BelgeRapor

panorama salê

-Kordînasyona kongra Star

Li Rojavayê Kurdistanê û di sala 2005’an da jin di nava tevgereke xweser û dûrî zihniyeta mêr da dest bi birêxistinkirina  xwe  kirin, ev tevgera yekemîn bû ku jin xwe di nava xwe de bi rêxistin kir û bi tenê di nava xwe de bi navê “Yekîtiya Star” di despêka tevgerê de ji hawirdor ev tevger jiber zexta dijminên derdor nikarî bû bi rihetî kar û xebata xwe berfireh bike jiberku armanca sîstema desthilatdar ewe ku jin ji dervî kare malê nikaribe xwe bidin ava tu kare piratîkî siyasî leşkeri de bi cih bike

jıberku  jin ji bo maf û doza xwe û civakê dixebitîn. Tevî şert û mercên dijwar û girtina jinan jî. Lê dîsa jî dev ji daxwaza mafên xwe bernedan. Û jin di hemû qadan de xebat û xwe birêxistin kirin. Li ser vê bingehê Yekîtiya Star xebatên rêxistinkirin û hişyarkirina hemû beşên civakê dikir; “Jin û jina ciwan, ciwan û malbat” ji ber ku dibîne bê rêxistin jiyan û azadî nabe. Û  Yekîtiya Stara heta şoreşa “19’ê Tîrmehê” şoreşa jinê bi rêxistin kir û xebatên xwe berdewam kir. Ji ber ku yekemîn kesa ku derketiye qadan û dirûşme û daxwaza bidestxistina şoreş û aştiyê kiriye jin e, ku fikir û hebûna xwe ji ramana azadî û aştiyê ya ku beriya çil salan ji bo bidestxistina şoreş û azadiya xwe digre dest. Di heman demê de dayik û têkoşer bû, keda jinê di hemû astan de berfireh bû û bû sazî, rêxistin û civak ji her alî  ve bi rêve  bir û bi rêve dibe . Piştî kongra  şeşemîn a Yekîtiya Star ku dı 20/2/2016 an de pekhat, ji ber ku zemîna wê ya rêxistinî mezin bû, navê wê ji yekîtiyê bû kongre û dest bi tevlîbûna jinan ji hemû pêkhateyan  bû  û birêxistinkirina wan bi rêya kongrê da kirin.

Li ser asta Bakur û Rojhilat ne tenê jinên Kurd xwe birêxistin dikin, jinên hemû pêkhateyên li herêmê dijîn, gelek rêxistin û kom hene ku jin di nava wan de pêşeng bûn. Ji komunan bigire heta meclîsan, ji çalakiyên siyasî bigire heta çalakiyên dîplomatîk, çanda rêxistinî, parastin. Li herêmên rizgarkirî jin di bin banê- Sîwan, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Rêxistina Sara ku parastina mafên jinan dike, li hev civiyan. Meclisa Jinên Sûriyeyê, Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. 20.10.2020 Heştemîn kongr a Kongra Star bi beşdariya bi sedan jinên ji hemû pêkhateyên herêmê û derveyî herêmê hate lidarxistin û di çarçoveya vê kongrê de li ser avakirina (13) komîteyên kongrê li hev kirin, Û her yek ji van komîteyan bi awayekî taybet û bi bandor kar dike.her wıha  komîteyên ekolojî, malıye û tendirustiyê hatine aktîvkirin û rola Komîteya Ragihandinê jî hatiye aktîvkirin da ku di çarçoveya kongrê de bi awayekî berfireh kar bikin. Hemleyên ku hatin  biriyargirtin hemleyên “Ji dagirkerî û qirkirinê re na, em ê jin û jiyanê biparêzin, Û çalakiyên mezin di bin sîwana van hemleyan de hatin lidarxistin û li ser asta hemû Kanton, bajar, bajarok û gundan semîner hatin dayîn û hemû pêkhateyên gel, jin, mêr û ciwan dı van semineran de cıh gırtın  û perwerde di van mijaran  hatın dayîn,xwe parastin, parastina rewa û amadekariya şoreşê û şerê gel ê Şoreşgerî û bi awayek çalak  rola jinan di pêşengtiya van hemleyan de. Li alıyê din lidarxistina civînên berfireh li hemû herêman û nîqaşkirina metirsiya dijmin û rûbirûbûna êrîşan û hişyariya ku ev binpêkirin binpêkirina mafê mirovahiyê ye. Di çarçoveya rêze çalakiyên vê  hemleyan de organîzekirina meşan û şermezarkirina êrîşan. Û lidarxistina semîner û atolyeyan, ji bilî hemleya”Dem Dema Azadiyê ye”.û Bûyer jî bi rêbazên dersên ku mijarên wê sereke li ser jiyana Rêbertî, tecrîda li ser Rêbertî, mîtîng, semîner dihatin dayîn, Di hevdîtinan de behsa şerê taybet ê dijmin û rêbazên hovane yên ji aliyê dijmin ve tê kirin. Kongra Star di heman demê de hemleyên din ên bi navê ” hemleya 8’ê Adarê, hemleya 25’ê Mijdarê” da destpêkirin. Van bûyer û çalakiyan rolek girîng lîstin, ji ber ku di vê rojê de serdana bi sedan malan hatin  kirin û mijarên têkildarî jinan nîqaş kirin û bi dehan semîner li gund, bajarok, navçe û bajaran hatin dayîn û bi mebesta vê hemleyê jibo meşen  mezin kolan hatin xemilandin, û çand vejînkirin û cil û bergên kevneşopî li xwe kirin,bi taybet di  8ê Adarê de. Festîvalên mezin ên çandî ji bo vê rojê, lidarxistina semînerên mezin ji bo diyarkirina vê rojê, bi rêya têkiliyên dîplomatîk, li darxistina semînerên mezin bi jinên dîplomatîk re, li ser van mijaran perwerdê ji  jin û meran hatin dayîn. Belgekirina binpêkirinên ku bandorê li ser sivîlan li Girê Sipî, Serê kaniyê û Efrînê dike û radestkirina van belgeyan ji Neteweyên Yekbûyî û rêxistina mafên mirovan re. Daxuyanî hatin dayîn ji bo her hemleyekê bi sê zimanên sereke li bakur û rojhilatê Sûriyê (erebî, kurdî, suryanî). Û her bûyereke nû ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li hemû herêman diqewime daxuyanî tên dayîn. Ji aliyê din ve hemleya 25’ê Mijdarê ku di bin dirûşmeya “Têbikoşe dagirkerî û tundiyê têk bibe”  bi beşdariya hemû rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir û daxuyaniyek hat dayîn. bi sê zimanan, û di  nava daxuyaniyê de gelek xebat û çalakiyên ji bo vê rojê hatine pêkanîn, û ya din jî ev e ku Kongra Star di van du salan de bi vekirina dewreyên perwerdeyê ji bo mêran û bi nîqaşên berfireh  li ser asta Rojavayê Kurdistanê li herêmên (Kobanî, Şehba, Heleb ,cizîrê) ku li hemû herêman ji aliyê mêran ve ders hatin dayîn, platform û meşên xweser ji bo mêran hatin lidarxist

Di 30’ê Mijdara 2021’an de bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tûndiya li Ser Jinê ya Cîhanê li hemû herêm û bajaran di heman saetê de mêrên ji hemû sazî, pêkhate, zilamên oldar û ciwanan beşdar bûn.

Hemleyên ku ji kongra heştemîn a Kongra Star dest pê kirin, qonaxên mezin girtin. Ev bûyer û çalakî hîna jî berdewam in û heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê  û girtiyên di zindanên dijmin de ji bilî pêkanîna wekhevî û dadmendiya civakî wê berdewam bin.

Têkoşîna Kongra Star ji bo gelek jinan bûye hêviyek

Jinên Ereb dest bi rola xwe ya di Kongra Star de kirin û bi perwerdeyê li herêmên Ereban zanyarî  belav kirin. Lewra rastiya jinên Ereb guherî û gelek astengî derbas kirin, û zihniyeta zayendî di civaka Ereb de heta astekê guherî û jin ji pirsgirêkên aborî rizgar bûn, lewra rastiya jinê guherî û dest bi beşdarbûna xebatên Kongra Star li hemû astan kir, kûrkirina projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan, hêzeke ku bi zîhniyeta civakê re rû bi rû ye û gelek serkeftin bi dest xistiye, Xwe û civaka xwe di asta rêxistinî û hişmendiyê de bilind kir,Heta ku jina Ereb karîbû li hemberî rastiya ku wê sînordar kiriye serî hilde, Zewaca temen biçûk, pirjinî, tundî red kir û dawî li hemû pirsgirêkên ku azadiya wê bisînor kir, xwest mafên xwe yên rewa û cihê di  nava  hêzên leşkerî yên di nava Asayîş  û YPJ ê girtin .

herwiha Jina Ereb di dîrokê de cara yekem bêhna azadiyê kışand hinavê xwe  û bi hemû hêza xwe vejiya û azadî hemêz kir,  ji bo civakek exlaqî û polîtîk a ku jin û mêr  tê de jiyana hevpar bijîn  û pêş bixin, ji bo civakê ji zihniyeta zilamtiyê rizgar bikin, bi biryar e. Di wê de hemû jin ji hemû pêkhateyan li kêleka hev dijîn û pirsgirêkên jinan  çareser dikin, ev fikra Rêbertî ye ku doza jin li hemû aliye cîhanê  yek e.

Herêmên Ereban ên rizgarkirî ji tecrubeya Kongra Star sûd wergirtin. Rêxistina Kombûna Jinan a Zenûbiya hate avakirin. Ji ber destkeftiyên şoreşê, jinên Ereb jî weke hemû pêkhateyên din para xwe jê re heye, di saziyên xwerêveberiyê de pêşenga hevpar a biryardayînê û hebûna wan di hemû saziyan de ye. Û akademiyên ku ji pêkhateya Ereb re vekirin da ku ji perwerdeyê bêpar nemînin.

Tevlîbûna wan di nava hêzên leşkerî de û derxistina qanûna jinê jinên Ereb ji urf û adetên kevnar û naskirî parastin .

Tevlîbûn û beşdariya jinên Ereb di Kongra Star de yek jı karê xwe dibîne û wê ji gelek pirsgirêkan rizgar kir, îsal beşdarî pîrozbahiya roja jinan bû, ku heman dem tevlîbûna wan jı şahî û pîrozbahiy ku jibo  serkeftına Hêzên gerîla li herêmên  Parastina Medya li Garê bû, “Hemleya dem dema Azadî” û kampanya “Roja Navdewletî ya Têkoşîna li Dijî Tûndiya Li Ser Jinê” û mûnasebeyên  Neteweyî û perwerdeyên girtî û vekirî dît û  tevlî avakirina komîteyan  bûn û beşdarî Komîteya Çalakiyan bûn .Di hemû xebat û çalakiyên Kongra Star de bi hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re mil bi mil tevgeriyan .

1-Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star

Komîte di 1/1/2016’an de hate damezrandin û armanc ew bû ku bigihêje civakeke ku bikaribe li pêşiya hemû valahiyên ku bar û astengên li pêşiya pêşketina civakê ne raweste , bi taybetî ji bo jina ku her tişt ji civakê bi dest xistiye ji bilî. perwerde û zanîn û bê piştgirî ma û pê hesiya ku piştgiriya wê ya sereke mêr e û yê ku wê diparêze ew e û ji ber wê jî pêwîst bû komîteyek perwerdekirina jinan bê aktîvkirin, bi taybetî di nav tevgera jinan de ku jinan birêxistin dike. li qadên ku tu rêxistin û girîngiya jinan tune ye, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 1/9/2013’an de ji bo ku jin di refên xwe de bi rêxistin bike, dûrî zihniyeta zilamtiyê ku tenê jinan perwerde dike akademıya Star hate avakirin. Taybetmendiyên ku ew  guncav dibînin, ji ber vê yekê ev akademiya ku jin li ser prensîbên rêgeza edaletê têne perwerdekirin, perwerdekarên wê wekhev in,û di vê akademiyê de ê ku  van dersan didin jin in. herwiha di nava komîteya perwerdeyê ya Kongra Star de, komîteyeke wergerê heye ku li ser wergerandina daxuyanî, rapor, rêziknameya navxweyî û qerarên rêveberiyê  ku derdikevin de bi Erebî û Kurdî li ser  dixebitin. Komîta wergerandinê ji bilî wergerandina xebatên komîteyên din ên Kongra Star , li ser wergerandina pirtûka “Kuştina zilam” jî dixebite. Komîteya Perwerdehiyê ya Kongra Star di 17/11/2021 de civîna xwe ya salane li dar xist

Kar û xebatên Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star ji destpêka sala 2021’an û vir ve:

-Di nava salê de du komxebat hatin lidarxistin, yek bi zimanê Erebî û yek jî bi Kurdî.

-Vekirina sê dewreyên perwerdê  yek  ji bo pêkhateya kurd û du perwerde jî  ji bo pêkhateyên ereb .

Vekirina akademiyek din li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Bi giştî 92  dewreyên perwerdê li ser asta hemû kantonan hatin vekirin, ev  dewre girtî û vekirî bûn û 1643 kes tevlî wan perwerdeyan  bûn.

dayîna 721  semîneran  û 480 ders di akademiyan de hatin dayîn.-

Her hefte bi beşdariya 10722 jinan perwerde li komînan tên dayîn .-

Bi beşdariya 110 jinan 4003 jin li ser mijarên cuda hatin perwerdekirin .-

Û herwiha beşdarî hemû semîner û çalakî û bernameyên televizyonî û radyoyê dibin.-

2-Komîteya Aborî 

Komîteya Aboriya Jinê  a Kongra Star di sala 2015’an de hat avakirirn.  U civîna salane ya Komîteya Aboriya Jinê di 29’ê Mijdara 2021’an de hate lidarxistinXebatên Komîteya Aboriya Jinê ya îsal:

Xebata Çandiniyê:

Nêzîkî 20 hezar donim ji bo komîteyê, 20 hezar donim ji bo kooperatîfên çandiniyê hatin çandin, 3 hezar donim zeviyên avdanî bi zebeş û genim hatin çandin, li Derekê çandiniyek nû hate vekirin û du bîrên avê hatin kolandin

-Li Tırbespıyê 51 konên nû yên biyoplastîk û embarên sebzeyan hatin vedan. Dikana berhemên demsalî hat vekirin û di vê projeyê de 150 jin û nêzî 50 mêr dixebitin

Faaliyatên kooperatîfên aborî:

25 kooperatîfên çandiniyê yên jinan ku ji 800 jinan pêk tê li ser rûberek 20 hezar donim hatin avakirin.

-faaliyatên kooperatîfên firin û tenûran: Li Hesekê û Reqayê bi giştî 15 koperatîfên jinan ji bo pijtina nan hatin avakirin û 70 jin di van koperatîfan de hatin bicihkirin.

. Îsal firneyên nû li Hesekê 1, Reqa 1, Dêra Zorê hatin vekirin

-herwiha di firinên bere re jî kar tê meşandin. Nêzî 50 kes di van firnan de dixebitin. Li Dêra Zorê Komîteya Aş ji nû ve hate birêxistinkirin, encamên baş derketin holê.

-Xebatên kooperatîfa rîçal û penîr: Ev koperatîf  3 sal in li Hesekê û Derbêsiyê ji 50 jinan pêk tê û îsal ji bo vê kooperatîfê dikanek hat vekirin.

Xebata kooperatîf ên di mezinkirina û xwedîkirina  heywanên biçûk de:

5 kooperatîfên biçûk ên sewalkariyê(pez xwedîkirinê) hatin avakirin û 16 jin tê de dixebitin.

-Li Tirbespeyê kar û xebata sewalan (pez).

Hejmara pez gihîşt 950 pez û cihê ku ji wan re hatibû veqetandin ji nû ve hate çêkirin ku 1500 pez tê de hebe.

Li Reqayê 100 serî pez û 50 pez li Kobanê hatine xwedîkirin.

Kar û xebata tevnekirinê:

Atolyeya tevna Lavîn didome û îsal du dikanên nû li Hesekê û Girkê legê hatin vekirine. Hejmara dukanan derket 4 dikanan Li Kobanê dikana Lavîn hat vekirin, bi giştî 15 jin û mêr di vî karî de dixebitin.

-Li Dêra zorê atolyeya dirûtinê ku 6 kes tê de dixebitin hat vekirin.

 Xebatên Atolyeya Mobilê ya Star:

Ev atolye ketiye sala xwe ya duyemîn û 10 mêr di kargehê de kar dikin, yek li Qamişlo û yek jî li Hesekê.

-xebatên kargeha çêkirina firaxan: Li Minbicê kargeh di xizmetê de ye.

-xebatên Kargehên Şirînayî:

Li Amûdê û Helebê du dikanên şîrîniyê  girêdayî aboriya jinan e û îsal ji nû ve hatin birêxistinkirin û du dikan jî hatin vekirin. Li dikana Amûdê 6 jin têde dixebitin.

Xebatên dikanên din:

Li Girkê Legê, û Şahba, Minbic, Heleb, Dirbêsiyê du salonên kuafor û bedewiyê yên jinan, dikanên cilan û salonên jinan hene 8 girêdayî aboriya jinan û jin wan karan birêve dibin .

– Yên Ku mêr wan bi rêve  dibin li  Heleb û Şahba ne, li Derekê di nava kampan de, sê dikan hatin vekirin û karê wan baş e, li Sêmalka ev kar tê bi rêve birin, lê bi giştî  ji ber Koronayê, carinan ev kar tên sekinandin.

Xebatên dibistan û kantînê(meqsef):

Li Helebê îsal kreşek hat vekirin, ya duyemîn jî niha tê vekirin, 11 jin di vê kreşê de bi awayekî serkeftî dixebitin, li herêma Cizîrê 12 dibistan hene, 18 kantîn jî ji aliyê jinan ve tên birêvebirin.

Weke Komîteya Aborî ya Navendî li ser projeya kargeha pastayan xebat hat kirin û proje gihişt cihên pêwîst.

3-Komîteya Peyman û Têkiliyên Dîplomasî ya Kongra Star

Ev komîte di sala 2016’an de hat avakirin û navê wê Komîteya Dîplomasî ya Kongrê bû. Sedema avakirina komîteyê xurtkirina peywendiyên di navbera gelên welatên din de û ronîkirina rola jinê di hemû astan de û zelalkirina taybetmendiyên şoreşê , û ji bo ku îradeya azad a jinan di nava şoreşê de neyê şikandin. pêwîstiya wan bi piştgirî û piştgiriya rêxistinên jinan ên cîhanê hebû. Di kongra heştemîn a Kongra Star de navê komîteyê ji Komîteya Dîplomasî bû Komîteya Peyman û Têkiliyên Dîplomasî ya Kongra Star; Û ji ber ku di vê komîteyê de pêwendî û têkilî bi jin û gelên ku banga azadî, demokrasî û wekheviyê dikin re ne, ne bi kesên xwedî berjewendiyên şexsî.

Kar û xebat:

-Di sala derbasbûyî de ji ber belavbûna vîrusa Koronayê serdan kêm bûn, tevî wê yekê jî komîte bi rêya ısûlên  civakî karê xwe dan meşandin, û vê yekê rê li ber komîteyê vekir ku her ku diçe  ev komîte berfirehtir li Rojhilata Navîn  û cîhanê were xuyakirin.  Ku ev têkoşîn bıbe bersivdayîna li hemberî zîhniyeta mêr.

Kongra Star jî di pêngava hemleya li dijî dagirkeriyê ya li ser asta Rojhilata Navîn de  ku di asta navneteweyî de (( li hemberî qirkirina jinan têbikoşin emê tovên jiyanê bihûnin)).

Kongra Star jî tevlî hemleya ku  ji aliye ewrupa de hatiye bi  rêxistin”100 Sedemên Darizandina Erdoxan heye”  bû.

Şandeyek ji Fransa, Lubnan, Katalonya û Şengalê hat pêşwazîkirin .

Hevdîtina li gel berdevka Amerîkî Millie û  şopandina karê Sûriyê . –

– Hevdîtin bi rêya înternetê (onlayin)bi rêxistinên (Rojhilat), Partiya Sosyalîst a Slovenya, Partiya Sosyalîst yên Reşık li Amerîka, Rêxistina filly û (SHBS) li Brîtanyayê, pêk hat.

-Têkilî bi çalakvana mafê mirovan a Tûnisî Ûmeyma Cîbûtî, û çalakvana yemenî Nûra El-Cerawî re hatin danîn .

Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê: bi  Rêxistin, tevger, partî û kesayetên jin hatin cem hev .-

-Serdana Tûnisê û mana deh rojan li wir, gotûbêjkirina pirsên meydanî, û hevdîtin ligel rêxistinên jinan çêbû.

– Ji bo aktîvkirina mekanîzma kar li Lubnan, başûrê Kurdistanê û Ewropayê, endama kordînasyona Kongr Star serdana van welatan kir.

-Endama kordînasyonê cihê xwe di diyaloga kurdî û kurdî de girt, û xebatên diyalogê hatin pêşxistin .

Duyemîn konferansa Rojhilata Navîn dı dîroka 30,31/7/2021 an de bi amadebûna 100 mêvanan hat lidarxistin.-

Ji bo xurtkirina têkilî û dan û standinan; Piştgirî û destek dayîna. Ji gelê Kolombiyayê, RAWA yê Afganî, PUPAya ROJAVA, jinên Afganî, tevgerên jinan ên Pakîstan, Fîlîpîn, Ûrûgûay, Kenya re peyam hatin şandin û daxuyanî hatin dayîn.

– Çend dosya li ser gelek mijaran hatin nivîsandin (dosyaya di derbarê  şehadeta Hind û Saada, dosya zewaca di temenê biçûk de, şer û rewşa Girê sipî ,Serêkaniyê, bi raporek li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker. li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Li ser mijara dagirkerî û qirkirina jinan bi beşdariya tevgerên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komxebatek hate lidarxistin; Her wiha li ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê û rola jinê di nava vê şoreşê de komxebatek diyalogê hate lidarxistin-

– Başûrê Kurdistanê

-Ji bo xurtkirina têkiliyên başûrê Kurdistanê, serdana Yekîtiya Jinan, tevgerên Êzidî, jinên Partiya Keskan, jinên partiya GORAN û Berdevka(( hemleya Jinan yek Xete)) Kjal Xan hate kirin.

Parlamentoya partiya GORAN, Partiya Yekîtiya Karkeran û 2 kesên ji Komîteya Azad a Sako, jinên Partiya Keskan, çalakvan Hêro Ezaz û mamoste Goran, hatin pêşwazîkirin

Lubnan

-Peywendiyên bi Cumana Mîrî çalakvana mafên mirovan re hatin kirin.

– Serdana parêzer Safia Zaza, berpirsa beşê jinan di Partiya Sosyalîst, Yana Samirian, Jina têkoşer a Ermenî Paula Yacoubian û Cemal Wakabriel, Serokê Encûmena Libnanî-

-Û dayîna gelek daxuyaniyan ji bo navenda Netewên Yekbûyî li Lubnanê derbarê rewşa jiyana li bakur û rojhilatê Sûriyê tê jiyîn.

-Ewrupa

Kordînasyona Kongra Star û Komîteya Dîplomasî ya li Ewropayê hatin organîzekirin-

Bi tevlîbûna 49 tevgeran hemleyek ji bo jinên Efrînê hate lidarxistin-

– Beşdarbûna du civînên rêxistinên sivîl ji bo Sûriyê, yek ji aliyê Swîsre û Hollanda ve û ya din jî ji bo jinan ji aliyê endama Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ve.

Li Skoçyayê bi alîgirên jin re civîneke onlayın pêk hat.-

– Tevlî civîna ku ji aliyê maseya Parlamentoya Ewropayê ve tê lidarxistin.

 

 4-Komîteya Ekolojî 

                                                                                 

Komîte di 20ê Cotmeha 2021an de hat avakirin; Lê xebatên rêxistinî ji destpêka meha pêncan a sala 2021ê ve dest pê kir. Ji ber ku komîte di pêvajoya birêxistinkirinê de ye, piraniya kar di çarçoveya rêxistinî û lidarxistina civînan de ji bo danasîna komîteyê û armanca avakirina komîteyek taybet  a ekolojiyê a jin .

Yek ji karên herî girîng jî lidarxistina civînan li Kanton û bajarokan û nîqaşikirina mekanîzma rêxistin û xebata pêşerojê bû .

-Pênc civîn hatin lidarxistin û li ser avakirina Meclîsa Ekolojiyê hat  li hev kirin .

Nivîsandina semînerek li ser ekolojiyê ku li gundan û li akademiyan li ser mijarên cûda yên  dersan û çar ders hatin dayîn, gotarek destpêkî li ser ekolojiyê bi erebî hat nivîsandin û li ser medyaya civakî a  Kongra Star hat weşankirin .

– Der barê binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser erdnîgariya Kurdistanê û şewitandina daristanan, li ser rewşa Rêbertî û tecrîda li ser Rêbertî daxuyanî hat dayîn.

-Tevlîbûna civîn, semîner û dersên ku hatin dayîn, Ji bilî wê  tevlîbûna civînek û raporê ji bo avakirina parkek ji bo kesên astengdar hat esasgirtin.

-Tevlîbûna 10 bernameyên radyo û televizyonê ku ji aliyê ekolojîk ve gelek mijarên cuda di nav xwe de dihewîne û ya herî girîng jî ev in: “Şert û mercên zehmet ên hawirdor û tenduristiyê yên bi tecrîda li ser Rêber APO li girava Îmraliyê, danasîna têkoşîna ekolojîk, têkoşîna li dijî tundiya.” li dijî jinan ”.

– Çar caran beşdarî hemleyên paqijiyê bûn û ev kampanya bi dildarî çêbûn.

-Ji bo amadekirina çandiniyê tov hatin berhevkirin.

5-Komîteya civakî

Komîte di sala 2018’an de hat avakirin. Di nava vê komîtê de, Ewqafa Jinê û Meclîsa Jinên Olî heye. Pêwîstiya komîteyek wiha ji bo vê bû ku di nava naveroka civakê de derbas dibe, ji bo naskirina pirsgirêk û rewşa jiyanê di wê civakê de. Ev komîte ji bo bicihanîna pêdiviyên derûnî û civakî yên civakê xwe bi xebatên xwe bi rêxistin dike. Ew bêtir rêxistinî ye, û kar dike ku barê civakê hilgire ser xwe, û ji her pirsgirêkê re çareseriyên guncaw bibîne. Komîteya Civakî civîna xwe ya salane di 18ê Mijdara 2021ê de li dar xist.

Xebat û çalakiyên Komîteya Civakî ya Kongra Star a sala 2021’an

Komîteyê di hemû xebat û çalakiyên hevpar de cihê xwe girt, li gel wê jî organîzekirina komîta zarokan û komîteya astengdaran hate aktîfkirin.

Li sê Kantonan cihên vala hatin dagirtin. Û perwerdeya di nava komîteyê de berdewam bû, li kêlek vê jî tevlîbûna hemû çalakî û meşan û dayîna daxuyaniyan li gorî qonaxa ku herêm tê de derbas dibû.

255 civîn ji  giştî û saziyan re li ser mijar û demên cuda hatin lidarxistin û 150 ders bi sernavên: Jin û malbat, bêtehamuliya zayendî, tundî, xizanî, guhertina bîr û baweriyê, şerê taybet; Ev hemû ders û civîn li sê Kantonan hatin lidarxistin.

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li navçeya Amûdê 8 semîner hatin dayîn.

serdana 720  mal û 334 malbatên şehîdan hat kırın. –

-Di 15’ê Sibatê de Komîteya Zarokan bi amadebûna hejmareke zêde ya zarokan bi mebesta nivîsandin û xwendina nameyan ji bo Rêbertî beşdarî baxçeyê xwendinê bûn.

Bi beşdariya 250 zarokan ji bo rewşa tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan meşek hat organîzekirin .

– Li gundê Topzê ya ser bi navçeya Amûdê ve û bi munasebeya rojbûna rêbertî, Komîteya Zarokan şahiyek lidar xist, û 82 dar li gundiyan belav kirin. Fîlma anîmasyonî (Moana) di pênc çîrokan de hat nişandan.

– Hemleya “Na ji tundiya li ser zarokan re” di bin diruşmeya “Zarokên me hêviya pêşerojê ne” da destpêkirin û di vê hemleyê de gundên Topz, Tenûriye, kampa Newrozê, li navçeyên  Qamişlo hatin  hedef girtin.

-Komîteya astengdaran.Piraniya karên vê komîtê bi armanca bı rêxistin û tensîq ya ligel rêxistbi rêxistinên meheli û  derve re çêkirine.

-Malbatên xwedî astengdar hatin perwerdekirin.

-Weqfa Jin hemû xebatên xwe yên rêxistinî li gorî pêwîstiyên demê pêk anî .

-Perwerdeya hemşîretiyê 25 ders hatin dayîn û 427 kes ji vê perwerdê  sûdmend bûn.

. -21 perwerdeya dirûtinê bi beşdariya 356 kesan.

-10 dewreyên porjêkirinê  jıbo 151 kesan .

-Du dewreyên  perwerdeya ziman bi beşdariya 41 kesan. Çend tetbîqatên rewşenbîrî li ser mijarên curbecur ji 1525 kesan re hatin dayîn .

Ol û bawerî

-Piştî destnîşankirina rêziknameya vê komîteyê, jin di nava komîteyê de dest bi karê xwe kirin. Di nav de  Vekirina navendeke taybet ji bo jinan li herêmên Cezîrê û Firatê, bi vekirina akademiya jin û di heman demê de avakirina Meclîs û Konferansê .

Komîteyên ku ji bo Meclîsa Jin dixebitin; (Arşîv, şopandina mizgeftan, fetwa, peywendiyên dîplomatîk, perwerde, Komeleya Selam ya ya mırovî, rêveberî û rêxistin, ferheng û semîner, medya-ragihandin).

Li dijî Erdoxan li hemû meclîsên jinan hemleya  komkirina îmzeyan dan destpêkirin.

Ji aliyê Komîteya Şopandina Jinan ve mızgeft hatın  şopandin .

6-Komîteya Dadweriya-Edaleta  Civakî

(Bi têkoşîna jina azad edaleta civakî pêk tê.) Ger civak ji edaletê bêpar be, ev tê wateya tunebûnê. Ji ber vê yekê jin li her derê lê be, ji bo civak ji her tiştî bi ewle bijî, her tim jin  li wekhevî û edaletê digerin,da ku civak bi ewle bijî û ji zext û faktorên ku li ser  dibin bar .

xebat û Çalakiyên Meclîsa Jinan a Dada Civakî ya sala 2021’an

– meclîsa Jinan ji bo Edaleta Civakî sê komxebatên  perwerdeyî li ser “têkoşîna li dijî tûndiya li ser jinan” li Qamişlo, Rmêlan û Hesekê  hat li dar xistin, hejmara beşdarên komxebatan gihîşt (80) beşdaran, û di komxebatê de sê xal hatin nîqaşkirin:

– tundî, cureyên wê , sedem, çareserî û pêşniyarên kêmkirina jibo kêmkirina tûndiyê bidawîkirina vê tûndiyê , peymanê Jiyana hevbeş û cihêbûna hevseran û bandora wê li ser jin û zarokan û avakirina malbatek demokratîk – sûcên xerîbê xwezaya jinê û şerê taybet (maddeyên hişbir – fuhûş – sîxurî) .

-Piştî bidawîbûna dema qedexeyê serdana hemû dezgehên dadweriyê û civînên jinan li dozgehên edaletê û her meh civînên demkî ji bo berdevkên jin hatin li darxistin.

-Beşdarbûna semînerên diyalogê yên li ser Efrîn û Serê Kaniyê û semînera li ser binpêkirinên li dijî gel li herêmên dagirkirî û sûcên dagirker û çeteyên wê .

-Daxuyaniyên ku dagirkerî û kiryarên wê şermezar dikin, bi saziyên din re jî beşdarî nobetê dibin.

-Beşdarbûn di amadekirina pêşnûmeyên hemû yasayên pêwîst ji bo karê dîwanên edaletê û amadekirina wan ji bo erêkirina meclisa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê .

-Beşdarbûna di komîteya belgekirina sûc û binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlan li Serêkaniyê û Girê Spî.

-Xebata di komîteyê de ji bo lêkolînkirina sedemên bûyerên xwekuştinê û zêdebûna wan li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê .

– Karkirin di nava komîteya yasayî ya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji bo ji nû ve xêzkirina pirensîp û bendên bingehîn ên têkildarî jinan û sererastkirina qanûna jinê ji bo pejirandinê ji Desteya Giştî re bê şandin .

– Beşdarbûna bı Jinan a Ewqaf û Kongra Star di panelekê de li ser zêdebûna bûyerên tundiya li ser jinan dı pêvajoya qedexeya derketina derva a jibo şewba Koronayê.

-Xebat di nava komîteyê de ji bo danîna pirensîpên parastina zarokan, qanûna parastina mafên zarokan, pirsgirêkên derbarê zarokan û karkirina wan, birêxistinkirin û parastina zarokan li kampan û kesên astengdar û mijarên din ên girêdayî zarokan .

-Rêkxistina dewreyek perwerdê ji bo mêran yên ku di diwana edalet û meclisa edaletaa Civakî de kar dikin. Li ser guhertina zihniyeta zılamtî  û erkdarkirina heman kesan yên dı dewreya perwerdê de ku jibo guhertina zihniyeta mêrê serdest di roja cejna jin a cîhanê de semîneran bidin.

-Beşdarbûna gelek bernameyên radyo û televizyonê û hevpeyvînên çapemeniyê yên derbarê hemleyên hişyariyê û diyardeya tundiya li dijî jinan û gelek mijarên qanûnî .

Li gelek akademiyan  gelek semîner û dersan hatın dayîn. –

– Şehîd “Yadê Aqîde” li goristana şehîd Xebat Dêrik a bajarê Dêrikê ji aliyê Desteya Jin a Edaleta Civakî ve hate bibîranîn .

-Lidarxistina civîneke berfereh ji bo nirxandina karê komîteyên lihevanînê û rola jinan di nîvê yekem a sala 2019an de. Hejmara beşdaran zêdetirî 400 endam bû, di nav wan de nêzîkî 164/ jinên endamên silhê aştiyê ne.

-Herdu malên jinan û komîteyên lihevanînê bi armanca belavkirina zanînê û şirovekirina qanûnên jinan serdana (8496) malan kirin .

(1042)  -ders li ser qanûna jinan, zewaca bi temen biçûk, peymana Kongra Star û tundiya li ser bingeha zayendî hatin dayîn, û hejmara tevaya sûdmendan gihışt (5229).

-Li kantonên Hesekê û Qamişlo 4 rojan perwerdeyeke vekirî ji bo endamên komîteyên lihevanînê û rola jinan û hejmara beşdaran gihişte (200) endaman, û di perwerdê de mijarên girêdayî dadweriyê hatin nîqaşkirin. Cihê ku li Akademiya Kobanê hat dayîn ji (25) endam sûd gırtın .

– Ji bo aktîvkirin û avakirina komîteyên lihevanînê serdana 191 gund, bajarok û xet hatın kirin .

– 33 endamên Mala Jin tevlî perwerdeya girtî bûn, (67) endamên jin tevlî perwerdeya vekırî bûn. 31  endamên jin tevlî  perwerdê ya girtî bûn ,bi dewreya perwerdê re a li Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan beşdarî dewreya perwerdê bûn. 8 endamên jin tevlî Akademiya Jinê bûn .

-Sê dewreyên perwerdê yên  vekirî ji bo endamên ku erka wan bı rola jın û komîteyên jin yên  lihevanînê ji aliyê meclisa Jinan a Eadaletê li kantona Hesekê û Qamişlo  hatin vekirin, hejmara sûdmendan (477) jin bû .

-Endamên arşîvên bi Rolên Jinê tevlî dewreya perwerdeyê ya heft rojan a li ser arşîvkirina elektronîk bûn .

( 458) civînên rêkxistinî ji bo jinên endamên meclisa jinan bo dadweriya civakî hatin lidarxistin.

Akademî :

-Akademiya Mezopotamya ji bo Maf û Dadweriya Civakî, ku bi zimanê Kurdî ye û şeş mehan berdewam dike, (20) dadwer lı ser asta cızîrê  de mezûn bûne.

-Akademiya Mezopotamya ya qanûn û Dadmendiya Civakî bi zimanê Erebî sê meh in, sê dewre bi dawî hatin û hejmara jinên ku derçûn bûn /24/ dadwer bû.

-Bi rêzgirtina ji bo bîranîna şehîd “Yadê Aqîde” ​​hat ragihandin ku wê di 13.10.2019an de li bajarê Rmelan akademiyek bi navê wê hat vekirin .

Li Amûdê akademiya jinan hat vekirin.

7-Komîta parastinê

-130 jin tevlî perwerdê girtî bûn. 120 dewreyên vekirî bi beşdariya 1874 kesan, di navendê de 17 dewreyên vekirî hatin vekirin û 8 endam û rêveber tevlî perwerdeya Kongra Star bûn. Hefteyê du caran beşdarî perwerdehiya têkiliyên dîplomatîk dibin.

Bi beşdarbûna 15 jinan ji dewreya  disîplîna leşkerî vekir. Ji bo 20 rojan perwerdeya leşkerî ya girtî hat vekirin. Û dewreyek perwerdê din  ya 45 rojî hat vekirin, û piraniya dersên wê li ser prensîbên rêxistinî û dersên din bûn.

– 1322 civîn hatin lidarxistin û hejmara kesên amadebûyî  gehişte 3950 kesan û piraniya mijaran li ser rewşa siyasî, rewşa jinan û erkê xweparastinê bûn.

Ji 1221 kesan re 223 dersên bi mijar û nîqaşên cuda hatin dayîn. Li navendan bi xwendina pirtûkan perwerdeyê dibînin.

Dayîna dersan li gelek beş û cihan. 214 semîner û 543 civîn hatin li darxistin .

-Girîngiya jinan di mijarên cuda de. Û 36 zewacên biçûk hatin rawestandin. Pêşîlêgirtina şeş dozên pirzewacê, çareserkirina 365 dozên malbatî û zewacê, û di derbarê van mijaran de bi Kongra Star re  tensîq hatin meşandin.Û bi Kordînasyona  Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo eşkerekirina nasnameya şehîdan tensîq hatin meşandin.

-Serdana hemû sazî û gundan ji bo avakirina komîteyên parastinê û parastina berhemên çandiniyê û  alîkariya vemirandina agir bikin.

-Tevlî 66 hevpeyvîn û pêşandanên TV û 21 bernameyên radyoyê çêbûye.

-73 endamên jin tevlî hêzên leşkerî bûn.

-Bicîanîna erkê sersaxiyê 1056, û yên ji wan konên şehîdan in. Serdana meclis û malên li bajarokê Bîde  1858 malî, seredana 19195 mal û  1316  malbatên şehîdan hat kirin.

-Girtina 84 kes bi tuhmet û tawanên curbicur û radestkirina wan bo sazî û dezgehên pêwendîdar.

Tevlî konên rûniştinê 5 kon,û  ji bo Rêbertî jî hemleya  komkirina îmzeyan . Û tevlîbûna  hemû xebat û çalakî, merasîm, sinevizyon, daxuyanî, şahî  û meuzûnkırina dewreyên perwrdê, pêşangehên ku di vê salê de hatin lidarxistin û Civîna salane ya Komîteya Parastinê jî di 15/11/2021 de hat lidarxistin.

8-Komîteya Tenduristiyê

Komîte piştî kongra heştemîn a Kongra Star hat avakirin û ji bo mekanîzmaya xebatên komîteyê plansaziyên pêwîst hatin pêşxistin.

Piraniya karê komîteyê ew bû ku li gund û bajarên ku pêwîstiya wan bi vê zanıstê  heye, semîner hatin dayîn  û piraniya mijarên ku dihatin nîqaşkirin bi giştî li ser nexweşiya pençeşêrê bû  ku di van demên dawîn de di nav civakê de pir belavbûye, wek penceşêra sîngê ,herwıha seminer lı ser zayina bı emeliyatên qeyserî û zayîna xwezayî hatin dayî, li ser  nexweşıya şekır seminer hatın dayın ,dewreyên hemşîretiyê hatin vekirin ,li ser  destwerdana despêkê jibo nexweşan semîner hatin dayîn û hışyarkırın jıbo ku bı nexweşıyan nekevın û mijara herî girîng jî li ser  zewaca temen biçûk sermîner hatin dayîn.

Xebatên ku ji aliyê komîteyê ve hatine kirin:

Li Heleb û Şehbayê

Perwerdeya 40 endamên jin, ji bilî dayîna semineran li herêmê, bi beşdariya 480 jinan.

Vekirina dewreyeke perwerdeyê ya girtî bi beşdariya 61 jinan, dewreyeke vekirî jî bi beşdariya 15 jinan.

Dabînkirina kursiyan ji bo kesên astengdar bi tensîqkirina  Heyva Sor re.

– Çêkirina 250 têkelên hepatît, û dermankirina 1500 nexweşan bi dermanên xwezayî Şopandina nexweşên Koronayê, bi lidarxistina 7 bernameyan li ser hilberîna dermanên xwezayî.

Serdana 300 malbatan-

Li herêma cizîrê

Li 88 gundan li ser mijarên cuda yên tenduristiyê semîner hatin dayîn. Hejmara jinên tevlî van seminerên zanînê bûne gihişte 1385’an.

– Beşdarbûna xebat û çalakiyên ku li herêmê tên lidarxistin wek merasîm, meş, daxuyanî û konên rûniştinê.

hejmara zewaca zû li herêmên ereban ji 12-13 saliya xwe dest pê dike û zayîna zarokan bi sezeryanî digihêje %50. Li herêmên kurdan ev rêje digihêje %60.

9-Komîteya Çand û Huner

Tişta ku hebûna mirov ji windabûnê diparêze çanda wî ye û girêdana wî ya bi axa wî re ye, bi taybet çanda ku li ser axa şaristaniyê ji dayik bûye û bi destê xwedayan geş bûye, ji bere de heta roja  îro bi tunekirin û helandinê re rû bi rû maye. . Ji ber vê yekê Komîteya Çandê rola xwe di zindîkirina vê mîrateyê leyist  û nehiştin ev mîrate bê  windakirin .

Komîteya Çand û Hunerê di 12.09.2021an de civîna xwe ya salane li dar xist û di civînê de kar û xebatên ku di nava salê de pêk anîne nîqaşkirin.

Komîteya Perwerdeyê ya Çand û Hunerê (2) dewreyên perwerdeyê hatin vekirin û ji hemû herêman perwerdekar tevlî wan bûn, li herêmên Ereban dewreyeke perwerdeyê hat vekirin, 4 dewreyên perwerdeyê yên vekirî hatin vekirin û mijarên dersan li ser zewaca di temenê biçûk de bû li Şehba. Di akademiyan de gelek ders hatin dayîn, û mijarên wan li ser şerê taybet û zewaca di temenê biçûk de bûn.

Çalakiyên zarokan bi giştî Li çar kanton û herêmên rizgarkirî bi pêşengiya zarokan festîval ji bo zarokan hatin lidarxistin, çarê Nîsanê hat pîrozkirin û li hemû herêman cejna Newrozê hat pîrozkirin, Her wiha pêşangeha wêneyên ku zarokan wêne xêz kirine jî hate vekirin , Ji bo zarokên li kampa Berxwedan û Serdemê dijîn, gelek şahî hatin lidarxistin, Jixwe di nav navendan de perwerdeya xwe didomînin.

Beşa Şano: Perwerdekirina zarokan di şanoyên derbarê jinan de û lîstina şanoyek bi zimanê erebî li kampa Serêkaniyê û şedadê, (2) komên jinan beşdarî festîvala Şehîd Yakta Herekol  bi şanoyên ku jinan îfade dikin bûn. Ji bo 25’ê Mijdarê şano hatin amadekirin û pêşkêşkirin, amadekirina (3) şanoyan bi awaykî profesyonel,temamkirina pêşandana (hebu tunebû) li JIN TV, ji bo Çirok û çîvanuk bı kamera hatin kişandin.

Komên dîlanê  Pênc komên dîlanê  tevlî festîvala Şehîd Sema û Şehîd Ronahî bûn. Piraniya aheng û festîvalên ku îsal hatin lidarxistin, komên dîlanê  beşdar wan bûn.

Komên muzîkê. Sê klîb hatin kişandin û stranek hat tomarkirin, komên taybet beşdarî festîvala ciwanan bûn û hunermendên jin jî beşdarî konserên ku li piraniya bajaran çêbûne  bûn. Endam beşdarî komîteya amadekar a Festîvala Şehîd Hawar bûn û di heman demê de stran pêşkêş kirin, Tevlî gelek bernameyên televîzyonê bû, Û berçem jî ji bo JIN TV’yê kişandina fîlman berdewam dike.

Beşa Wênesaziyê Çend pêşangehên wênesaziyê li deverên cuda hatine vekirin û tablo û xêzên wênesazên jin hatine pêşandan.

Xebat  û Çalakî Ji bo Rêber Ocalan  û êrîşên li ser çiyayên Kurdistanê daxuyanî hatin dayîn, (3) meş hatin lidarxistin û tevlîbûn ji tevahıya  konên rûniştinê yên ji bo azadiya Rêber Ocalan hatibûn vedan re hat kirin.

Di çarçoveya hefteya çand û hunerê de ku ji bo azadiya Rêber Ocalan  û şerê gel yê şoreşgerî  hate lidarxistin şano xebatên çandê û stran hatin pêşandan, Di heman demê de xwarin û reseniya kurdî hat pêşkêşkirin. di hemû rojên pîroz û pîrozbahî û bîranînên şehîdan de,   Star re şano û stranan  hatin pêşkêşkirin ev kar û xebat bi tensîqkirina bi Kongra Star re hatin pêkanîn.

10-Komîteya Ragihandin

Komîteya Ragihandinê ya Kongra Star, xebat û çalakiyên ku ji aliyê kongrê ve hatine destpêkirin, di nav de kampanya, meş, dayîna seminer û dersan dişopîne. Di destpêka meha şeşan a sala 2021’an de rola komîtê ku bê aktîvkirin. Xebata jinan weke nûçegihan di nava tevgera jinan de ji bo şopandina tiştên ku jin li herêmê dikin û wê wêne û peyamê bigihînin derve ev kar dı nava xwede gelek wateyan dıhewîne; Ji ber ku her tişt di mejiyê xwe de ji aliyê zilam ve hatiye yekdestdarkirin. Her wêneyek ku di hişê jinê de tê nivîsandin an jî gotinek ku di mêjiyê jinê de tê nivîsandin ji aliyekî ve daxwaza hemû jinan  û li aliyê din jî ji bo îsbatkirina ku ew  jına dıkare her tiştî bıke.Di nava şoreşê de jinê hemû tişt kir kar kir û bi pêşengiya xwe ya mezin xwe îspat kir. Û rola sereke di medyayê de ye ku vê wêneyê bigihîne derve.

Çapemeniya Kongra Star hemû xebatên qadên ku digihêje wan û bi heman ruhî beşdarî van çalakıyan dıbın, xebatên komîteyan dişopînın, rewşa jinên cîhanê û şert û mercên jinan dişopînın. bi taybetî li herêmên di bin dagirkeriyê de, ji bo belgekirina dozên heyî , Û ne tenê nûçe û daxuyaniyan belav  dıkı lê  belê li ser mijarên curbecur gotarên ku bi raman û pênûsa jinan bi awayekî analîzkirî  hatine nivîsandin diweşîne. Her wiha xwe gihandina hemû  civînên salane yên ku têne lidarxistin, beşdarbûna di vekirina  navend, saziyên civaka sivîl û jinan de, peywendiya bi gelek radyo û televizyonan re û tensîq  ji bo xebatên ragihandinê di çarçoveya kar û xebata Kongra Star de.

 

Back to top button