Li Eyn Îsa ji bo pêwîstiyên jinan cihekî kar hate vekirin

Buroya Jinan bi alîkariya desteya Neteweyên Yekbûyî li bajarê Eyn Îsa yê girêdayî kantona Girê Spî bi armanca pêşxistina jinan û bi taybet jinên ji cihên nû hatine rizgarkirin, cihekî kar vekir.
Di vekirina cihê kar de ji koordînasyona giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat, Sîham Qeryo, Nojîn Yûsiv û endamê rêxistina Alîkariya Bêsînor Ebdulezîz El-Hac Ismayîl tevî gelek kes û rêxistinên ji Dêrezor, Tebqa, Reqa, Girê Spî û Kobanê amade bûn.
Di civînê de Lîna Berekat axivî û rewşa Sûriyê û rola jinan anî ziman, her wiha bal kişand ser pirsgirêkên ku jin tê re derbas dibin û çawa wê jin rola xwe di nava projeyan de bilîzin. Lîna Berekat anî ziman ku di rêya cihên kar de dê alîkarî û pêwîstiyên jinan pêşkêş bikin, ji bo ku beşdarî hemû qadên jiyanê bibin.
Tê zanîn ku ev cihê ku li herêma Eyn Îsa hate vekirin, cihê duyemîn e ku li herêmê hatiye vekirin û yekî din li Qamişlo hatibû vekirin.
Meclisa Sûriya Demokratîk hewl dide di rêya van cihan nêrîna jinan di civakê de esas bigire û rola wan di jiyanê de aktîftir bike.