ArşîvLêkolîn

Çand çi ye?

Di milê etmolojî de peyvekî latîniye û tê wateya çandiniyê, ango çand ji çandiniyê tê û herwiha gelek wateyên çandê hene,  tiştên ku civakekê ji civaka din cewaz dike re em dibêjin çand,  di destpêkê de guhertin û veguhertinên di jiyana wan de çêdibin,  adet û teqalîtên wan, huner, çand, bawerî, feraset,  tevger, cil û berg, dawet, xwarin û vexwarin,  bawerî, ango her tişta ku mirov di dîrokê de afirandî, (Madî û Manewî)Kevneşopî, ziman, bawerî, li xwe kirin, mîmariya wan, rêbazê jiyanê û her hwd. jiyandikin û ji neslesekî ji neslê din re vediguhezin re dibêjin çand, di vê wateyê de em dikarin bêjin ku, çand rihê civakê ye.

çand û hunera ayîdê gelekê, rêbazê fikirandina wî gelî cewaziya wî gelî jî diyar dike.  Heta tiştên jê hezdike. Mînak bêjin di civakekê de çiqasê çanda xwendinê zêdebe, ew qasê xweş taxivin û naveroka axaftina wan jî dê ewqas dewlemend be.

Mirovek di fikir û ramanên xwe de, di dîroka xwe  û çanda xwe de çiqas kûr be, ewqas dikare rastiya civaka xwe jî biteyîsîne û çanda xwe rast jiyan bike û bide jiyankirin.

Çanda her gelekî jî cudaye, di milê ziman, dîrok, edet û teqalîdan de gelek ji hev cudatir e.

Çanda çandiniyê.

Em dikarin bêjin Kurdên destpêkê(anjî ariyenî) ango dapîr û bapîrên me pêşengên vê çandê ne, gelê ariyenî pêşengtiya çanda çandinî, lawirvanî û gundewariyê kiriye.  Çanda eşîra li gel Kurdan pir xurt e û heta roja me ya îro jî  tê û hîn dibêjin filan eşîr, filan bavik û hwd. Cardin ji ber di çanda Kurdan de civakîbûn pir xurt bû, hîn heta niha jî kes bi malbat û eşîra xwe tê naskirinê.

Di heman demê de gelê arî pirtir nêzî xwezayê ne û ji resmaliyê dûr in, jina Kurd pirtir resen maye û xwedî li irf û edetên xwe derketiniye, ziman û çanda xwe parastiye. Di kesayetiya jinên Kurd de, çanda Kurdan, bi cil û berg, çanda xwarinê, ya çîrokbêjî, dengêbêjî û stranan de hatiye parastin. Jina Kurd bi cil û bergên xwe ve û di şêwazê xwe yê jiyanê de nazike, biesalet û binarîniya rabûn û rûnştina xwe ve li pêşe. jinên Kurdan pir dilêr in, gelekê bi axa xwe ve girêdayîne û maldar in, ango em dikarin bêjin em niha bi saya dayîk û dapîrên xwe dikarin bi Kurdî baxivin, ger ne ji wan ba, niha ji mêjê ve em hatibûn helandin.

Çavkaniya esaleta nifşên Kurdan jî xwe dispêre serdema çand û zimanê Aryenî ya seretayî. Di çanda kurdan  gelek dewlemende, cil û bergên xwe pir rengîn û xwedî çanda jiyanî ya gelekî kûr û dîrokîne, ji ber wê yekê jî her çendî xwestibin li ser kurdistanê siyaseta helandinê bidin meşandin jî lê bi ser neketin e. Mesala Kurd bi  bi camêrî, û wêrekiya xwe tên naskirin. Kurd ji koletiyê heznakin, her tim ji bo azadiya xwe şer kirine.

Ziman: Beşekî çandiniyê yê serkeye.  Her tişta aîdê çandê di nav xwe de hildigre, her gel rêbazê jiyana xwe bi ziman bilêv dike û tiştên xwe yên çandî bi rêya ziman pênase dike, stran, dengbêjî, helbest roman, xweşbêjî û hwd. din.

Netewî û ziman bi hev re pir xurt e, ger zimanê mirov dewlemend be, hest û çanda netewî jî baş tîne ziman. Zimanê Kurdî zimanekî herî dewlemend ê cîhanê ye, lê ji ber qedexebûna wî, zêde nebûye zimanê nivîsê, ji ber wê yekê Kurdan çanda xwe bi rêya çîrokbêjî û dengbêjiyê re, ango bi devkî pênasekiriye. Gelekê zimanê wî ne dewlemend, pêşketî be û nekiribe zimanê nivîsê û çanda xwendinê pêş neketibe, nikare çanda xwe jî rast vebêje û wê çanda wan bê windakirin.

Bawerî:

Di heman demê de rista baweriyê jî di çandê de heye, ji ber ku gelê Kurd, piranî çiyayî bû û erdnigarî û avhewaya çiyan jî sar bû, gelekî baweriya xwe bi agir tînin û agir li cem kurdan pîroz e û xwe wekî zarokên agir û rojê bi nav dikin û xwe dispêre ol a zerdûşt. Cardin çandinî û lawirvanî  li cem Kudan çandeke pêşketî bû.

kevneşopî-adet û teqalîd:

qanûnên ku nehatin nivîsîn in, lê li ser şêwazê jiyana civakê bi bandor in. Rê û rêbazê jiyana mirovan bi rêkûpêk dike. Her civak li gorî kevneşopiyên xwe, ango adet û teqalîdên xwe jiyana xwe rêkûpêk dike û dibe parçeyekî vê çandê. Ji ber vê çendê em dikarin bêjin ku çand nasnameya netewiye jî.

Di heman demê de nêrîna miletekê jî dike yek, dibe xwedî heman taybetmendî û nêrînê, bûnimûne, gel alman bi disîplîna xwe tên neskirin, îngilîz bi politikaya xwe, gelê Kurd bi cesaret û mêvan perweriya xwe tê naskirin û hwd.  taybetmendiyên gelên din ên balkêş?

Di  vê çarçoveyê de em dikarin bêjin ku, çand netewî û dîrokiye, xwedî teybetmendiyekî xweser e û yek girtina exlaqe. Çand tiştekî zindiye, giştî dibe malê gel e, wekî me Kurdan, kesên wekî Ehmedê Xanî, Mihemed Arifê Cîzrewî, Ayşeşan û Meryem Xanê. Bi deng û awazên xwe yên nemir muzîka Kurdan li cîhanê dane naskirin.  Di heman demê de mirov dikare Muzîka Kurdî di, dahol, zirne, bilûr, erbane, kemançe, tembûr) û hwd. de bibîne.

 Ji ber vê yekê em dikarin bêjin çand qeydeyekî jiyanê ye jî. Wekî mirov dizî neke, xelkê nekuje, derewan neke, bêbextiyan neke û hwd. Di xêra van qaîdeyên jiyanê de mirov bi awayekî komî dikarin bijîn.

Çand bi vî rengî hemû endamên civakê tîne gel hev û dihêle ku di nava ahengekê de jiyan bikin, ger mirov xwe pêş bixe, çandên curbecur jî dikare nasbike û di kesayetiya xwe de pêşketinên mezin çêbikin û nêrîna xwe ya cîhanî  berfireh bike.

Bi Qasî ku Çand netewiye û her netewekê çanda wan a cuda hebe jî lê belê, çand tiştekî gerdûniye û dikare li cîhanê giştî belav bibe û hin gelên çandên wan nêzî hev jî hene. Mînak çayê çandekî Çîniyane, lê belê niha Kurd gelekê çay vedixun. Qehwe ya Bireziliyan e,  niha gelekê belavî cîhanê bûye.

Mesela li gel hemû ol û baweriyan exlaq derdikeve pêş, ev jî nîşandide ku çand ka çiqasî tiştekî gerdûniye.

Bêguman çand ji guhertin û veguhertinê re vekiriye.  Ji ber şer, koçberiyê, ticaret, turîzmê û xakên nêzî hev ji hev bandorbûn çêdibe û tên guhertin. Bû nimûne çanda me û ya persan nêzî heve, ji ber ku em ji heman irqê arîne. Kurdên Bakûr, ji çanda Tirkan, ên Rojava û Başûr çanda Ereban û yên Rojhilat jî ji çanda persan bandorbûne.

Cardin ji ber şert û mercên heyî û pêşketina teknikê çanda postmoder, a Awrupa û Amarîka pêşdikeve.

Di heman demê de, di nav çandan de ahengek(tewazunek) jî heye. Çand hev, tune nakin, berevajî vê hev xurt dikin.

Di encamê de mirov bê çand nikare bi hev re jiyan bike. Nikare bi hev re peywendiyan deyne, ji ber ku her mirovekî, her civekekê xwedî nirxekî cûda û hesasyetekêye, ger ew nirx û hesasyet ber çav re neyên derbaskirin, mirov û civak nikarin bi hev re bijîn. Di vê çarçoveyê de, çand bingehekî civakî jî avadike û wekî civak me li gel hev dihêle.

cardin çand jiyana mirov watedar dike û asta jiyana mirov bilindke.  Di milê etîk û estetîkê de xweş dike, em vê ji bîr nekin, çand tenê ne çend stran û dîlan in, çand giştî jiyanê digre nava xwe, ji rabûn û rûniştina mirov bigre heta xwarin û vexwarin, axaftin, peywendiyên civakî, lêkirina xaniyan, çandiniyê kar û hwd. ango çand nebe, wê jiyan bêtam û kelî be.

 

 

 

 

Back to top button