ArşîvGotar

HESKIRIN ÇI YE Û EM JI ÇI RE DIBÊJIN HESKIRIN?

 

Hezkirin tiştekî gerdûniye, wekî Miail Naimy dibêje, pêwîstiya heskirinê nîne, kes wê derxe esîmanan, heskirin, dilê qîmeta wê dizane, derdixe esîmanan.

Heskirin û evîn tiştekî razber, bi dest nayê girtin û bi çav nayê dîtin, lê tê hîskirin. Ango tiştekî ji dil tê, ne tê kirîn, ne jî tê firotin. Bûye mijara destan, roman û çîrokan. Li ser mêr hatine kuştin, evîndar dînbûne û li çûlê ketine. Di dîroka me de gelek qala evînên evsanewî tê kirin, Mem û Zîn, Xecê û Siyabend, Derwêşê Evdî û Edolê û hwd. Lê mixabin li ser van axan li gorî ez dizanim evîn û evîndarên me negihiştine hev.

Belê heskirin li ser van axan kûr hatiye jiyankirin, dema tu dibêjî heskirin, girêdanekî bêhempa heye, hestekî pîroz e, heskirin û evîne ya mirov bi jiyanê ve girê dide, hêza jiyanê li gel mirov çêdike, ji bo heskirin û evînê wêrekî û ji dilbûn lazim e. Însanên bi jiyanê ve negirêdayîbin, ne ji dil bin û wêrek bin nikarin hezbikin nejî dikarin evîndar bibin, ji evînê re dilşêrî û şêrzanî lazim e, ango dilê wêrek, şervantî divê.  Ji ber ku hezkirin, ked dixwaze, kesayetê dixwaze, li hev xwedîderketinê dixwaze, heskirin, hestekî hevpare, ger mirov ji jiyanê hezneke, nikare ji kesekê jî hezbike. Jixw di roja me ya îro de, dema dibêjî heskirin, yekser têkiliya di navbera du kesan de, ango jin û zilamek tê bira mirov.  Ev şaş e, destpêkê divê mirov ji jiyanê hezbike, da ku jiyanekî xweşik û dewlemend avabike, ji welatê xwe hezbike, ji bo welatekî azad têbikoşe. Ji ber ku mirovên bê welat, nikarin evînekî azad jiyanbikin, ji bo tu evînekî rast jiyanbikî, divê wekî kes xwe pêşbixî, xwedî fikir û ramanên azadbî, ji welatê xwe re kedbidî û welatê xwe rizgar bikî. Ji ber ku mirovên kole nikarin hezbikin, eşqa kolan kesayetên kole avadike, aşq û evîna azad welatê azad avadike. Têgeha hezkirinê jî li gorî mirovan tê guhertin. Li gor hin kesan hezkirin, hesta herî xweşik e, ji bo hin kesan eşq û jine,  ji bo hinan jî girêdana bi jiyanê ve ye.  Lê ji evîn û hezkirinê re, qalib nîne, evîn û hezkirin jiyan bixwe ye.  Hin kez ji malbata xwe , hin kez ji peran, hin ji jinan, hin kes ji dayîk û bavên xwe hezdikin, ji zarokên xwe hezdikin  û hwd.

Lê hezkirin tiştekî bi giştiye, girêdana bi jiyanê ve ye, xweza, heta mirov dikare ji xwe jî hezbike, însanên ji xwe heznekin nikarin ji derdora xwe jî hezbikin. Kesên nezan nizanin hezbikin, kesên xwedî îrade dikarin azad hezbikin, hezkirin taybetmendiyekî zindiyan ya herî bingehîne, tişta hezneke nikare jiyan bike, di dinyayê de tiştek bê hezkirin nikare bijî. Li cihê hezkirin tunebe jiyan jî nîne, jiyan bixwe hezkirina herî mezin e. Heta pêwîstiya gulekê, darekê, avê û axê bi heskirinê heye. Tişta heskirinê nebîne dimre, diçilmise û bêxwediye. Tişta bêheskirin sêwiye, bêkes e, ker û lal e. Belê hezkirin ketina ferqa xwezaya xwe ye, heycanê û rêzdariyê bi mirov re dide çêkirin. Lê divê em vê ji bîr nekin, însanên hîsnekin, nikarin hez jî bikin.  Tu çiqas jiyanê hîsbikî, ji jiyanê hezbikî û kêliyê jiyanbikî, ewqas dikarî hezbikî. Em ji bîr nekin, dilê hezbike, ji her tiştî zewqê digre, jiyan li berçavê wê xweşe, jiyan li gel dilê evîndar xweşbîne ,  Pozîtîf li jiyanê dinêre, dewlemendiye, heskirin jiyanê, jiyan heskirine, heskirin azadiye, azadî bixwe rast jiyankirine.  heskirin hestekî bi serê xwe ye lê ji pir tiştan dikare hezbike.  Heskirin, tiştên zindî û nezindî  digre nava xwe.

 

Back to top button