
Mijara edaletê di nav civakê de pir tê qal û bahiskirin, lê mixabin tişta herî kêm tê pêkanîn jî edalet bi xwe ye! Sedema pirsgirêkên civakê jî ew e ku edalet nayê pêkanîn. Ji bo pêkanîna edaletê mirovên adil kêm in.
Heya di nav civakê de hişmendiya zanebûna edaletê neyê fêmkirin, wê tekez edalet nikaribe were pêkanîn. Dibe ku mirov hema wer ji xwe re qala edaletê bikin yan jî hevdu tawanbar bikin bê çima edalet nîne. Lê heya niha edalet bi temamî nehatiye fêmkirin û divê were zanîn ku fêmkirin bi xwe jî bi awayekî edalet e.
Gelek caran xwesertî û cudayetî tê tevlîhevkirin. Weke hişmendî, xwesertîya em qala wê dikin û dibêjin ku demokrasî ye hîn jî di nav civakê de nehatiye fêmkirin. Weke nimûne jî dema tu xwesertiya jinekê, zarokekî yan jî mirovekî bide ber çavan û hinekî wan guhdar bikî, hema yekser tu tê lêpirsînkirin. Ji te re dibêjin, “Tu bêedalet î. Ev çi ferq û cudayetî ye?
Pirî caran jî ez li ser vê mijarê dihizirim û dixwazim fêm bikim. Ji ber me li jor diyar kir ku fêmkirin edalet e. Ji bo em fêm bikin, tekez divê em xwe pir baş perwerde bikin û nexasim jî perwerdeya li ser bingehê demokrasiyê pir girîng e.
Heke mirov demokrat be, wê edaleta xwe jî hebe. Ji ber mirovên xwedî hişmendiya demokratîk hîn bi temamî çênebûne. Wê demê tekez wê edalet jî peyda nebe. Dema civak bigihêje qinyata edalet li cîhanê tineye, wê hewl bide ku edaletê peyda bike û di nava xwe de yanî ji derveyî pergala dewletê wê bide çêkirin. Ji ber civak jî li pergala desthilatdar temaşe dike û ew jî di nava xwe de diçe teqlîdê. Jêre weke çandekê lê tê. Piştre jî dibêje, “Çima edalet tineye.” Baş e eger tu edaletê fêm nakî û di nav te de tineye, tu çawa edaletê ji dewletê dixwazî. Tekez ev ji bo jin jî wiha ye. Ew jî li zilam temaşe dike û teqlîd dike. Lê li kêleka wê jî qala edaletê dike û dibêje zilam bêedalet e. Baş e ka weke jin te çiqasî edalet parastiye û pêk aniye? Ger tu qala edaletê dikî, divê tu bi xwe jî adil be.
Mebesta min ew nîne ez ti kesî di bin gumanan de bihêlim, yan jî wan lêpirsîn bikim. Lê tekez divê em weke jin û civak destpêkê li xwe bigerin û wê hişmendiya me ji dewletê girtiye biguherin. Bi kurtasî hewce ye em wê şerbeta me, bi xwesteka xwe vexwariye vereşin û hinavê xwe ji jehra wê pak bikin. Çima van tînim ser ziman, niha yek bi yek vekim. Ez niha van mijaran tînim ser ziman da ku em xwe lêpirsîn bikin û di aliyê wijdanî de ji xwe de dest pê bikin. Jixwe fîlozofona gotine, her hûn li çi digerin, hûn ê di xwe de peyda bikin. Baş e dewleta yan jî desthilatdarî ku hejmara wan li gorî civakê pir kêm e û nabin çariyeke civakê ye, çima her tim çavên hinekan ji me me li desthilatdariyê yan jî dewletê ye?
Heke em weke jin, ciwan, kalemêr û pîrejin civaka sivîl rêxistin bikin gelo wê gavê kîjan hêz bi me dikare? Gelo kî dikare bersiv bide? Jixwe rastî tehl e û em careke din diavêjin ser dewletê. Lê divê em bizanin ku dewlet tenê weke makîne-alava koleçêkirinê ye. Yanî weke kargehekê ye ku qalibê tiştan çêdike û ji derveyî wê tiştekî din çênake. Jixwe dewlet li kêleka qalibê koleçêkirinê jî hişmendiyê çêdike û dilê her kesî dibijîne xwe da ku wê teqlîd bikin û her kes ji xwe re koleyan çêbike. Weke nimûne zilamê malê weke dewleta biçûk teqlîda dewletê dike, jinê û zarokan ji xwe re dike kole û wiha dilê wî rehet dibe. Jixwe di serdemên niha de jî jin jî teqlîda zilam dike û di bin navê hezkirinê de zilam ji xwe re dike kole. Zarok jî teqlîda bav û diya xwe dike û her xwe dubare dikin.
Eger piştî dewletê me ji xwe re ewqas kole çêkirin, dewlet hebe çi ye û nebe çi ye? Gelek caran dema mirov niqaş dike, hîn baştir hişmendiya mirovên li hemberî xwe fêm dike. Ez di hin mirovan de hezkirina dewletê dibînim. Ew jî tekez teqlîdkirin e! Bi qasî ku me heya niha fêm kiriye teqlîd ne xisletek mirovan e. Berevajî xisleteke sewalan e! Me ji dîrokê xwendiye ku mirovên destpêkê zanebûna xwe ya seretayî ji sewalan girtine, ew jî bi teqlîdkirinê çêbûye.
Lê mirovên roja îro çima teqlîdan dikin û mejiyê xwe bi kar nayînin? Bi rastî mijareke pir balkêş e. Serê mirovan bi xwe re diêşîne û tijî nakokî dike. Lê ne pirsgirêk e, jixwe serê nexebite û neêşe ji kundirek jê baştir e. Naxwe dvê em serê xwe li ser biêşînin û xwe fêm bikin. Beriya her tiştî divê em ji xwe de dest pê bikin. Hewce ye em dev ji teqlîdkirina dewletê û desthilatdariyê berdin, em xwe îqna bikin ku bandora wê li ser me heye. Divê em xwe jê rizgar bikin! Li şûna wê jî divê em hişmendiya xwe ya bi edalet û demokrasî ava bikin. Pêwîst e em bizanin ku dewlet, ji bo gelan tekez ne çare ye, berevajî wê çavkaniya hemû pirsgirêk, şer, tundî û xerabiyan e.
Heya em ji dewletê û desthilatdariyê hêrs nebin û nefret nekin, em ê nikaribin xwe rizgar bikin. Ev çi mêr dibe yan jî jin dibe, heya em xwe ji nexweşiya efendiyê gustîlkê rizgar nekin û xwe di warê hişmendî de rizgar nekin em ê nikaribin bibin mirovên adil. Heya civak û jinên adil çênebin wê dewleta adil çênebe. Jixwe dewlet bêguman dûrî edaletê ye. Divê were zanîn ku wê edalet ji nava jin û civakê derkeve holê. Ew lêgerên edaletê ne. Yên edaletê di xwe de pêk bînin jî ew bi xwe ne. Edalet bi xwe li cem jin û civakê ye û hewce nake mirov li cihên din, lê bigere û daxwaz bike?
Wê jin pêşengtiyê ji edaletê re bikin. Ji ber zayenda herî zêde herî bêedaletî li ser hatiye pêkanîn jin e. Di xwezaya jin de jî edalet, wekhevî û demokrasî heye. Divê jin têkoşîna xwe xurt bike û li benda zilam û dewletê nehêle. Helbet pêwîst e jin di serî de dest ji rewşa xemsarî û pasîfbûnê berde! Jixwe jin nûnera civakê ye. Qet nabe ku zilam nûnerê civakê be. Ji ber heya demeke dirêj zilam ji civakê û jin re nûnertî kir, lê di encam de rewşa heyî pir baş li ber çavan e. Hewce nake em li ser şîrove jî bikin. Naxwe divê jin bizane ku nûnertiyeke pir xurt jê tê xwestin. Pêwîst e jin rola xwe ya pêşengtiyê pêk bîne û ji bilî vê ti çareyeke din tineye!



