Arşîv

Meryem “hekîmiya jinê”ku ji dayîka xwe girtî didomîne

Ji hebûna mirovahiyê hetanî niha, li rexma hemû sîstem û desthilatdariyên dijminê jinê, nekarîne jinê ji  xwezayê dûr bikin. Piştî civakbûyîna Serdema Neolotîk sîstemên baviksalarî, olî û herî dawî jî sîstema kapîtalîst dagirkeriyek mezin li ser keda jinê didin meşandin.

Li dijî hekîmî, desthilatdarî û hebûna jinê qirkirina herî mezin di Dadgehên Engizisyon (1400-1700) li Ewrupayê ji aliyê Dêra Katolîkan ve hat pêkanîn. Dadgehên Engizisyon destpêkê li Îtalya hatin avakirin û belavî gelek welatên Ewrupayê bû. Di encam de nêzî 60 hezar jin hatin şewitandin. Jinên hatin şewitandin jinên  hekîm ên ku dermanên xwezayî çêdikirin û  di nava civakê de jê bawer bûn. Vê carê Tip bi temamî ket destê mêran û ket di bin kontrola desthilatdariyê de.  Piştî van hemû zextan li Ewrupa û Rojhilata Navîn jî keda jinên hekîm biçûk hat dîtin û bawerî pê nedihat.

Li gel van hemû zextan jî niha li gelek deverên cîhanê ev jinên hekîm derdikevin holê. Yek ji van jinan jî jina Ereb Meryem Gedro ya li navçeya Zorşemer a Reqayê dijî ye. Meryem dermanan ji gihayên xwezayî çêdike û li mala xwe nexweşan derman dike. Meryem hekîmî ji dayîka xwe Fadîme Ehmed fêr bûye. Dayîka Meryem jî hekîmî ji jinek Kurd fêr bibû. Meryem di 10 saliya xwe de li ber destê dayîka xwe dixebitî, piştî ku dayîka wê wefat kir, vê carê jî Meryemê hekîmiya dayîka xwe dewirgirt.

Meryem, ji lingê xwe astengdar e. Meryem di 20 saliya xwe de zewicî û piştî zewacê jî karê hekîmiyê berdewam kir. Keçeke Meryem çêbû û hevjînê wê dest ji wan berda û çû welatên Ewrupa.

Bi DAIŞ’ê re hişmendiya Dadgehên Engizisyonê vegeriya

Piştî ku 2014’an DAIŞ`ê bajarê Reqayê dagir kir, hişmendiya Dadgehên Engizisyonê dîsan xwe nûkir. Vê carê jî DAIŞ’ê karê Meryemê bi hinceta ku “ol vî karî napejirîne” qedexe kir. Li gorî xelkê deverê dibêjin DAIŞ’ê gelek rusipiyên ku dermanên xwezayî çêdikirin qetil kirin. Meryem got ku; Dema DAIŞ ket Raqayê ew neçar bû dest ji karê xwe berda.  Piştî ku Raqa ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, Meryemê dîsan dest bi karê xwe kir. Meryemê diyar kir ku ew gihayên ku bibin derman ji Qamişlo, Tepqa û Minbiçê tîne û ji nexweşiyên wek lingêş, serêş, piştêş, êşa mîde (gede) û îltihabê dermanan çêdike.

Meryem destnîşan kir ku dermankirina xwezayî pir giring, dermanên xwezayî ji dermanên dermanxanan baştirin û wiha pê de çû “Eger derfeta min hebe ez ê hîn zêdetir nexweşan derman bikim û alîkariya mirovan bikim. Kesên ku diravan (pere) didin min ez dipejirînim ji ber ku keçeka min dû saliye û ez neçarim lêbinerim.”

Back to top button