ArşîvÇalakî

Li Kobanê semînrek û daliqandina pankartan li Helebê Meşa mêran li Dirbêsiyê bi hatina 25ê Mijdarê

Kongra Star li bajarê Heleb, Kantona Kobanê û navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ya Cîhanê çalakiyên cuda li dar xistin.

kantona Kobanê

Kongra Star ya Kantona Kobanê li avahiya meclisa lihevanînê ya herêma Firatê ji bo mêran bi dirûşmeya “Li dijî her cure tundiya dewletê û hişmendiya zilam” Jin, Jiyan, Azadî semînerek da.

Ev dersên ku ji aliyê koordînasoynên Kongra Star ve tên lidarxistin, di çarçoveya çalakiyên Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ya Cîhanê de ne.

Hejmarek ji nûnerên partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser a herêma Firatê amade .bûn

Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Firatê Şero Mistefa û endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk, Salih Nûh axivîn.

Di axaftinê de li ser girîngiya rola jinan di avakirina civakek demokratîk a azad de û çi dikeve ser milê wan û civakê ji bo rakirina neheqî û zilmê.

Li Helebê, endamên Kongra Star pankartên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Na ji tundiya li ser jinan re” di destpêka taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê daliqandin, broşurên danasîna şêwazên tundiya li ser jinan li şêniyên her du taxan ya bajarê Helebê belavkirin.

Navçeya Dirbêsiyê

Kongra Star a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê di çarçoveya rêze çalakiyan de ji bo Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ya Cîhanê meşek ji bo mêran bi rêxistin kir.

Îro Çarşemê 23/11/2022’an meşek bi sedan welatiyên navçeyên Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temirê beşdar bûn û berxwedana jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilind kirin  û tundiya li ser jinan red kirin.

Meş ji ber Navenda Ciwanên Şoreşger a Sûriyê destpê kir û ber bi sûka navendî ya navçeya Dirbêsiyê ve bi rê ket, beşdaran li sûka navendî ya navçeyê deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdan rawestiyan. Piştre li ser navê Rêveberiya Xweser ji aliyê hevseroka Şaredariya Gel a navçeyê Fayîz Omer ve axaftinek hat kirin û di axaftina xwe de diyar kir ku jin û mêr temamkerê hev in, ji ber wê jî pêwîste piştgirî were dayîn. jin mafên xwe bi dest bixin û hemû rêyan li hemberî tundiya li ser xwe ji aliyê zîhniyetê ve bigrin.

Meş bi qîrîna dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Back to top button