Lea Bunse: Şoreşa Rojava modela azadiya jinan e û divê ji aliyê hemû cîhanê ve were parastin
Aktîvîsta ekolojîst a Alman, Lea Bunse, anî ziman ku piştî hatina Rojava di sala 2022'an de tecrubeyeke nû ya jiyanê bi dest xistiye û got ku Şoreşa Rojava bi bingehên jin, ekolojî û demokrasiyê ji bo hemû jinên cîhanê bûye modelek.

Almaniya -Aktîvîsta ekolojîst a Alman, Lea Bunse, ku di sala 2022’an de ji bo naskirina Şoreşa Rojava hat herêmê, diyar kir ku li Ewropayê li dijî pergala kapîtalîst tekoşîn dikirin, lê piştî ku bihîstin li Rojava modela jiyana li ser bingehê jin, ekolojî û demokrasiyê tê avakirin, biryar dan ku biçin Rojava. Wê got ku tecrubeya ku li Jinwarê jiyaye bandoreke mezin li ser kesayeta wê hiştiye.
“Li Jinwarê min cara yekem nefesa jiyanê hîs kir”
Lea got ku piştî hatina Rojava di nav gel de xebitî û di sala dawî de li Jinwarê maye. Wê anî ziman ku Jinwar jê re tecrubeyeke taybet a jiyanê bûye û got: “Li wir fêr bûm ku jin dikarin bi hev re jiyan bikin, xwe birêxistin bikin û hevdu perwerde bikin. Dema ku ez cara yekem hatim Jinwarê, min hîs kir ku cara yekem nefesa jiyanê girt.”
“Şoreşa Rojava modela hemû jinên cîhanê ye”
Li ser girîngiya Şoreşa Rojava axivî, Lea Bunse diyar kir ku ev şoreş bi ked û tekoşîna dirêj a jinan ava bûye û gelek destkeftî bi dest xistiye. Wê got ku ev destkeftî bi berxwedana YPJ’ê hatine parastin û îro jî jinên cîhanê li dijî terorê hêz digirin. Li gorî wê, Şoreşa Rojava ne tenê ji bo Rojava, lê ji bo hemû mirovahiyê şoreşeke dîrokî ye.
“Berxwedana Bendava Tişrîn nîşana yekîtiya gelan bû”
Lea got ku piştî hilweşîna rejîma Sûriyeyê û desthilatdarbûna HTŞ’ê, dema ku êrîş li ser Rojava dest pê kir, civaka navneteweyî bêdeng ma. Wê ev helwest “cihê şermê” binav kir û got ku hêza ku pêvajoya aştiyê parastiye yekîtiya gelên Rojava ye.
Wê herwiha bal kişand ser berxwedana Bendava Tişrîn û got ku li wir bûye şahidê yekbûna gelên ji hemû pêkhate û çandan ku ji bo parastina axa xwe li hev civiyan. Wê got ku ew jî beşdarî vê berxwedanê bûye da ku bêdengiya navneteweyî bişkîne û şahidê berxwedaneke dîrokî bûye.
“Parastina Şoreşa Rojava erkê hemû jinan e”
Di dawiya gotinên xwe de, Lea Bunse anî ziman ku jinên Rojava nirxa jiyanê baş dizanin û ji ber vê yekê pêşengtiya şoreşê kirine. Wê got ku her çend Şoreşa Rojava li cîhanê hatiye nasîn, lê hîn jî têr nîne û divê bêtir were danasîn.
Wê diyar kir ku tevî hemû êrîş û zehmetiyên jiyanê, gelê Rojava bi hêvî dijî. Wê got ku êrîşên li ser Rojava di rastiyê de êrîş li ser maf û destkeftiyên hemû jinan in û got: “Em vê yekê qebûl nakin. Em hemû şehîdan bi bîr tînin û soz didin ku ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava kar û xebata xwe bi hêztir bidomînin.”



