
Di çarçoveya guhertinên siyasî û leşkerî yên lezgîn de li Sûriyê, hişyariyên tund ji aliyê kesayetên jin û siyasî ve li ser çarenûsa destkeftiyên jinan hatin kirin. Di vê çarçoveyê de, rêvebera Akademiya Şehîd Luqman a Civaka Demokratîk Îlham Omer tekez kir ku divê parastina hebûna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di destûra nû ya Sûriyê de were misogerkirin û dest ji doza mafên jinên kurd nayê berdan.
Îlham Omer da diyar kirin ku ji 26ê Nîsanê ve, bi pêşengiya Kongra Star û tevahiya tevgerên jinan ên li Rojava Kurdistanê, kampanyaya piştgiriya YPJê hatiye destpêkirin. herwıha dıyar kır ku ev pêngav di qonaxeke dîrokî û hesas de tê lidarxistin ku tê de strateji û îdeolojiya jinan gihîştiye asteke nû, li ser banga Rêber Abdullah Ocalan ber bi aştî û civaka demokratîk ve.
Îlham bal kişand ser zehmetî û êrîşên ku herêmê pê re rû bi rû ma:
Êrîşên leşkerî, guhertinên hikûmî û şerê giran ku bû sedema guhertina hin peymanan û derketina xiyanetê.Şehadeta gelek hevalan, dîlgirtin û koçberkirina bi hezaran ji gelê me ji cih û warên wan.Ketina hin bajaran ji destê Kurdan û Rêveberiya Xweser ji ber vê xiyanetê.Destpêkirina qonaxeke nû ji bo entegrasyona di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî de.
Îlham helwesta Hikûmeta Demkî ya ku hebûna jinan di qada leşkerî de red dike, rexne kir. Wê destnîşan kir ku YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye, lê belê îdeolojiya 40 salî ya têkoşîna jinan e ku ji Sakîne Cansîz, Bêrîvan, Viyan, Arîn Mîrkan û Avêsta hêz û çavkaniya xwe digire.
Îlham di berdewamiya nirxandinên xwe de anî ziman ku entegrasyon tê wateya temamkirina hev, ne helandina aliyan di nav hev de. Her wiha bal kişand ser jinên pêşeng di dîroka Kurd de anî ziman, wekî Fatima Reş û Sefiye El-Eyûbî, û diyar kir ku divê Hikûmeta Demkî taybetmendiyên civaka kurd û mîrateya 40 salî baş fêm bike.
Di dawiya axaftinê de, Îlham Omer destnîşan kir ku şerê îro di navbera du xetan de ye; xeta ku civakê pêşve dibe û xeta ku dixwaze wê bide paş. Wê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî:”Bi kampanyaya piştgiriya YPJê ya ku hat destpêkirin, em wekî hemû jin bi hêvî ne û bawer dikin ku heke em YPJê neparêzin, wê tişta ku ji jinên Şengalê, Durezî û Elewiyan xerabtir bê serê me.” lewra Îlham banga hevgirtina û xwe rêxistinkirina jinan kir.



