CivînNûçeSlide

Duyemîn Civînên jinan li Bajarê Kobanî Hat Darxistin

Kongra star Bajarê Kobanî civîn ji jinên sazîyan û jinên komînan ra darxistin ,Di civînê de rewşa jinan û karûbarên saziyên ku ji bo jinan xizmetê dikin di şert û mercên heyî de hate nirxandin.

Kongra Star li Kobanê di çarçoveya hemleya rêze civînên di derbarê pêşveçûnên ku li Sûriyê û rojavayê kurdistanê diqewimin herwiha misogerkirina mafê jinan di destûra sûrî ya nû de civîna xwe ya duyem li darxist.

Her wiha bal hat kişandin ser girîngiya rola jinan di pêvajoya entegrasyona demokratîk de û piştrast kirin ku jin di avakirina pêşeroja herêmê de hebûneke bingehîn e.

Civîn li navenda çand û hûnerê ya Baqî Xido hat li darxistin
Bu sedan jin kombun,civîn ji aliyê koordenosyona kongra star Peyman Elûş û Rêveberîya desteya jin Macîde Hesûn hat birêvebirin.

Civîn bi deqeyek rêzgiryin li ser cangorîya Azadî hat girtin.

Bîştre gelek nêrinên jinan hat nîqaşkirin

Civîn bi silogana jin jîyan Azadî,bê serok jîyan nabê .bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button