Arşîv

Li Şehbayê Şahiya vegerîna li çanda jinê hat lidarxistin

 Bi armanca vegrîna li dîroka jinê, Kevana Zêrîn ya Herêma Efrînê li Katona Şehbayê Hefteyekê hunerê îlan kir.
Endamên Kevana Zêrîn yên Herêma Efrînê ji bo li  dîrok û çanda  jinên kurd yên afrîner bê vegerîn li Gundê Aqîbê yê navçeyê Şêrewa şahiyek ji şêniyên Herêma Efrînê re li rex mizgefta  gund li darxist.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, Rêvebera Kevana Zêrîn Rûmet Beko axivî. Rûmet diyar kir ku wê, ew ê bi çand û hunera xwe bersiva herî mezin bidin dijminên xwe û wiha got: “ji bo ku neyarên gelê kurd nikaribin kurdan diqirkriinê re derbas bikin em ê bersiva herî mezin bi pêşxistina çandê bidin. Ji ber ku çand nasnameya gelan e.”
Piştî axafitnê ji aliyê Koma Şehîd Slava ve  stranên dîrokî hatin gotin. Her wiha govend ji aliyê koma Şehîd Viyan Soran ve hat hat lidarxisitn. Piştre şanoyekê bi navê dil û mêjî ji aliyê Endamên Kevana Zêrîn ve hat pêşkêş kirin. Koma Serdemê jî muzîk û sitranên xwe pêşkêş kirin.
Şahî bi gerandina gonedê bi dawî bû,  tê payîn ku şahî wê li navçeyê Til Rifet,gundê Ehdes,gundê Helîsa,Gundê Til Qirah, navçeya Fafînê û navçeya Ehrezê jî were li darxistin.
Ev şahî heta hefteyekê bi çanda jinê ya dewlemend wê bidomin.
 (JINNEWS)
Back to top button