaxuyanîNûçeSlide

21 partî û rêxistinan dijî şeklê diyarkirina nûneran nerazîbûn nîşan dan: Vîna pêkhateyan temsîl nake

21 partî û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekî proseya diyarkirina endamên parlementoyê rexne kir û diyar kirin ku mîkanîzmayên hatine bikaranîn vîna gelê Kurd û pêkhateyên herêmê nîsan nadin û bingehê ji bo proseya siyasî ya demokratîk a rastîn ava nakin.

21 partî û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê derbarê diyarkirina endamên parlemantoyê (ku hikumeda demjî jêre dibêje Meclisa Gel) de daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser hat dayîn. 

Daxuyanî bi Kurdî û Erebî hat xwendin. Rêvebera Ofîsa Jinan a Meclisa Cîbicîkar a Partiya Kesk a Demokrat Delal Haşim bi zimanê Kurdî û Sekreterê Giştî yê Partiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo jî bi zimanê Erebî daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye;

“Me bi baldarî rûdanên derbarê temamkirina avakirina Civata Gel a Sûriyeyê (parlamen) de şopandin, ku bi rêya tayînkirina endaman û mîkanîzmava dabeskirina kursî û rêjeyên ji bo gelê Kurd li Roiavayê Kurdistanê hatine veqetandin pêk hat. Me berê jî helwesta xwe bi awayekî zelal ragihandibû ku em tevlî vê proseyê nabin; ev yek jî ji baweriya me tê ku mîkanîzmayên hatine bikaranîn vîna gelê Kurd û pêkhateyên herêmê nîsan nadin û bingehê ji bo proseya siyasî ya demokratîk a rastîn ava nakin. Li hember encamên hatine ragihandin û mîkanîzmaya tayînkirinên ku qewimîn, em teqez dikin ku ev kes tenê nûnertiya xwe dikin

Gelê Sûriyeyê ji bo pêkanîna sîstemeke demokratîk û nûnertiya dadperwer ji bo hemû nasnameyên neteweyî, etnîk, olî û inan qurbanî dane. Her wiha gelê me yê Kurd pir ji polîtîkayên dûrxistin û înkarê kişandiye û di Şoreşa Sûriyeyê û li Rojavayê Kurdistanê de ji dayîna qurbaniyan herî giran dudil naye. Lêbelê, tiştê ku qewimî careke din nêzîkatiya dûrxistin û marjînalbûnê (tehemîskirinê) eşkere kir, ku ev yek bi rêya tayînkirina çend kesayetiyan bi sêwazekî bijartî (întîqaî) pêk hat. Ev yek iî li dijî prensîbên herî bingehîn ên demokrasî, dadperwerî û şirîkatiyeka niştimanî ya rastin e.

Em teqez dikin ku ev polîtîka, hişmendiya desthilatdariya navendî û rêbazên wê vên klasîk nû dikin. Her wiha berdewamiya karkirina bi qanûn û rênmayên awarte (istîsnatî) îspat dikin, lê belê bi amûr û mîkanîzmên nû yên ku hewl didin rengê rastîn bidin proseya siyasî, ew ji bi rêva sindoq û rêbazên ku rûmet û rewayiya mesrûbûna) wan a gel nîne. Di heman demê de, ev yek berdewamiya projeyên guhertina demografîk e, bi rêya tayînkirina kesên ji “Erebên Xemer” di lijneyên dengderan de û her wiha tayînkirinên wek nûnerê devera Serêkaniyê. Avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nûjen ku li ser bingeha sirîkativeke rastîn û naskirina dualî di navbera hemû pêkhateyên wê de be, bi polîtîkavên dûrxistin tayînkirina ji jor ve nayê qebûlkirin; belku bi rêya proseyeke siyasî ya nîstimanî û giştî pêkan e, ku nûnertiya dadperwer û vîna azad ji bo hemû Sûriyeyiyan garantî bike.

Em di partî û hêzên ku li jêr daxuyaniyê îmze kirine de teqez dikin ku divê xebat ji bo lidarxistina kongreyeke nîstimanî ya Sûriyeyî ya rastîn were kirin, ku tê de nûnerên rasteîn ên hemû pêkhateyên Sûriyeyê beşdar bibin, da ku nexserêyekê ji bo vê qonaxa derbasbûnê amade bikin û amadekarî ji bo hilbijartinên azad, dadperwer û şefaf bikin ku daxwazên Sûriyeyiyan bîne ziman. Her wiha avakirina lijneya amadekirina destûrê, ku di bin şert mercên niha de di serê lîsteya pêşiyên nîştimanî de cih digire. Ev hemû ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî (nenavendîxwaz) ne.”

Related Articles

Back to top button