Arşîv

Nûnerên Kongreya Star ên Til Beyder û El-Tiwênê hatin hildibjtin

Kongreye Star endamên rêveber ên bajarokên Til Beyder û El-Tiwênê yên gundewarên kantona Hesekê di civînekê hilbijartin.

Di çarçoveya amadekariyên li darxistina Konferansa Giştî ya duyemîn a Kongreye Star de, îro di civînekê de endamên rêveber ên meclîsa her du  bajarokên Til Beyder û El-Tiwênê yên gundewarên Hesekê hatin hilbijartin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, endama rêveber a Kongre Star Helîme Ehmed rêziknameya konferansê xwend. Her wiha Ehmed girîngiya rola jinê di rêvebirina civakê de û fedekaiyên wê di şoreşa Rojava de anî ziman.

Piştre deriyê hilbijartinê ji beşdaran re hat vekirin. Piştî bidawîbûna dengdanê 7 endamên rêveber hatin hilbijartin.

Di dawiya civînê de endamên rêveber ji bo parastina destkeftiyên tekoşîna jinê û pêşxistina xebatên Kongra Star sondxwarin.

Back to top button