NûçePerwerdeSlide

Perwerdehî Mifteya Pêşxistin û Azadiya Jinan e”

Beşdarên dewreya perwerdehiyê ya li Zirganê tê meşandin tekez dikin ku perwerdehî bingehê pêşxistin û xurtkirina rola jinan di avakirina civakeke demokratîk û komunal de ye.

Bi armanca guhertin û veguhertina fikir û pêşxistina kat û xebat .Kongra Star s Navçeya Zirgan li navenda xewe ya Zirgan dewreyeke perwerdehiyê li ser navê şehîda Zîlan Kendal vekir.
Şehîd Zîlan Kendal yek ji jinên berxwedêr yê Navçeya Zirgan e .Cihê xwe di Hêza ewlekariya Hundirîn a Şêxmeqdûde de girt û di berxwedana taxa Şêxmeqsûd de ji bo parastina civaka xwe gihşt asta şehadetê .
Dewreya perwerdehiyê 15 endamên ji saziyên civaka sivîl pêk hat . Di nav de endamên Kongra Star, Mala Jin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Jin, mamoste û endamên Meclîsa Zirgan .
Li gor bernameyê, dewre dê 15 rojan bidome. Dersèn ku werin dayîn li ser girîngiya perwerdehiyê, civaka xwezayî, welatparêzî, dîroka jinan, Jineolojî, rastiya Rêbertî, Zayendperestî, entegrasyona demokratîk, rêziknameya hundirîn a Kongra Star, huner û rêveberiyê werin dayîn.
Di roja yekem a dewreyê de, dersa “Girîngiya Perwerdehiyê” ji aliyê endama Komîteya Perwerdehiyê ya Kongra Star a Kantona Hesekê, Rehab, ve hate dayîn.
Di roja yekem a dewreyê de, dersa “Girîngiya Perwerdehiyê” ji aliyê Berdevka Komîteya Perwerdehiyê ya Kongra Star a Kantona Hesekê, Rîhab Cûc ve hate dayîn. Rîhab di dersê de bal kişand ser rola perwerdehiyê di avakirina kesayet û civaka demokratîk de û got: “Rêber Abdullah Ocalan dibêje perwerdehî ji bo mirovan wek hewa û avê ye. Mirov çawa bê hewa û av nikare bijî, bê perwerdehî jî nikare xwe nas bike, hişmendiya xwe pêş bixe û di civakê de rola xwe ya rast bilîze.”
Rîhab tekez kir ku di riya perwerdeyê de jinan dîroka xwe nas dikin û ji bo avakirina pêşerojek azad dixebite û got :” zanist ji bo jinan çeka herî bi hêze ku riya rastiyê bizanibe ji bo wê tekoşîn bike û bighêje azadiya xwe û civaka xwe .”
Dewreya perwerdehiyê bi rengekî vekirî li ser 15 rojan ji seat 8 heya 2 dewam bike .
Hevseroka Şaredariya Zirganê Heyfa Ezdîn, ku bi armanca pêşxistina fikr û karê xwe beşdarî perwerdehiyê bûye, diyar kir ku perwerdehî ji bo jinan gelek girîng e. Wê got ku naskirina dîrok û tekoşîna jinan rê li ber avakirina pêşerojeke geş û civakeke exlaqî û komunal vedike.
Heyfa Ezdîn her wiha destnîşan kir ku ew ji koçberên bajarê Serêkaniyê ye û daxwaza vegera ewle ya hemû koçberan bo welatê xwe kir. Wê got ku barê koçberiyê herî zêde ket ser milên jinan û wan hemû zehmetî, kêmasiyên jiyanê û nebûna derfet û îmkanan hilgirtine.
Di dawiyê de wê tekez kir ku divê çîroka koçberiyê bi dawî bibe, ji ber ku koçberî deriyê gelek pirsgirêkên civakî û aborî vedike û bi taybetî armanc dike ku îradeya jinan têk bibe û rola wan di civakê de lawaz bike.

Related Articles

Back to top button