ArşîvSiyaset

Terora Dewleta Tirk a Faşîst

jı pênûsa quncik nivîsekê

Dewleta tirk a hebûna xwe li ser tunebûn û qirkirina Kurdan daye avakirin, di roja me ya îro de jî dixwaze mezinbûna xwe li ser xwîna keç û xortên Kurdan bi hêz bike. Wekî em hemû dizanin, piştî torûnên osmaniya toranî hatin Rojhilata navîn heta roja me ya îro, li ser gelê Kurd, Ermenî, Suryan, Keldanî û hwd. Qirkirin daye destpêkirin. Ji ber ku bi xwe jî dizane, dema gel bi hev re jiyan bike, têkiliyên wan bi hev re hebin, ew ê nikaribin xwe li ser van axan bidin jiyankirin, ji ber ku ew du re, ji asya navîn hatine ser vê axê, lê belê Kurd, Suryan, Ermen û gelek neteweyên din berê li ser van axabûn.

Çanda Kurd, Ermen û Suryaniyan gelekî dewlemend e. Ji ber vê yekê ger yekîtiya gelan li Mezopotamya çêbıbe, Tirk nikarin qirkirinê bikin, ji bo wê tim fitne û fesadiyê dike nav gelan, meselê çandî û baweriyê li hemberî wan dide bikar anîn, em dikarin bêjin di dema pêş de heta astekê bı ser jî ket, ermen û Suryan qirkirin, ji nav axa wan derxistin, di roja me ya îro de jî ji bo sînorên xwe yên osmaniya  toran berfireh bike, fitnê dike, gel qirdike. Bi rêya şerê taybet û pskolojîk ve dixwaze manewyata gel bixe, em jî wekî gelê heremê divê vê siyaseta dewleta tirk baş nasbikin û li gorî wê xwe rêxistin bikin.

Ji ber ku di roja me de, dixwaze hêzên nav netewî jî bigre kêleka xwe û qirkirinên xwe rewa bike.  Bi Rusan re, bi Emerîkiyan re, bi îsraîliyan re û hevkarên xwe yên heremê re hevdîtinan çêdikin.  Dibe ku dewleta tirk tiştên dixwazin, di hevdîtinan de bidest nexistibe, lê ji bo berjewendiyên xwe ev hêzên emperyal ên navdewletî jî wê bıxwazibin, me bera hev bidin. Ji ber ku siyaseta dagirkeran heman e, zihniyet heman e.

Em ji bîrnekin di bin çavdêriya van hêzên  garantör de, Efrîn, Serêkanî û Girê spî hatin dagirkirin, ger dilê van hêzên garantör xwestiba, dikarîbûn van êrîşan rawestînin, lê diyare berjewendiyên wan jî di van êrîşan de hebû.

Ji xwe em di nava şerê cîhanê yê sêyem de jî dijîn, her yekê bixwaze di nav vê keraseta şer de tiştekê ji xwe re qezenç bike, divê em jî wekî gelên heremê,xwe baş rêxistin bikin, ax, çand û hebûna xwe biparêzin.

Her çendî em parçeyekî vê cîhanê bin û têkiliyên dîplomatîk bikin jî, em ji bîrnekin, kesên di şer de qezenç dikin, destê wan li ser masê jî xurt e. Kesên dîrok nivîsandîn, hertim ên berxwedêr û şerker in.

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27