ArşîvGotar

Tirkiyê jêderên jiyanê dişewitîne

HEWILDANA RIZGARKIRINA DAÎŞÊ PLANA NÛ YA DEWLETEA TİRK E.

Belê Erdogan hewildide DAÎŞ’iyan rizgar bike, ji ber êdî Erdogan bi xwe jî dizane rizgariya wî di rizgariya DAÎŞ’ê de ye. Ev 20 sal in hukumeta Erdoganê faşîst li ser hukum e, lê tenê di Rojhilata Navîn de tevlîhevî kiriye, prestîjiya tirkî tunekiriye û dijminahiya Kurdan dike, lê em dikarin bêjin ku pir baş piştgiriya çeteyan kiriye, bû hevalbendê Elnûsra, DAÎŞ’ê û hwd. Wezareta parastinê ya Tirkî bû wezarata parastina çete û kujeran, wezîrê jin û malbatê bû wezîrê parastina qatîlên jinan û tecavîzkaran. Erdogan tenê fitnekiriye di nav gelan de, hem di hundirê tirkiyê de hem jî di derve de dijminahiyan li nav gelan de gurkiriye, dixwaze hemû qirêjî û fesada kirî, bi rêya êrîşên li ser Rojava re ji Rojevê derbixe. Li gorî xwe siyaseta cîhanî jî dinirxîne û dibêje Rus niha bi Ukranya ve mijûl in û Îran jî bi pirsgirêkên navxweyî ve mijûl in û bi awayekî nemerdane bi teknîka herî pêşketî bi hewayî ve êrîş dike, Erdogan bi xwe jî dizane ger hewayî êrîş neke, li hemberî hêzên HSD’ê, QSD’ê, YPG’ê û YPJ’ê wê bin bikeve. Ji bo vê yekê li sînoran dixe, li cihên gaz, mazot û kehrebê û hwd. dixe. Di van nêzikatiyên Erdogan de jî diyar dibe ku şerekî çiqas qirêj tê meşandin, şerekê ne li gorî qanûnên şer e. Ji xwe dema mijar dibe Kurd û pirsgirêka Kurd, ji dewleta tirkî faşîst hêviya exlaq û kanonan kirin, bi xwe pirsgirêke. Ji bo komara tirkî biparêzin, dixwazin Kurdan qirbikin, ji ber hebûna xwe di tunebûna Kurdan de dibînin.
Di heman demê de armanca Erdogan ewe ku, gelê heremê, jin û zarok di vê zivistanê de zehmetiyan bikşînin, ji xwe dibêje; “min gelek terorîst kuştin e.” Ev jî nişandide ku her jin, zarok, mêr, pîr û kalên li Rojava jiyan dike di çavên Erdogan de terorîst in. Tenê ne li Rojava her Kurdekî bi şeref û namûs, mirovekî demokrat û li ber xwe bide, jinekî azadiya xwe bixwaze terorîst e. Erdogan tenê dixwaze kesayetiyên çete, ên kole û DAÎŞ’î di vê dinê de hebin, kesên ji wî re stuyên xwe xwarbikin, koletiyê bikin mirovên baş in.
Em hemû dizanin ku piştî çend mehên din sed sala hevpeymana Lozanê ye. Erdogan, hukumeta AKP-MHP’ya faşîst û terorîst naxwazin Kurd bi awayekî hevgirtî û xurt bikevin vê sedsalê. Dixwazin sedsaleke din jî Kurd Kole bin, di nav Rojhilata Navîn de, demokrasi pêş nekeve û mafê jinê bê binpêkirin. Bi xwe jî dibêje; “Cihê jinê mal e, zarokanîne û xizmeta zilam kirine.”
Li hemberî vê dagirkeriyê, hêzên koalîsyonê jî du rû tev digerin, helwesta tê xwestin raberî vê hovîtiya dewleta tirk nakin. Her kes dizane ku şervanên Kurd bi navê mirovatiyê li dijî DAÎŞ’ê li berxwedan û hîn li berxwe didin, ê ku alîkariya çeteyan jî dikir Erdogan bû û heta ser çetetî dikir, niha li ber çavên cîhanê û hêzên koalîsyonê jin û zarokên heremê û yên Kurdan qetil dikin, li cihê kehrebe, mazot û gazê dixin, li dibistan û nexweşxaneyan dixin, lê belê dervî rexneyên şermûkî çi helwest dernakevin, ji xwe gelê Kurd jî dervî girtina hewayî tiştekê ji van hêzan naxwaze lê heta vê jî nakin.
Em jî wekî jin, gelên heremê û gelê Kurd dibêjin, wê Erdogan tucaran negihê armanca xwe, em ê ji her deme pirtir li berxwe bidin, em ê bi awayekî rêxistinî û xurt bikevin vê sedsalê û em ê bi xwe qedera xwe tayîn bikin.

Back to top button