Gotar û hevpeyvîn

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî sîstema kapîtalîst têkoşîna ekolojîk a civakî

Rihan Temo destnîşan kir ku sîstema kapîtalîst çanda mezaxtinê talana xwezayê bi leztir dike û got “Li hemberî vê rewşê, divê em paradîgmaya rêber Apo ya jiyana ekolojîk a civakî li her qadê bixin meriyetê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meclisa Ekolojiyê di sala 2020’an de bi beşdariya nûnerên 10 saziyan dest bi xebatan kir. Di vê çarçoveyê de tevî Zanîngeha Rojava li 2 cihan, cihên çandina tovan vekirin.  Di nava salekê de ew li Tirbespî, Dêrik, Qamişlo û Hesekê rêl ava kirin. Meclisa armanc dike her sal 3 hezar daran biçîne û di salên bê de vê hejmarê zêdetir bike.

Qada çopê ya li Nafqûrê ya Qamişloyê ku bi salan e pirsgirêk lê hebûn, bi tevkariya endezyaran derbasî cihekî din hate  kirin. Li vê derê, çopên Qamişlo, Dêrik û Amûdê li navendeke mezin bêyî zirarê bidin xwezayê, tên komkirin û îmhakirin.  Çopên ku dê ji nû ve bên vegerandin jî dê li navendekê bên komkirin û piştre ji bo vegerandinê bi kar bînin.  Li Dirbêsiyê jî pirsgirêkeke bi heman rengî bi hevkariya meclis û şaredariyê derbasî herêmeke li derveyî bajêr hat kirin.

Li aliyê din Meclisa Ekolojiyê xebatên perwerdeyê yên li ser paqijî, xweza û jiyanê didomîne. Bi taybet li Qamişloyê herêmek wek jîngeheke ekolojîk hate diyarkirin û di vê çarçoveyê de dê pêngava paqijkirinê lê dest pê bike.

Berdevka Komîteya Ekolojiyê ya Kongreya Star Rihan Temo têkoşîna ekolojiyê û xebatên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, nirxandin.

Rihan Temo îşaret pê kir ku dewletên mêtinger ên kapîtalîst civakên ku ji sirûştê dûr ketine, afirandine û diyar kir ku tevgerên ku li hemû cîhanê li dijî pergala modernîteya kapîtalîst tê dikoşin, bi felsefeya jiyana ekolojîk a demokratîk a rêber Apo dikarin bi ser bikevin.

Rihan destnîşan kir ku sîstema kapîtalîst bi çanda mezaxtinê talana xwezayê roj bi roj girantir dike û got: “Ji şewatên daristanan ên di demên dawî de li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Ewropayê çêdibin, di serî de sîstema modernîteya kapîtalîst berpirsyar e.”

‘TÊKOŞÎNA LI DIJÎ KRÎZA AVHEWAYÊ LI HER DERÊ BELAV DIBE’

Rihan Temo diyar kir ku têkoşîna ekolojîk li gel hemû bertekên heyî jî negihaştiye asteke têrker û wiha dewam kir: “Li dijî dewletên mêtinger û şîrketên kapîtalîst ku di talana xwezayê de israr dikin, di asta navneteweyî de têkoşîn heye, lê li dijî tiştên heta niha hatine kirin, saziyên mafên mirovan û saziyên xwezahez tu ceza nedane.”

Rihan Temo da xuyakirin ku têkoşîna ekolojiya civakî ji bo gelên li Rojhilata Navîn gelekî girîng e û got:  “Rojhilata Navîn di aliyê civakî de yekane xezîneya xwezayê ye. Tê xwestin ku coğrafyaya Rojhilata Navîn were guherandin û tunekirin. Aktîvîstên ekolojiyê û gel ji bo parastina xweza û erdnîgariyê divê tê bikoşin. Heke têkoşîneke hişmend neyê meşandin, dê li erdnîgariya me qadeke hêşîn bi tenê jî nemîne. Heke em nekarin av, hewa û xwezaya li Rojhilata Navîn biparêzin, ev yek dê li tevahiya cîhanê pirsgirêkan zede bike.”

‘SÎSTEMA KAPÎTALÎST CIVAK JI XWEZAYÊ DÛR XIST’

Rihan Temo diyar kir ku têgiha ekolojiyê di sala 1866’an de ji aliyê Ernst Haeckel ve hatiye bikaranîn û got:  “Bi paradîgmaya civaka ekolojîk a demokratîk a rêber Apo re ev konsept ji nû ve ket nava jiyana gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Beriya wê jî dewletan di vê mijarê de gaveke şênber neavêt. Zirara ku mirovahiyê daye xwezayê bi hezaran salan ji holê ranabe. Dûmana egzosa wesayitan û bermahî û dûmana ji kargehan derdikeve, hevsengiya jiyan û xwezayê bi xwe re diguherîne. Ev yek ji ber dûrketina ji xwezayê ye ku sîsteman bi salan hînî me kiriye. Heta niha li Rojhilata Navîn têra xwe li dijî ekolojiyê têkoşîn pêk nehatiye. Bi felsefeya rêber Apo ev rewş diguhere.”

Rihan Temo got şoreşa Rojava guherîneke mezin afirandiye û wiha pê de çû: “Li Rojava ji bo jiyana xweza û zindiyan, ji bo parastina avê û daristanan gelek xebat hatin kirin.  Ya ku ji gel tê xwestin ew e ku di warê ekolojiya civakî de xwe bêhtir bi pêş bixe. Alternatîf tên avakirin û bi ser dikevin. Zehmet e ku niha ji bo bajaran vê bibêjim, lê belê hewldanên ji bo projeyên mînak tên hene.”

Rihan Temo got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aboriya komunal li gel paradîgmaya civaka ekolojîk a demokratîk tê meşandin. Heke em aboriya ekolojîk û komunal wek parçeyekî jiyana xwe nebînin, em nikarin sîstema kapîtalîst û talana xwezayê asteng bikin. Divê aboriya komunal ji têkoşîna ekolojîk cuda neyê dîtin. Heke analîzên rêber Abdullah Ocalan pratîze bibin, dê di warê aboriya ekolojîk û komunal de gavên berbiçav û biqîmet werin avêtin.  Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev xebat tên meşandin.”

‘DIVÊ EM PÊŞÎ LI XERCKIRINA ZÊDE YA AVÊ BIGIRIN’

Rihan Temo destnîşan kir ku gel li hin bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelekî avê xerc dike û bi berdewamî got: “Li gel krîza avhewayê ya li cîhanê, ev mijar di rojeva hemû gelan de ye.  Di vê mijarê de divê zêdetir baldarî hebe. Li Rojhilata Navîn av wek navgîneke şer tê bikaranîn. Divê gel di vê mijarê de baldartir bin. Tu pirsgirêkên avê li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune ye, lê dema ku dewleta Tirk ava Hesekê birî, her kesî dît ku pirsgirêk derket holê. Lewma divê pêşî li xerckirina zêde ya avê bê girtin. Ji bo vê divê civak bi wijdanî bifikire.”

Rihan Temo diyar kir ku divê hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîna ekolojiyê bimeşînin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Beriya her tiştî divê em vê yekê li hemû saziyên xwe bi cih bînin. Divê her kes bi bicihanîna berpirsyariya xwe ya di vî warî de, têkoşîna ekolojiya civakî mezin bike. Em li bendê ne ku di dema pêş de ji bo ekolojiyê têkoşîneke aktîftir bê meşandin. Divê em erdnîgariya xwe wek mala xwe ya mezin bibinin û xweza û jiyana xwe li gorî vê biparêzin. Lewma jî divê em bi paradîgmaya jiyana ekolojîk her derê bedewtir bikin û civakeke bi xwezayê re aştbûyî biafirînin.”

ANHA

Back to top button