Gotar û hevpeyvînNûçe

Wê Jin Cîhana Heyî Biguherin 

diyarî ji bo hemû jinên êş kişandî û dilê wan ji bo azadiyê lê dide û têdikoşin

Salvegera Şahdeta Jîna Amînî

Jîna Emînî Ki ye? 

Jîna Emînî di 22 Tîrmeha sala 2000’î de li bajarê seqizê hatiye dinê û bi eslê xwe Kurd e. Di 13’ê îlona sala 2022’an de ji aliyê hêzên Îranê ve bi hinceta ku xwepêçana wê sererast nîne hatiye desteserkirin û ji aliyê heman hêzan ve di dema desteserkirina wê de hatiye îşkence kirin. Ji ber derbên ku li serê Jîna Emînî dikeve di 16ê îlona sala 2022an de li Nexweşxaneya kasrayê ku li ser Kolana Alvand a li Qada Arjantîn a Tehranê ye jiyana xwe jidest daye.

  Jîna Emînî keçeke kurd e ku ji bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê  bû. Jîna di nav malbateke rewşenbîr de mezin bibû.

Jîna Emînî ji bo serlêdana xizmên wan ên ku li Tehranê ye bi malbata xwe re diçe Tehranê.

Piştî çûyîna Tehranê, seat di 6ê piştî nîvroya roja sêşem a 13ê îlona 2022an de li nêzîkê rawestgeha metroya Şehîd Heqanî ya li ser rêya Şehîd Heqanî ya Tehranê dema ku Jîna li gel birayê xwe bû, ji aliyê hêzên bi navê “polêsên exlaq” ji bo xwepêçana wê hate desteserkirin û jibo sedema şîret û fêrkariya xwepêçandanê, wê dibin navenda polêsan a li kolana Wuzera ya Tehranê.

Piştî birina wê yê navenda polêsan a ku li kolana Wuzera ya Tehranê ye, li gorî daxuyaniyên jinên ku di heman demê de bi Jîna Emînî re li navenda polêsên exlaq bûn, Jîna Emînî ji aliyê heman hêzên ku wê desteser kirine bi awayekî giran hatiye derb kirin.  Jiber sedemên derbên ku li serê Jîna Emînî dikeve, di êvara 13ê îlona 2022an de piştî ku jiber êşa serê xwe bêhiş dibe dikeve erdê û wê sewqê nexweşxaneya Kasrayê dikin.

Malbata Emînî daye zanîn ku di dema girtina keça wan de alozî derketiye û rayedarên ewlehiyê li birayê wê xistine. Xalê Emînî anî ziman: “Birayê Jîna Emînî li wir bû û dema xwest desteserkirina xwîşka xwe asteng bike, gaza rondikrêj avêtine wî û li wî xistine.

Derb kirina ji aliyê polêsên Îranê ve

Jinên ku bi Jîna Emînî re hatine binçavkirin diyar kirin e ku ji ber li hemberî heqaretê ji aliyê polêsên ku wê girtine, Jîna li ber xwe daye derbên giran lêdanê û hatiye îşkence kirin.

Piştî du saetan agahî ji birayê wê re tê ku Jîna bi ambûlansê ji polisxaneyê derxistine. Hatiye ragihandin ku Jîna ji aliyê polîsên Îranê ve hatiye derb kirin û ji ber derb ên li serê wê ketiye û xwîn rijiyaye ser mejiyê  Jîna Emînî.

Lê birayê wê Kiyareş dibêje; “Li ser û lingên Jîna Emînî birîn û şopên lêdanê hebûn.  

Şehadeta  wê

Hejmarek bijîjkan li ser bingehê nîşaneyên klînîkî ku di nav de xwînrijîna ji guh û birînên ku di bin çavan de heye ragihandin ku birînek mêjî ya Jîna Emînî heye.  Tomografiya serê Jîna Emînî ku aliyê hacktivîstan ve ji komputerên nexweşxaneyê hatine derxistin, şikestinek hestî ya ser, hemorrajî û edema (perç) mejî nîşan dide.

Bavê wê Emcet Emînî diyar kiriye ku di dema teşhîsa keça wî de tenê rû û lingên keça wî nîşanê wî dane. Destûra ku li laşê Jîna binêrin ka şopên birînan heye yan na, nedane malbata wê. Bavê wê di axaftina xwe de tîne ziman ku li ling û rûyê Jîna Emînî birîn hebûn. Dema bavê wê ji nojdaran pirsa birînên ling û rûyê wê dike, bersiva “emê lê binêrin we agahdar bikin” hildide. Lê mixabin heta niha rapora sedemên birînên li laşê Jîna Emînî ji aliyê rayedarên Îranê ve bi malbata wê re nehatiye parvekirin.

Jîna Emînî, piştî sê rojan di 16ê îlona sala 2022an de li Nexwexaneya Kasrayê

 ku li ser Kolana Alvand a li Qada Arjantîn

 a Tehranê ye, jiyana xwe ji dest daye.

Xwepêşandanên li dijî kuştina wê 2022 

Dîmenek ji xwepêşandanên dijî kuştina Jîna Emînî, li ser rêya Kesawerz a Tehranê.

Piştî Şehadeta Jîna Emînî li bajarê wê, bajarê Seqizê jî ku di nav de ye li gelek bajaran xwepêşandan hatin lidarxistin. Di demên destpêkê de komek ji niştecihên Tehranê li nêzîkê Nexweşxaneya Kasrayê kombûn siloganên wekê “Bimre dîktator” “Polîsên exlaqê kujer in” “Kesên ku xwîşka min kuştiye ezê wê/wî bikujim” “Em bi xwîna te sond dixwin Mehsa, dê Îran azad bibe” “Xamineyî kujer e, desthilatdariya wî betal e” û “Zexta li ser jinan ji Kurdistanê heta Tehranê” anîn ziman.  Piştî mirina Jîna Emînî roj bi roj xwepêşandan û meş li bajarên cuda zêdetir bûn û li seranserê Îranê belav bû.

Li ser medyaya civakî

Girtin, îşkencekirin û kuştina Jîna Emînî ji aliyê Polîsên Exlaqê ve li ser torên civakî bû sedema nerazîbûnan. Di vê demê de, hashtag #MahsaAmini bûye yek ji hashtagên herî tweetkirî yên tweetên farisî. Hejmara tweet û retweetên van hashtagan heta 9ê Çirîya pêşîn a (Cotmehê) 2022an ji 200 milyonan derbastir bûn.  Hinek hûnermendên jinên fars, kurd û hûnermendên jin ên ji neteweyên cûda jiber kuştina Jîna Emînî bi birîna porên xwe nerazîbûn û bertekên xwe nîşan dan.

Belê di 16’ê Îlona 2022’an de Jîna Amînî çima ji aliyê rejîma Îranê ve hate şehîd xistin?   A rastî pirsgirêk ne ew ku porê Jîna ne li gorî wan hatibû pêçan li gorî sîstema îranê jin divê tune be. Jin di bin çewisandinê de be û mafên wan tune be. Divê jin bê îrade û bê maf bin. Ew çi dixwazin jin wê bikin, dema jinek ne li gorî wan be divê were qetil kirin. jixwe qetla jinê ji xwe re xwezayî dibinin, ji ber ku jin li gel wan wekî mirov nayê dîtin.

 Rejîma îranê ji porê jîna Amînî ditirsiya.

Dema jinên mîna Jîna Emînê yên azad û xwedî kesayet derbikevin û ji rejîmê re bêjin hûn nikarin karê xwe bi me bînin, emê wekî jin li gorî dixwazin jiyan bikin, kes xwediyê me nîne, em aîdê xwe ne û xwediyê xwe ne, li wir desthilatdariya wan a hişmendiya zilamê 5000 salan hate rûxandin.

Ji ber van nêzikatiyên wan di pêngtiya jinên ciwan ên Kurd de serhildanên jin jiyan azadî hatin destpêkirin.

Li Îranê her roj li bajarên cuda gel dadiket qadan,  taybet  jin dadiketin kolanan û li dijî hukumetê dirûşm davêtin. Hukumeta Îranê ya bê qanûn her roj li kolanan jin qetil dikirin. Bi şeş fîşekan Hadis Necefi kuştin û fîşek li serê Mahsa Mogoi a 18 salîdan û ew jî kuştin. Li gor hin daneyan ji heştî kesî zêdetir mirov di van çalekiyan de hatin qetil kirin.   çalekiyên bêîteatiya sivîl cara yekê di 12 tîrmeha sala 2022’an de piştî qetilkirina Jîna Emînî li giştî cîhanê di bin dirûşmeya jin Jiyan Azadî de dest pêkir.

  Di çalekiyên Mijdara sala 2019’an de jî herî kêm 400 jin hatibûn qetil kirin. Dayîkên kesên di van çalekiyan de hatîn qetil kirin, wekî “dayîkên Khavaran)dihatin nasîn. Her meh li malekê kom dibûn û bi awayekî zindî diketin medya civakî û hesab dipirsîn. Di Îranê de heta roja me ya îro, çi nerazîbûnên li dijî rejîmê pêş ketîn di pêşengtiya jinan de pêş ketin e. Jinên ku ji aliyê rejîmê ve xwestin ji nedîtî ve werin dîtin û tüne kirin, agirê serhildanê pêxistin û di têkoşînê de di refê herî pêş de cî girtin. Ev dîrokekî wisa ye ku, yên herî tüne tên hesibandin, têkoşîna herî mezin a hebûnê didin meşandin.

 Jin ne tenê paçên li ser xwe, paçên li ser wê hişmendiya qirêj a nêr jî radikin. Lêpirsîna zagonên wekheviya cinsî esas nakin jî didin ber lêpirsînê û mehkûm dikin. Dihêlin ku civak û jin bikevin ferqa xwe. Balê dikşînin li ser mafê her zindiyekê û mafê jinên jî yên ji çêbûnê de pêwîste hebin. Her ku jinan li berxwedan ev berxwedan ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî her derê îranê bû û ji wir jî belavî her aliyê cîhanê bû.

Her ku ev çalekiyên di bin dirûşmaya jin jiyan azadî de li cîhanê belav bûn, ewqasî Jîna Emînî bêmirin bû û jin li mafên xwe xwedî derketin. Van çalekiyan di rejîma Îranê de jî hejandinek da çêkirin.

Dema ku çalekî li cîhanê belav dibûn, Muhafizên Şoreşa Îranê jî li Rojhilatê Kurdistanê bi îha û fuzeya qetlîam çêdikirin û gel di qir kirinê re derbas dikir. Jinekî ducanî dema birîndar bû, welîdî, destpêkê de ew, dûre jî zaroka wê can da. Li Îranê dema tu kurd be, mixalîf be û jin be, ji bo te jiyan nîne. Her tim tu di bin xeteriyê de yî.

   Îslama siyasî tenê xwe di fikire, li gel wan mafê jin, zarok û mirovan nîne.

Rejîma Îranê

Di heman demê de divê em ji bîr nekin ku piştî şoreşa îslamî ya sala 1978-1979, her tiştên wan li dijî jinê bû. Li gorî şerîatê dimeşîn, mafên mirovan, mafê jin û zarokan li gel wan nîne. Mafê kêm netewan nîne, azadiya fikrî nîne, ger em bihijmêrin lîsteya tiştên neyî dawî lê nayê. Tenê azadî ji bo rêveberiyên li wer heye. Dilê wan dixwaze xelkê dardedikin.  Li wan dixin û nahêlin wekî mirov jiyan bikin, ev jî dibe sedem ku bertek û acizî di mirovan de çêbe. Û her derfetê de li dijî vê sîstema faşîst radibin li ser piyan û azadiya mafên xwe dikin.

  16ê Îlona 2022an rojek werçerxan e di têkoşîna azadiya jinan de.

Belê vê şoreşê mohra xwe li destpêka sedsalê da ye û bi vê şêwazê jî diyar kiriye ku wê ev sedsal bibe sedsala azadiyê ya jinan. Felsefeya Jin Jiyan Azadî bûye nexşerêya şoreşa vê sedsalê.

Heqîqeta vê Rêber Apo diyar kir û got ‘wê sedsala 21an bibe sedsala azadiya jinan û azadiya civakê’. Em dibînin dengekî ji bajarekî biçûk ê Kurdistanê ber bi herêmê û cîhanê ve olan da. Wekî bahozekê xwe li dilê hemû jinan pêça  û girt nava xwe. Bû lêgerîna heqîqeta windabûyî ku her jinek di kûrahiya dil û mejiyê xwe de li pey lêgerîna wê bû.

Di heman demê jî çima ev serhildan ew çend bi bandor bûn? Çima ev serhildan ev çend bû îfadeya hemû civakê? Ji ber pirsa jinê ji ya netew, mezheb, welat, ziman, çandê wêdetir pirseke civakî, îdolojîk û siyasî ye. Pirsgirêkeke dîrokî û rojane ye. Li îranê bi qanûnên şerî’etê , li Efganîstanê Talîban, li Şengalê DAIŞ, li Efrînê çeteyên Erdogan û li Nîjeryayê Boko-Haram bi navê namûs û kevneşopiya civakî ya feodal; bi navê îslama radîkal li dijî jinan kiryaran pêk tînin. Li Rojhilat kuştina Şilêr Resûlî û Jîna Emînî jî di encama vê hişmendiyê de pêk hat. Şilêr ji bo ku destdirêjî li ser nebe, ji pencereya mala du qatî de xwe avêt û jiyana xwe ji dest da. Jîna jî di encama derba Geşta İrşad ku li serê wê dabûn şehîd bû. Her du bûyer jî îfadeya çanda tecawizkar, di bin navê namûsê, qanunên şerîetê û îslama tundraw de pêk hatin. Di van salên dawî de bi sedan bûyerên bi vî şêwazî çêbûn. Dema em pirsgirêkên jinan didin gelhev di şêwe de cuda be jî hemû bi armanca qirkirina jinan pêk tên. Dewlet bi siyaseta qirkirina jinan dixweze pêşiya civakê bigire. Metirsiya herî mezin ji bo sîstema desthiltdar jî jinên azadîxwaz in. Bi van rêbazan dixwazin jinan li gorî zihniyeta heyî terbiye bikin, bitirsînin û sînordar bikin. Lê berteka ku civakê nîşan da, diyar kir êdî wê bêdeng nemînin.

Piştî 44 salan jinan serî hilda

Piştî çil û çar salan êdî jinan rewş û şêwazê hebûna xwe ya di nava pergalê de qebûl nekir û serî rakirin. Kuştina Jîna û bûyera Şilêr Resulî vekirina serê meseleyê bû. Qetla Jîna bû destpêka jiyana nû. Jinan bi îfadeya felsefeya Jin Jiyan Azadî diyarkirin ku ew yên xwe ne, ne yên ti kesî ne û gotin Êdî Bes e. Di nîv sedsalê de gelan û jinan li Îranê ev her du şoreş kirin. Şoreşa 1979an bi pêşengiya gel û jinan pêk hat. Lê piştre bi gotina Şîatî û bîrdoziya îslamî şoreş ji xeta wê derxistin.Bi vî rengî qulipî dijberî civakê û hemû jinan. Ya duyemîn jî şoreşa Jin Jiyan Azadî ku bi heman lêgera azadî û demokratîkbûnê hate destpêkirin. Bêguman çavkanî û bingehê vê şoreşê tekoşîna jina kurd e ku çil sal e bi felsefeya Jin Jiyan Azadî li Kurdistan berdewam dike. Mirov dikare bêje çavkaniya herî mezin a şoreşa jinê ya li Îranê Kurdistan e. Kurdistan bingeh û îlhama vê serhildan û şoreşê ye. Civak û jin di Îranê de xwedî dînamîk û hêzeke nebes a serîrakirin û têkoşîna li hemberî serkutkarî û desthilatdariyê ne. Lewma dengê ku li Kurdistanê bilind bû hemû civaka Îranê li dora têkoşînê kom kir. Helbet xisleta jinê ya civakî û rola wê ya dîrokî sebeba sereke ya vê yekîtî û giştgîrbûna serhildanan bû.

Beşên civakê hemû tevlî şoreşê bûn

Şoreşê bi kuştina Jînayê destpê kir û hemû beşên civakê girt nava xwe. Herkes di beşa xwe de tevlî bû. Beşa civakê ya di kolanan de şev û roj çalakî pêk anîn birîndar bûn, şehîd bûn û beşek ji wan ji çavên xwe bûn, gelek  ji wan hatin girtin, îşkencekirin, darvekirin. Esas wan berxwedêran hişt heta îro şoreş mayînde bibe. Yên dî bi hunerê; mûzîk, aheng, pênûs û kamerayên xwe piştgirî dan şoreşê. Van hunermendan rastiya ruhê şoreşê û hovîtiya dewletê bi cîhanê re parve kirin. Bêguman şoreş bedel dixweze. Gel û taybetî dayîkan ev bedel dan û hîn jî didin. Dayîk bûn parêzvan û hêza domdarbûna şoreşê.  Şehîd bûn havênê şoreşê û bi bîranînên wan hîn ev ruh civakê li dijî rejîmê li ser pêyan digire. Her bedelek bû nirxeke hevbeş ê şoreşê, civak hemû li dora wê kom bû û azweriya ji bo serxistina şoreşê bilind kirin û serhildan domdar kirin. Merasîmên bîranînên şehîdan êdî wekî çandekê bi berdewamî pêk tên. Gelek tişt bi vê şoreşê re wekî çand, rê û resim lêhatin. Tişta bû çand ne gengaze ku ji holê bê rakirin. Ew çand dibe bîr, herdem di mejî û ruhê civakê de dijî. Ya sereke ew e ku şoreşê çandekî nû di civakê de ava kir. Tirsa ku rejîmê bi kiryar û siyaseta xwe ava kiriye bi têkoşîna nifşên nû, jin û xortên ciwan ji holê hat rakirin. Berovajî ev hêza têkoşer bi xwe bûye tirsek mezin ji bo rejîma sêdarê ya Îranê.

Têkoşîna jinan erşê rejîma îranê hejand

Ya rastî li pêşberî vê şoreşê lingên sîstema rejîma Îranê yên bingehîn hejiyan û tirseke mezin di wan da jiyan bû. Ti êriş û hêzekê ne ji derve de, ne jî bi şêwazekê li hundir nekarî vê bike. Lê jinan ev kir. Li şûna dewleta Îranê bikeve nava hewildana pêkanîna daxwazên jinan û civakê dest bi serkutî, milîtarîzekirin, qedexekirin, kuştin û girtinan kir. Ji ber sîstem alternatîvekî demokratîk û azadîxwaz napejirîne. Ji derveyê van kirinan ji destpêka meha Adarê heya demekî dirêj keçên xwendekar jehrî kirin. Piştî wê pêla girtin û sêdareyê xurt kirin û ji bo pêşî li rastiyan bigirin gelek rojnamevan, aktîvîstên jin girtin ku hîn jî di girtîgehan de ne. Her wiha wê demê bi kuştinên namûsî xwestin rojevê tijî bikin. Her kes dizane ev kiryar hemû bi destê dewletê pêk tên. Ji bo pêşî li têkoşîna jinan bigirin her carê bi rêbazekî qirkrina jinan pêk tînin. Di demekê de ku herî zêde jin di nava têkoşînê de cih digirin û pêşengiya herî mezin ji bo azadî û demokrasiyê dikin kuştinên namûsî pêk tên. Armanca van tirsandin, perçiqandin û bêbawerî û bê-îrade hiştina jinan e. Ev hemû bi destê mêr têne kirin. Jinên ku xwe dikujin jî dîsa di encama zihniyeta desthilatdar û serwer de vê dikin.  Li hemberî gûhertinên ku şoreşa Jin Jiyan Azadî di hêla civakî û çandî de bixwe re anîn, rejîm ketiye nava bêçaretî û tengasiyeke mezin. Dewlet hîcabê wekî qanûnekî şerîatê li hemberî jinan bikar tîne, bi vî şêwazî dixwaze jinan bêdeng bike. Lê tekoşîna jinan a li hemberî hîcabê di esas de ya li hemberî hemû qanûnên li dijî jinan e. Hîcab di qanûna dewleta îslamî ya Îranê de wekî sembol û tabûyek e. Eger ew tabû û sembol rabe, vê wekî hilweşîna xeleka bingehîn a pergala xwe dihesibînin. Lê di milekî din de jî bi wê zexta hîcaba bi zorê dixwaze têkoşîna jinan teng û sînordar bike. Di rastiya armanca sepandina hîcabê de esas perdexistina ser mejî û rihê serhildêr ê jinan heye. Ji ber tekoşîna jinan niha herî zêde dewlet di nava zorî û tengasiyê deye. Herwiha qanûna hîcabê qanûneke îdeolojîk e. Jin jî pir îdeolojîk li hemberî wan qanûnan derketin. Ev dijîtiya jinan a li hemberî vê qanûnê derbeyeke mezin li rejîma Îranê da ye. Helbet rabûna jinan li hemberî rejîmê şerekî azadiyê ye. Meseleya azadiyê jî ne meseleyekî madî û şeklî ye. Meseleyekî ruhî, fikrî, zanistî ye. Jinan bi asta zanîna xwe, azadiya xwe û ya civaka bindest îfade kirin û ji bo vê têdikoşin û gelek bedel dan û hîn jî didin.

Destkeftên şoreşa Jin Jiyan Azadî

Piştî şoreşa 1979an cara yekê ye ku dewlet li hemberî çalakiyên jinan rûbirûyî tengasiyên mezin dibe. Bi taybet li hemberî bê-hîcabiya jinan dewletê malbatên rayedarên xwe birin ji bo xwepêşandanan bikin û li dijî jinan helwest raber bikin. Bi taybet hewl didin bi hêza jinên navpergalî vê bikin. Ji bo vê divê jin tekoşîna xwe ya li hemberî pergalê berfireh û bênavber bikin. Bêguman daxwazên jinan ne tenê têkildarî hîcabê ye. Hîcab meseleya li ser sehnê ye, lê di rastiyê de jin di Îranê de daxwaza azadiya fikrî, siyasî, beyan û ruhî dikin.  Ji dewletê hêvîkirina vê jî helbet dê pirsgirêkê çareser neke. Li hemberî her nêzîkatiyeke ku bi zihniyeta zayendîperest tê kirin têkoşîn û gihiştina mafên xwe yên rewa ya herî rast e. Ji ber her helwest û pêkanînên li ser jinan çavkaniya xwe ji hişmendiya mêrsalar digire. Jin bi mîsogerkirina azadiya xwe, wê azadiya civakê jî mîsoger bikin. Vê şoreşê bixwe re çi anî, ev gelek giring e. Di serî de hêvî û baweriyeke gelek kûr di jinan, azadîxwaz û demokrasîxwazan de ava kir. Hevgirtinekî demokratîk a gelan li dora banga azadiya jinan xwe kom kir. Di gelek qadên jiyanê de gûhertinên zihnî çêbûn û jinan karî xwe îfade bikin. Çand û îfadeyeke nû di civakê de çêkir, di ziman û wêjeya jiyanî û siyasî de gelek tişt hatin guhertin. Peyvên ku îfadeya zayendîperestiyê dikin kêm dibin. Ev şoreş di heqîqeta xwe de şoreşa zihnî, ruhî, çandî û civakî ye. Ji ber bingeheke kûr a îdeolojîk û dîrokî heye. Şoreşeke ku hemû beşên civakê girtiye nava xwe û ber bi jiyaneke nû ve diherikîne. herka jiyanê bi çand û zihniyeteke nû ya demokratîk û wekheviyê tê hûnandin. Şiyariya di dil û mejiyên mirovan de ava kiriye dê ti carî neyê lawazkirin. Berpirsyariyeke mezin xist ser milê her azadîxwekê û pêşengên civaka demokratîk. Hişmendiya neteweya demokratîk li ser hîmê paradîgmaya civaka ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê di civaka Îranê û Rojhilat de bû rêya alternatîf ya xilasiya ji wê kevneşopî û pergala dewletî.

Ewropa û Amerîka tawîzan didin Îranê

Li gel van pêşketinên şoreşê, çawa ku civakê destûr neda ti kes li ser esasê berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê şoreşê bike malê xwe û zemîna desthilatiya xwe berfireh bike, pêwiste ji niha û şûnde jî destûr nedin ti hêz û alî li ser têkoşîn û bedelên ku civakê di oxira şoreşê de dane xwe bide axaftin û jiyîn. Niha di rewşeke wiha de ku gelên Îranê li ser piyan e, daxwaza azadî û demokrasiyê dike, welatên Ewropa û Amerîkayê ji bo berjewendiyên xwe tawîzan didin Îranê. Nêzîkatiya wan welatan diyar dike ku ti derdekî wan têkildarî mafên mirovan û daxwazên gelên Îranê yên demokratîk nîne. Di rewşekê de ku têkoşîna jinan û gelan rejîmê lawaz dike û mecbûrî çareseriyê dike, ev hêzên hegemon ên dinyayê jî bûne boriya nefesê ji bo Îranê. Lê divê ev neyê jibîrkirin şoreşa ku jinan û gelan pêşengiya wê kiriye herdem bi ser ketiye. Niha di rastiya Rojhilata Navîn de, di şexsê Rojhilat û Îranê de ev rastî xwe îfade dike. Bi hemû jinên azadîxwaz û taybetî bi jinên Îranê re, em ê bênavber heta serkeftinê şoreşê bibin û mîsoger bikin. Hem em ê li hemberî hişmendiya dewletî ya rasterast li ser jinan tê sepandin têkoşîna xwe berfireh bikin, hem jî em ê li hemberî hişmendiya feodal, cinsiyetperest û namûsê di nava civaka xwe de perwedeyê pêk bînin û guhertinan çêkin.

Di pêşengiya jinan de şoreşa gelê Aryayî

Çawa bihara Ereban di pêşengiya gelan de çêbû, niha jî di pêşengiya jinan û gelên Zagrosî de şoreşa civakî û jiyana nû û sosyalîst a gelê Aryayî pêş dikeve. Jin hêz û dînamîka bingehîn a gûhertin û vegûhetinê ne. Ji bo civakeke azad û demokratîk nirx û destkeftiyên jinan di oxira wan de gelek bedel dane, wê bi şoreşa Jin Jiyan Azadî ber bi serkeftinê ve bibin. Hemû kiryarên li ser jinan wê bibe sebeba herî mezin a têkoşîna rizgariyê. Ev şoreş dê bibe ronesansa Rojhilata Navîn a serdema nû. Di salvegera şoreşê de pêwiste xwedîderketin û beşdariyeke ji her demê zêdetir çêbibe. Şoreşa azadiyê di kesayeta jinê de şoreşa her kesekî civakê ye. Bi vê hest û berpirsyariyê wê ruhê şoreşê bi serhildanan geş û bilind bikin.

Niha jî jinên Afxanî û yên suwêda li ber xwe didin, ev ne tiştekî ji xwe bere û hemû bi hev re girêdayîne, wê jin vê cihana heyî biguherin.

Em cardin dibêjin jin jiyan azadî û wê jin şoreşê pêkan bikin.

 

 

Back to top button