ArşîvHevpeyvîn

Jinên li Lubnanê bang li gelê herêmê kirin ku li hemberî êrîşan bi israr bisekinin û li ber xwe bidin

Bi berdewamiya êrîşên hovane yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina sivîlan, xwe lê girtiyên Kurd li Lubnanê behsa êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê dikin û bang li gelên herêmê kir in ku li hemberî dagirkerî û êrîşan li ber xwe bidin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her ku diçe zêde dibn û bi balafirên şer û hemû çekên giran li dijî gelên herêmê bi kar tîne. Êvara roja Şemiyê 19’ê Mijdarê dest bi bombebarankirina heremê kir, hejmarek ji navçeyên  ku gel lê bicih dibin ji Şehbayê heta Kobanî û Dêrikê kirin armanc û di encama êrişê de 11 sivîl hatin kuştin û hejmarek sivîl jî birîndar bûn. .

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hê jî didomin û rê û bîrên petrolê hedef digire.

Li ser vê mijarê me nêrîna jinên Lubnanê girt, Xedîce Weqqas li ser êrîşa dawî ya ku dewleta Tirk da dest pêkirin li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  û got: ‘Bi zêdebûna êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser herêmê re. Erxogan dixwaze vîna me bişkîne û ji vir ji Lubnanê em van êrîşên hovane şermezar û lanet dikin.’ Wê tekez kir ku ti kes nikare vîna gel bişkîne.’

Welatiya bi navê Cîhan Îbrahîm jî diyar kir ku ev êrîş reflêkisa dijmin e ku bi yekkirina hemû pêkhateyên herêmê di bin banê Rêveberiya Xweser de tê. Wê serkeftin ji gelê herêmê re xwast, li hemberî êrîşên ku li ser herêmê tên kirin, banga  berxwedanê û xwedîderketina li hemberî êrîşên domdar li ser heremê kir.’

Semîra Bekir jî di destpêka axaftina xwe de sedema êrîşa Erdoxan a li ser herêmê pirsî û wiha got: “Erdogan çima êrîşî herêmên niştecihbûyî dike?” û ev êrîşên dagirker şermezarkir, da diyarkirin ku baweriya gelan çavkaniya xwe ji fikir û felsefeya Rêber APO, berxwedan Gerîla li heremên parastina mediya digirin.’

hinceta Erdogan ew e ku êrîşî terorê dike

Wê diyar kir ku êrîşên Erdogan bi argûmanên bêbingeh tên piştguhkirin, dema ku Erdogan êrîşên xwe li ser herêmê pêk tîne, hebûna terorîstan vedibêje, lê divê bibîne ku her tiştê ku dike hedef cihên xizmetguzarî û niştecihbûnê ne.’ Axaftina xwe bi daxwaza mafên gel yên rawa û qêrîna diruşma ‘Jin,Jiyan,Azadî’, bi dawî kit.’

Ji aliyê xwe ve endama Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk li Lubnanê Mayada Erabo axivî û êrîşên dawî yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku sivîl û navendên elektrîkê dikin armanc şermezar kir û got ev binpêkirin û êrîş ji bo tola xwe ji hebûna gelê kurd bigire û zirarê bide gelê Kurd. Di dawiyê de daxwaz kir ku dawî li van binpêkirinên li ser gel û sivîlên herêmê bê anîn.’

Êrîşên Erdoxan hilweşîna wî piştrast dike

Welatiya bi navê Arzî Mihemed jî wiha got: “Êrîşên Erdoxan ên li ser Rojava hilweşîna wî ji me re piştrast dike, çawa ku dixwaze temenê xwe dirêj bike û vîna jina azad û projeya neteweya demokratîk a ku ji aliyê jinan ve  pêşengtiya wê kir hat birêvebir, bişkîne.

Back to top button