
Kampanya “Em hemû YPJ ne Ypj ne ,YPJ’ê temsîla me ye ” ku 26’ê Nîsanê ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a li Rojavayê Kurdistanê ji bo piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) hate destpêkirin.Îro Kongra Star a kantona Hesekê bi tevlîbûna jinan ji Til Temir, Dirbêsiyê, Kampa waşokanî û Serêknaiyê meşek girseyî ji bo piştgirya YPJ’ê li dar xist.Di meşê de berdevka Hêza Parastina Jinan YPJ ‘ê Roksan Mihemed amade bû .
Piştî deqeyek rêzgirtin , Berdevka Hêza Parastina Jinan YPJ’ê Roksan Mihemed hemû kesayet û jinên ku îro daketina qadan û piştgirî didin YPJ’ê silav kir û tekez kir ku piştgirya gel qebûlkirinek bi nirx a vê hêzê ye û wiha dewam kir :”Em ser felsefeya jiyana azad rabûne .Em bi gelê xwe xwedi hêz, tekoşin û irade ne . Kes nikare di vê sedsalê de hezek weki ypj hêza xwe parastinê qebul nake ji ber ku bê parastin hebun, istqrar u jiyan nabe . Hêza ypj candek ,felsefeyek û jiyanek azad e . Em xwedî geleki me fêri çanda zanebunê kirin û emê layiqê gelê xwe bin .Her hevalek me ji bo me mîrasek hişt ew jî mîrasê berxwedanê ye . Emè soza xwe nû dikin , heya mafè tevahî jinan misoger nebe wê tekoşin dewam bike . “
Kordînasyona Kongra Star Sena Tamir da zanîn ku YPJ’ê jib o her jinek nasname ye û wiha dewam kir :”Jiyanek bi yek rengi nayê qebul kirin . Me di şoreşa rojava de pirengî ya suriyê nişan da . Çanda parastinê di rih û fikirê me de hatiye çandin .Qebûlkirina YPJ’ê qebûlkirina pirengiya Sûiyê ye . Emê jib o qebûlkirina YPJ’ê tekoşîna xwe dewam bikin .”
Meş bi dirûşmeya “ Bjiî Berxwedana YPJ’ê “bi dawî bû .




