Gotar û hevpeyvîn

Hevrîn xelef şehîda demokrasî û wekheviya gelan e

Sikrtêra partiya pêşeroj  a  suriyê Hevrîn Xelef, di despêka şoreşa rojavayê kurdistanê de di nava lêgerîna azadiyê de bû , herdem di nav hewildanan de bû ku civakê bi rêxistin  û zana bike ,Hevrîn Xelef di panzdehê mijdara 1984 an de li bajarê Dêrika hemko a li herêma cizîrê ku dikeve rojavayê kurdistanê de hatiye dunyayê.

Hvrîn Xelef di nava malabateke welatparêz de mezin bûye û piraniya malbata wê di nav kar û xebata tevgera azadiyê de ne ,Hevrîn xwendina xwe ya seretayî ,navîn û amadeyî li dibistanên dêrikê bi dawî kiriye û di sala 2009 an de beşa endezyariya çandiniyê li zanîngeha Helebê bi dawî kir.

Piştî bi dawîkirina zanîngehê,li herêmên rêveberiya xweser dest bi xebatê kir.wiha herdem  hest û ramanên  xwe bi lêv dikir (( beriya hertiştî yekbûna surî û axa suriyê ye û heya ji destê me bê emê ticar di şêwazê kar û xebata xwede perçebûnê nedin çêkirin çi rojhilat be çi jî rojava be hemû jî xaka suriyê ye emê nehêlin ku  perçe bibe)) lewra Hevrîn Xelef di sala 2012 an de ew yek ji damezrînera weqfa zanist û ramana azad bû,piştî şoreşa Rojavayê kurdistanê despêkir Hevrîn dest bi lêgerîna azadiyç kir ‘ ciyê xwe di gelek sazî û desgehên Rêveberiya xweser de girt ,herî dawiyê jî di sala 2017 an de piştî rizgarkirina bajarê Reqa yê ji çeteyên Daîş ê Hevrîn Xelef weke sikrtêra a partiya pêşeroj a surya yê hat hilbijartin di nava du salan Hevrîn kedeke mezin di avakirina partiya pêşeroj a surya yê de da û gelek kar û xebat dan meşandin ,jibo avakirina suriyeke demokratîk û ne navendî herwiha tekoşîn dida jibo avakirina wekheviyê di nava hemû pêkhateyan de di heman demê de li ser asta Bakur û Rojavayê suriya yê xebat dida meşandin di heman demê de bi zanebûn û berxwedana xwe jibo hemû jinên cîhanê bibû mînak a jina azad û berxwedêr .di sala 2018 an de derbasî dewreyek perwerdê a birdozî bû di nava wê perwerdeyê de bû xwedî roleke pêşeng jibo rêhevalên xwe de bi taybet di mijara rihê hevaltî jiberkû ev ast û zanebûn bi zanebûn qezenc kiribû lewra herdem xwedî wê seknê bû ku jibo hevalên xweyî jin bal dikşand û dihat heskirin,jiberku ticaran ferq û cudahî nedixist nava rêhevalên xwede bi her kesî re di nava dan û standinê de bû, ne naskirina ji derdor re jê re nedibû asteng ku bi wanre dest bi hevaltî neke lê belê bi dilekî mezin û bi feraset û zanista civaka azad û demokratîk bi herkesîre bi her netewî re ked dida daku bi wanra di nav têkilî û danûstandinê de be lewra ev sekna wê di nava têkilî , hevaltî û ramanên wê de jî diteyisand,dibû bersiv ji pirsên jinan û rêhevalên xwe xwedî felsefeyeke a jiyanê pir bi hêz bû lewra jinan bi hêviyên pir mezin berê xwe didan Rêheval Hevrîn jiberku dikarîbû hest û derûniya jinan di roniya çavçn wande bixwîne û fêm bike jiberku li aliyekî dibistan beşa Endezyarî xwendibû di heman demê de parêzname û felsefeya rêber Apo fêm kiribû û xwe  têde kur kiribû lewma dikarîbû ku jiyanê û mirovan bi taybet jin û civakê bi ziravî analîz bike û weke jinekê her di nav hewldan û tekoşîn û şer debû daku jinan ber bi xwe naskirin û xwebûnê ve bibe lewra Hevrîn bi vê sekna xwe bû mînak di ruh û mejiyê bi hezaran jinan de hat neqişandin .

Lewra ev sekna Heval Hevrîn hişt ku dijmin jê bitirse bi êrîşên hovane bide pêşxistin di şexsê wê de êrîş li ser hemû jinên ku fikrê Rêber Apo fêm kirine û hemêz kirine .bi ruhê berxwedana Rê heval  Hevrîn emê kar û tekoşîna xwe bidomînin heya em bighêjin sekeftinê .

12-10-2021

Back to top button