DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star a Bajarê Zirganê Qetilkirina Jina Ciwan Dîlan Umer Şermezar kir

Meclisa Kongra Star a bajarê Zirganê qetilkirina jina ciwan a bi navê Dîlan Umer Cangîr şermezar kir û banga hesabpirsînê kir.

Jina ciwan a bi navê Dîlan Cangîr Umer (18) 21‘ê Gulanê li gundê Siwêdîkê yê bajarê Dêrikê ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin.

Meclisa Kongra Star a bajarê Zirganê der barê qetilkirina Dîlanê de daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama kongreyê Îktîmal Mihemed El Abdullah ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, qetilkirina Dîlanê ku wijdanê mirovahiyê hejand, binpêkirineke mafê jinan ên jiyan, ewlehî û rûmetê ye.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, nabe bi hincetên civakî an kevneperest jin werin qetilkirin û hate diyarkirin: “Şerefa rasteqîn bi tundî û rijandina xwînê ava nabe, lê bi rêzgirtina li mirovan, maf û azadiya wan dibe.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku berdewama qetilkirina jin û ciwanan xetereya li pêşberî jinan nîşan dide, ev jî helwesteke cidî ji aliyê saziyên hiqûqî, civakî û qanûnî ve hewce dike da ku sûcdar ji cezayan nefilitin û jin ji hemû cûreyên tundiyê werin parastin.

Di daxuyaniyê de der barê qetilkirina Dîlanê de banga hesabpirsînê hat kirin.

Related Articles

Back to top button