Arşîv

Li Qamişlo çalakiyên qonaxa duyemîn a Pêngava “Jin ji bo Efrînê rabin ser piyan” dest pê kirin

Rêxistina Kongreya Star a herêma Qamişlo bi daxuyaniyekê çalakiyên qonaxa duyemîn a Pêngava “Jin ji bo Efrînê rabin ser piyan” da destpêkirin. Daxuyanî li ber avahiya Kongreya Star a taxa Bişêreyê  bi amadebûna bi dehan jinan hate xwendin.

Daxuyanî ji aliyê xwendekara Şirîn Mehmûd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên giredayî wê  ku 20 ê Çilê 2018 an li hemberî Kantona Efrînê dest pê kirine û ev êrîş bi dijwarî didomînin. Bi sedan mirov, jin, zarok, kal û pîr hat qetil kirin û cûreyên îşkence, kuştin, tecawiziya li ser jin û civakê hat meşandin. Dewletên navnetewî jî bi bedengiyên xwe piştgirî dan êrîşên qirker.

Li hemberî van êrîşên hovanê gelê me teslîmiyet qabûl nekir. Îro jî berxwedana Efrînê didomê. Di qonaxa duyemîn de armanca me bilind kirina berxwedan û têkoşîneyê. Di bin dirûşmeya “jin rabin li ser piyan ji bo Efrînê” me dest qonaxa dûyemîn kir.

Berxwedana me û çalakiyên jinên cîhanê di qonaxa  1‘emîn a pêngava “Jin ji bo Efrînê rabin ser piyan ” rastiya pergala deshilatdar û dagirkeriya faşîst ya dewleta Tirk eşkere kir. Li gelek welat û bajarên cîhanê jin di bin ve dirûşmeyê de meş, wêne, şano û çalakiyên afrîner li darxistine. Lê niha hewce dike ku em bi tevahî hêza xwe bi hev re ji bo rizgarkirina Efrînê û parastina şoreşa jinê têkoşîn bikin û serkeftinê mîsoger bikin. Pêwîste ku em zextan li ser saziyên navnetewî û dewletan bilind bikin. Heta ku ev êrîşên hovanê werin sekinandin.”

Piştî xwendina daxuyaniyê, dirûşmeyên ” Bijî Berxwedana Jinên Serdemê” hatin berizkirin.

Back to top button