ÇalakîNûçeSlide

Tevgera çand û hunerê ya Hîlala Zêrîn ji bo piştgiriya Ypj’ê şevbuhêrkek li darxist

Li bajarê Dirbêsiyê ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin şevbuhêrkek hunerî lidarxist, ku ji aliyê Tevgera Hîlal Zerîn ve bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê hate organîzekirin.

Tevgera Hîlala zêrîn bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê re li bajarê Dirbêsiyê şevbuhêrkeke helbestî û hunerê ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) re organîze kir. Di çalakiya li Parka Şehîd Zevîn a bi diruşma “YPJˊê hebûna me ye” de şênî, endamên saziyên sivîl û meclis amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, Rêvebera Hîlala Zêrîn Şêrîn Reşîd diyar kir ku ew ê piştgiriya YPJˊê bidomînin û destnîşan kir ku YPJˊê di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞˊê de roleke sereke lîst, cih û hêza xwe îsbat kir, li kêleka wê jî ew vîna jinê û têkoşîna wê temsîl dike.

Di çalakiyê de stran û dîlanên folklorîk hatin pêşkêşkirin.

Related Articles

Back to top button