ArşîvBroşûr

Kom,,ploya 9 ê Cotmehê

Kom,,ploya 9 ê Cotmehê wekî der,,beyeke (Şe,,rê Cîhanê yê Sêyemîn) bû, ku ew bi armanca rakirina min ji holê destpêkir.

Abd,,ulah Oc,,elan

Derketina min a ji Sûriyê bi hemleya paqij kirin û tune kirina min a ji aliyê Şebekeya Giladoyaya NATOyê ve girêdayî bû, ji lewra em nikarin şîroveyeke rast bidin vê paqijkirinê ger ku em Giladyo û veqetandina di nav artêşa Tirk de bi rengeke hûrgilî negrin dest. Herdu serokên Desteya Erkana Giştî Ismaîl Heqî Qerdayî û Hisên Kevrik Oglo bi awayeke rast û baş rewş di dema serokatiya xwe de kontrol nekiribûn, herdu di birdoziya xwe de nêzî helwest û nêrîna Eşref Bedlîsî bûn ji nêzîkatiya wî ya doza Kurd re.

Şerkirina li dijî tunekirina Kurdan ji kokê de rast ne didîtin, lê belê nêrîna wan ji çareseriya siyasî û aştiyane re ya ku Torgot Ozel û Eşref Bedlîsî pêşkêşkiribûn, wekî helwestên niştîmanî ji aliyekî de digirtin dest û ji aliyekî din ve bi têgeha şerê texlîd re zêdetir aheng bûn.  Her weha Saqib Sebancî nûnerê tîma vê birdoziyê di nav (komeleya Sunaa û sermiyanên karên Turk TUSIAD) de dikir. Di heman demê de helwesta Mihemed eymûr serokê kontir gerîla di (Rêxistina Ewlekariya Niştîmanî) û Henfî Avcî ji (Saziya Ewlekariyê) li ser eynî riyê dimeşiyan. Vê komê buyera Sûsûrilkê wekî derfet dîtin ji bo şerkirina li dijî koma şer. Di eynî demê de koma dijber ango –baskê Giladyo- bi nûnertiya Dogan Xorîş û Çevîk bîr tê kirin. Ev tîm serperiştiya hewildana kuştina Saqib Sebancî û Hisên Kevrik Oglo kiriye.

Serbarî vê yekê, hejmareke mezin ji çalakiyên kuştin û tesfiyekirinê yên beriya vê, armanca wê tunekirina kesayetên di nav dewletê de bû, di serî de jî Torgot ozel û Eşref Bedlîsî, ku ev şêwaz yê bapîrên vê tîmê û yên beriya wan bûn. Di sala 1990 an de Mehyedîn vêsûn oglo asta serokatiya Erkana Giştî li gorî kevneşopên artêşê girt. Dema ku Dogan xorîş wekî serokê Desteya Erkana giştî bi awayeke derve hat tayîn kirin, wê demê parçebûna di nav wan de zêdetir bû. Tîma din dest bi çalakiya tesfiyekirina Dogan xorîş kir di riya dayîna wî çayeke cehirkirî bi destê du leşkerên alîgirên PKKê di nav refên artêşê de. Lê ev hewildan biserneket. Dema ku dewadarê giştî yê leşkerî li girava Îmraliyê di derbarê gelo kî ev kiriye pirsî, min got ew herdu leşker alîgirên PKê ne û piştî wê buyerê ji nav artêşê reviyan e û tevlî refên alîgiran bûn e û piştre şehîd ketin e. Min bawerira xwe da xuyakirin ku ev biryar di esasê xwe de ji nav artêşê de hatibû girtin. Bi vî rengî dosya lêpirsîna vê mijarê hat girtin.

Cureya vê dijdariya di nav artêşê de vedgere sedsala 20 an, heta ku berî vê dîrokê jî heye, ger ku em nakokî, dijberî û newekheviya riyan di eynî buyeran de li sernaserî wê sedsalê de binirxînin. Wekî destpêk dema binxistina Sultan Ebdelhemîd (di heman demê de sultan Ebdelezîz jî), her weha di dema hewildana tesfiyekirina Mustefa Kemal, heta ku em bighêjin kiryarên bişaftin û helankirina nîjadî ya li dijî gelê Kurd, ya ku bi komploya li dijî Şêx Saîd di 15ê sibata sala 1925 an de destpêkir, û gihişt darvekirina Seyid Riza û lîstoka 18ê mijadara sala 1937 an, her weha bi destpêkirina girtin û qedexekirina partiya Komarî Lîberalî sala (1930), heta gihişte dûrxistina Înono ji asta serokatiya serokkomaran sala (1937). û ji isyana leşkerî di 27ê gulana sala 1960 an de heta isyana piştî buyerê di 28ê sibata sala 1997 an de, heta dighêje amadekariyên derbe û isyanan piştî sala 2000an. Elmaniya piştre Engêletra û Amerîka destek dane vî şerî wekî hêzeke hegemon, bi mebesta kontrola kirina siyaseta wê ji derve de. Ji wan jî hemû buyerên derbe û tesfiyekirinên ku rû didan li ser şerê desthildariya li dijî gelê rojhilata Navîn bi bandor bûn, bi taybetî jî gelê Anadolya û Mezepotamya yê. Ji wan jî şerê Giladyo ya ku li ser çar pêvajoyan meşiya ku dest avête Berxwedana Kurd a bi rêveberiya PKKê, ev mijar di beşên berê de min di reşnivîsê de pêşkêş kiribû.

Ji lewra şerê hegemoniya hêzên Kaptalîst bi lixwekirina maska faşîsta Tirk a spî berdewam dikir. Di dema serweriya Mustefa Kemal de, di nav artêşê de tîmeke ne razî hebû. Ew tîm niştîmanî, welatparêz û li beramberî Anadolê bi xîret bûn. Ji dema derbeya 27ê Gulana sala 1960 an de û heta pêvajoya amadekariyên derbeyê heta salên 2000î, rewşa vê tîmê ku em navê niştîmanî û alîgirên aştiyê li wan dikin cudayî rewşa derbekar û komplogeran bû, yên ku di esas de destek ji şebekeya Giladyo digirtin. Serbarî vê yekê jî kok, reh, destdirêjî û şaneyên herdu aliyan di nav refên civakê de belav dibûn, ku di nav herdu aliyan de têkiliyên dij û nakok rû didan. Her yek ji wan li gorî pêvajoya heyî biserdiket. Li ser asta çînî nûnertiya Birjiwazên qewmî û yên xwe kêmkirî jî bûn.

Beriya derketina min ji Sûriyê, pêşbazî di navbera van herdu tîman de careke din derketibû holê. Bi vî awayî pêşbaziya di navbera Alîgir û Dijberan de di derbarê diyaloga bi me re ji bercewendiya Giladyoya NATO de bidawî bû, ango ji bercewendiya tîma alîgira şer û tunekirinê re bû û ev yek bi desteka Israîl û Amerîkayê bû. Di êvara derketinê de, ewlekariya Israîlê bi awayeke ne yekser li ser pêwsîtiya derketina min a ji Sûriyê israr kir. Min ev yek rast û guncv ne didît bi mebesta min ya ku rewşa me ya li Sûriyê windahiyên mezin nebîne. Min ev yek ne bi awayeke stratejîk û ne birdozî jî erê dikir. Lê belê şer dê di riya xwe ya xwezayî de bimeşiya, tişta ku qederê ji me re veşartibû divyabû em jiyan bikin. Baweriya min bi qederê nayê, lê belê guhertina rê ji nişkave ber bi riya birdozî, siyasî û leşkerî heta 30 salan, dê ne isyaneke bi wate ba li dijî qedera heyî, divyabû em bi rastiyê re bijîn. Min di esas de nikarîbû ked ji bo xelaskirina xwe bidim, piştî hişyariya dawî ya ji aliyê Atêlla Atêş bi navê Giladyoya NATOyê, me nikarîbû asta şer ber bi asteke jordetir gur bikira, tenê ev yek bi desteka Sûriyê û Rûsiya ji me re dibû. Ev destek û piştgirî nehat dayîn û herdu welat hêza wan tune bû, heta niyeta wan jî tune bû ku hebûna min wekî kesayet li ser erdê xwe bihewînin.

Ev yek ji aliyê Sûriyê de ne pêkan bû. Yanî mumkin bû ku di nav şev û rojekê de ji aliyê artêşa tirk ve ji bakur de û ji aliyê Israîl de ji başûr de were dagirkirin, ger ku wan rewşa xwe di dengê de bihêla dikarîbûn ciheke din ji min re peyda bikin, lê nikarîbûn xwe têxin vê rewşê de. Helwesta Rûsiya jî hîn zêdetir bê hurmet û binketî bû, bi zorê min ji Moskoyê derxistin beramberî projeya Şepêla şîn (Teyar El Ezreq) û girtina pereyê ji sendûqa navdewletî bi qasî 10 milyar dolar.

wekî giringî û sûdgirtineke mezin a nêrîna ji nêz de ji beriya derketinê û di dema wê de em bizanin, beriya ku em têkevin xeleka Esîna û Romayê.

Em nikarin wêneya rast û temam a buyeran fêm bikin ger ku em du aliya derbeya 28ê sibatê bi rengeke rast fêm nekin. Beşek ji derbekaran nêzî me bibûn tevî pêşniyarên wan ên di derabrê aştiyê de. Ez bawer dikim ku di arşîfa me de belgeyên di vê derbarê de hene. Her weha tişta piştî helwesta Torgot ozel û Necimeldîn erbekan rû da, min bi cidyet û daxwaza wan  a aştiyê bawer dikir, lê ev helwesta alîgiriya çareseriya aştiyan e û siyasî rê li ber derketina derbeyeke di nav derbeyê de vekir. Niha jî ji derdorê re eşkere dibe ku Israîl û Amerîka qet ne bi çareseriya siyasî û aştiyane re bûn, yanî heta dema girtina min. Lê belê wan bi israreke xurt dixwestin şer berdewam bike. Ger ku di asteke jêr de be jî, her weha dixwestin ku doza Kurdî rawestînin û binbixin ango rastî gelek nakokiyan were heta bighêje bê çareseriyê. Ew di rewşeke pêwîst de bûn ku kontrola xwe li ser Rojhilata Navîn feriz bikin, û ji bo binxistina desthilata li Iraqê bi awayeke taybet. Dixwestin ku aktîvbûyîna Tirkiyê sînordar bikin, û plansaziyên wan ji dervey wê riyê pêk neynin. Bi vî awayî Torgot ozel û Necimeldîn erbekan û Bolend ecawîd ji holê hatin rakirin ango bi dawî kirin ji ber ku ev plansazî cidî negirtin ango wekî metirsî nehesibandin, lê belê helwesteke anadolî û netewî girtin, ber bi alîgiryeke aştiyan e û çareseriyeke siyasî di derbarê doza Kurd de bi taybetî, bidawîkirina wan bi mirinê ango bêyî wê, ji alîgirên partiyê re ne xwedî giringî bû ji ber ku di esas de ew di dilê partiyê de bûn. Wan bi riya vî şerî heta dawî dixwestin ku bighêjin armanc û daxwazên xwe û her astengekar li pêşiya xwe binbixin, tevî mercê leşkerî yê li pêşiya gelê Kurd û şêwazê lêdanê ku yek ji şêwazên helandina nijadî ye. Hêzên hegemon nikarîbûn hêviyên xwe yên serkeftinê bidestbixînin bê ku destekê bidin vê têgehê, ku ew dirêjahiya rê û terzê kalasîk yê Itîhad û Tereqî ye. Ji ber ku ew di naskirina vê rastiyê de ye, pêwîstî didît ku destek û piştgiriyê bide Amerîka, Engeltra û Israîlê. Ev piştgirî di dema derketina min a ji Sûriyê sala 1998 an de pêk hatibû.

Di destpêka salên 90î de, bi temamî destek ji aliyê Amerîka û Engêltra hatibû girtin, beriya wê jî ji Israîlê di sala 1996 an de (Hevpeymanên hevalbendiya stratejîk di warê leşkerî de di navbera Tirkiyê û Israîl de). Bi vî awayî rêza çareserkirina aliyê hindir hatibû, ango destpêkirina guhertinên hikûmî, sererastkirina di nav refên artêşê de, ev gav dê gaveke li pey gavekê bihata pêk anîn di destpêka sala 1990î de. Ev rastî eşker û xuya dibe, di riya daxuyaniya Doxan xorîş yê ku serokatiya Desteya Erkana giştî girtibû dema ku yekser ji serdana xwe ya Engelterê hatibû. Got: “Roniya kesek dane me da ku em PKK tune bikin”, piştî vê daxuyaniyê mijar bi êrîşa qirkirina Kurd û PKK sînordar nema, lê em hemû baş dizanin wêneyên buyerên bi êş û pevçûnên hovan e yên gihiştin heta kuştina Serokê Komarê, di heman demê de guhertinên hukûmî û pêkanîna tesfiyekirina di nav refên artêşê de, tevgerên sînordar kirin ango pêşlêgirtina helwestên di nav refên civakê de, rêze kuştin û îmhakirina rewşenbîr û sermiyanên karan, komkujiyên gelêrî, ferizkirina radestkirina dezgehên Ragihandinê. Tişta ji vê kêm dimîne fêmkirina ku ev buyer giştî bi hev ve girêdayî ne. Li vir em nikarin ti buyerê, pevçûnê û tesfiyekirinê bi çaveke rast baş analîz bikin, ger ku em terz û birdoziya Giladyoya NATO nebînin ku ew li pişta hemû buyerên girîng ên siyasî û civakî yên ku Trikiyê  jiyan kiriyr ji dema derbasbûna wê ya hevpeymaniya NATO yê û heta sala 1998 an berpirsyar e. Yanî naveroka mijarê ewe destpêkirina şerekî bi rengê NATO yê li dijî daxwaz û xwestekên gel ên azadî, wekhevî û demokrasiyê, serbarî vê jî xeleka dawî ya vî şerî buyera derketina min a ji Sûriyê sala 1998 an bû.

Di dema derketinê de Du rê li pêşiya min hebûn: yekemîn riya çiya û duyemîn riya Ewropa. Pejirandina riya çiya dihat wateya bilid kirin û gur kirina şer, lê pejirandina riya Ewropa dihat wateya lêgerîna min a derfeteke diplomasî û siyasî. Dihat zanîn ku amadekariyên derbaskirina riya çiyê beriya wê bi çend rojan hatibû kirin. Wê demê ihtîmala herî xurt ew rê bû, lê belê hatina desteyeke Yûnanî taybet di wê demê de, peywendiyên pir zêde yên ji aliyê nûnertiya me ya li Esîna Êvar kaya dihatin meşandin ku têkilî bi berpirsên Yûnanî re dikir (ew wekî berpirsên paye bilind bûn), ji lewra riya me ya ber bi Esîna ve hat pejirandin. Pirsgirêka berpirsên Sûrî ew bû ku ez di demeke pir lez de ji Sûriyê derkevim, lê tevî vê yekê jî li ser wan rehetî diyar nedikir ku ez berê xwe bidim Ewropa, lê elternatîfa wan dervey vê tune bû, tenê xaleke cidî bû ku li ser wan hatibû qeyd kirin. Di rastiyê de derketina min a ber bi Esîna de ne di hesaban de bû, tenê ew wekî derfeteke ku divyabû em sûd jê bigrin, di baweriya min a bi cidyeta hevalên me yên li wir, lê ger min wekî ku ew li ser erdê dîtin bizanîba, ez qet derbasî wir nedibûm.

Lê pirsa ku gerek li vir were kirin ewe: gelo şebekeya Giladyo ya ku tê zanîn li Yûnanê pir bi hêz e, dibe ku wê ev rol di sînaryoya derketinê de lîstibe, ez nikarim bersiveke temam bidim, di vê mijarê de lêkolîn pêwîst e. Lê di lîsteya ihtîmalan de di dema radestkirina min ji Tirkiyê re, ew bi destê Amerîkayê hatiye kirin li beramberî lihevkirina bi rêveberiya Tirkiyê re di çareserkirina pirsgirêkên wê yên bi Yûnanê re, yan jî ji vê yekê sûnd jê girtiye. İhtîmala din jî niyetên Amerîka yên çareserkirina pirsgirêka Îce û Qubris bi taybetî ye, ji lewra gerek were zanîn ku Tirkiyê bê sînor ji bo vê mijarê gelek dagêre danî.

Berpirsên Sûrî piştî gihiştina belafira ku me gihand Esînayê di 9ê cotmehê de nû bihin kişandin. Di dema gihiştina belafirê Kalindrês li pêşiya me sekinî, Kalindrês berê baş li Tirkiyê rûniştibû wekî efsereke berpirs di NATO yê de. Bi eynî erkê de li Siwêdê jî mabû. Ji lewra dibe ku ew girêdayî giladyoya Yûnanê be. Ew bi xwe heta dawî bi bawer û rastiyê xwe nîşan dida. Li wê deverê di navbera me de nûçegihaneke ecêb sekinî bû, hindek belgeyên NATO yê dan min. Dibe ku ev yek bi mebesta bawerî dayînê kiribe, wî bi xwe di eynî belafirgehê de min veguhest gel efserê belafirgehê û serokê ewlekariya Stafirekakêsê ku li odeya xwe li hêviya min bû. Wê demê bi şêwazeke înad û hişk bê guftûgo ji min re got tu nikare derbasî Yûnanê bibe ger ku demikî jî be. Hevalên ku me bi wan re soz danîbû qet li wê deverê xuya nekirin, heta êvarî me gotin li hev xistin. Bi awayeke ne plankirî û ji nişkave navbênkarê me yê li Moskoyê Nûman Ocar kete xetê, wê demê me berê xwe da Moskoyê li ser belafireke Yûnanî taybet. Bi alîkariya Serokê (Partiya Demokrasî Lîberalî) Cîrînoskî em li Moskoyê rawestiyan, em derbasî Rûsyaya ku kirîzeke aborî di wan rojan de jiyan dikir bûn. Vê carê Serokê Ewlekariya Hundirîn a Rûsyayê li pêşiya me rawestiya, ew jî înadçî û hişik bû, ji lewra di wan şert û mercan de me nikarîbû ku em li Rûsyayê bimînin. Ez li wê derê bi awayeke qaşo digotin ku veşartî bû heta 33 rojan mam, ên ku ez li gel wan mam û guhdariya min dikirin bi xwe ji kokên Yahûdî bûn. Ez bi rastiya wan bawer bûm. Wan bi rastî dixwest min dûrî çavan bixin, lê min nikarîbû vî terzî erê bikim. Di wê demê de Serokwezîrê Israîlê Şaron û Wezîra derve ya Amerîkayê Olbraît derbasî Rûsyayê bûn. Serokwezîrê Rûsyayê wê demê Bîrîmakof bû. Ev hemû jî bi eslên xwe Yahûdî ne. Wê demê Serokwezîrê Tirkî Mesûad yelmaz jî di tevgerê de bû. Di dawiyê de li ser derketina min a ji Rûsyayê lihevkirin beramberî projeya Şepêla Şîn û girtina pereyan ji Sendoqa navdewletî bi qasî 10 milyar dolar.

Pejirandina min a ji Misokoyê re, ji baweriya min ya ku çawa be, “wan tecrubeyeke sosyalîst heta 70 salî jiyan kirin e, ji lewra ewê bi awayeke veşartî min qebûl bikin, bi mebesteke berevanîkirina bercewendiyên xwe be yan jî helwesteke wan ya netewî be”. Tevî hilweşandina sîstema wan, lê min bawer nedikir ku ew heta vê astê binkeftineke manewî zûha jiyan dikin. Em rû li rû pêşberî bermahiyên Kaptalîzmeke Bîroqradî bûn hîn hêsantir ji kaptalîzmeke Lîberalî. Di encamê de li pêşiya helwesta hevalên me yên li Mosokyê bê hêvî man, bi qasî tişta ku hevalên me yên li Esînayê kirin e. Eşker xuya bû ku têkiliyên me yên hevaltiyê ne cihê baweriyê bûn.

Rêgeha me ya sêyemîn jî bê plan ango ji nişkave hat avakirin di sûdgirtina têkiliyên me yên bi Rûmayê re. Bi alîkariya du cîgerên hevalên me yên ji refên (Partiya Sosyalîst-bingeha nû) me dest bi gava Rûmayê kir, ev têkilî beriya demeke kin hatibû avakirin. Bi vî awayî rojên me li wir heta 66 rojan li nexweşxaneya Romayê dirêj kir, wekî parçeyeke sînaryoya ku Ewlekariya Îtalyayê amadekiribû. Helwesta serokwezîrê wê demê Masîo Dalîma bi me re gerim û nêzî bû lê kêm bû, nikarîbû garantiyeke siyasî bide me û çarenûsa me ji dadweriyê re hişt. Ez ji vê mijarê gelek acizbibûm, ji lewra min amadekarî kir ku di derfeteke guncav de ez ji Îtalyayê derkevim. Di daxuyaniya herî dawî ya ku Dalîma da, got ku ez dikarim heta ku dixwazim li Îtalyayê bimînim. Lê min naskir ku ev helwest bi rengeke demikî û lez hatiye girtin, ger ku gumanê min şaş nebin wê demê destpêşxeriyeke Erebî hevbeş hatibû çêkirin, wê çaxê ji min re got emê te veguhezînin cihekî lê wan diyar nekir, min jî ew yek red kir ji ber tunebûna garantî û fermiyetê.

Derbasbûna min ya duyemîn ji Rûsyayê re şaş bû, lê terzê tune yê ji aliyê Nûman ocar ve hatibû lîstin bû sedema vê yekê, dema min berê xwe da wir û ez bi temamiya bawerkirina helwesta wî kesî ku min li ser jinavbiriên wî tişt nizanîbû. Eger min rûyê wî yê din bizanî, qet ez ji Romayê nederdiketim, bi awayeke tekez ez hatim xapandin. Tê bîra min, nefeseke kûr min kişandin dema ji saha NATO yê derketim di riya belafira taybet a Dalîma. Ev derketin wekî yê ji nava germê ber bi dojehê ve biçe, vê carê ewlekariya hundirîn ya Rûsyayê ji belafirgehê ez birim, piştî ku ez îqnaa kirim dê berê min bidin Ermîniya yê. Li gorî sînaryoya hatiye amadekirin li gorî texmînên min, li belafirgehê ji min re gotin ku çûyîna ber bi Ermîniyayê hate rawestandin, û ez dikarim heta heftiyekê biçim Tacekistan ger ku ez bixwazim. Heta heftiyekê em di odeyekê de bê derketin man. Piştre em cardî vegeriyan Moskoyê. Careke din me xwe avêt hevalên xwe yên yûnanî. Di nava du rojan de me careke din berê xwe da Esîna, piştî qedandina du rojên qerisî û ketina berfê li Moskoyê.

Tişta tê hişê min, min ji xwe re digot vê carê ez hatim lîstikên xwedawendên olompî bi qasî ku gotin wateyê dide. Ez di orta tepayên olompî de  bûm. Wê demê min xwedawend Hadês bi taybetî anî bîra xwe. Ez ji qadeke tije kesayetên mezin li belafirgehê derbasbûm. Dema ketina min xwedawend Hadis bê navber li pey min ket. Min rojek tenê li mala tevlîhev a xesiwa hevalê xwe Naxizakîs qedand, ew mal wekî sihir û fêlên dema berî bû. Dema min jê pirsî gelo Banxalos dê çi bike” , lê wekî ku nîşanî min da ku çiqas dûrî rastî û pêşketinên vê demê ye, dema ku bersiv da got:” ewê di hilbijartinan de qezenc bike”, heta astekê di bîra min de rastiya gelê Yûnanî yê kevinê esîl anî, her weha bi yê xurtî, lewaz ku dûrî hêza xwe çûye jî nîşan dide. Piştî wê şevê, hêdî hêdî çûyîna ber bi akademiya mirinê destpêkir, ku Hadis bi tena xwe li hawîrdor digeriya, hemû axaftin û karên dihatin kirin bi derew û xapandinê xwe dipêçandin, ango endamên rast tune bûn. Hebûn lê tu kes ji wan nikarîbû fenekê li pêşiya hovê modernîtê rawest e.

Dema ez ber bi Efrîkyayê bi rê ketim, sembola Mandîla vê carê li pêşiya min bû, wekî sembola Lînîn dema ku ez ber bi Mosokyê ve bi rê ketim. Li gorî îdaayan, ezê derbasî başûrê Efrîka bûma û minê têkiliyên diplomasî xurt ji aliyekî de lidarxista, her weha ezê pasaporta fermî û aktîv bigrim. Derew û fêalên dewleta Yûnanî di vê lîstikê de biserketin. Di rastiyê de gerek min fêm kiriba ku demokrasiya gelê Yûnanî seranserî dîrokê de ji aliyê keseke ku berovajî rastiya xwe nîşan dide hatiye xapandin, ez ketim derçûnên bi êş û pir zor. Lê îman û baweriya min a bi hevaltiyê wekî dilpaqijî û dilpakiya zarokekî ye ku ev di helwesta min de diyar kir. Dema derketina min ji Yûnanê û çûyîna min ber bi herdu belafirgehan de, herdu ajokerên ku min vedughestin hewilên xesîsî kirin da ku ez vegerim aqilê xwe û ez neçim, baweriya xwe nîşan dan ku tişta bikarin dê bikin, ev yek jî mezinbûna komploya ku hatiye hûnandin nîşan dide.

Dibe ku ew jî mamûrên di asta jêr de yê istixbaratê bin. Yekî ji wan erebe li belafirê xist ku çûyîna min asteng kir, yê duyemîn jî behane danî ku erebe xerab bûye û 7 caran erebe heta rawestandin û gelek deqeyan li ciheke nêzî belafirgehê rawestand, lê divyabû ku em veşartî derbasî belafirgehê bibin. Min pir bi sozên hatibûn dayîn bawer dikir û ji wê yekê re ne hişyar bûm, berovajî wê jî min dixwest ez bi lez biçim, ji hezkirina min a gelo qederê çi ji me re veşartiye, her kêliyek beriya ya din. Belafira min veguhest di hemleyên paqijkrinên veşartî yên Giladyo de dihat bikaranîn. Lê beriya wê ez derbasî Mînsek bûm, ezê derbasî erda Holendî bibam di riya Mînsek de beriya ku derbasî Nîrobî bibim. Careke din li ser belafireke taybet, ez zêdetirî du saetan di nav seqem û serma Mînsek de mam, lê belafira ku divaybû bihata nehat. Polîsa Rûsya spî çend xulekan belafir kontrol kirin, ihtîmal hebû ku min li belafirgeha Mensîk bihêlan, wekî ku ew derfeta herî dawî li pêşiya min e. Ji dervey vê mijar ji navbênkarên rûsya spî re ma. Tişta balkêş di mijarê de ku di wê demê de Wezîrê Berevaniya Netewî yê Tirkiyê Ismet Sezkîn bi serdanekê li Mensîk bû. Dema ku belafir nehat, îdaa hebûn ku derfeta herî dawî di nav destê me de winda bû. Ji lewra vegera ber bi şûn de bê ku meyze bikin û ev jî wateya wê wekî (Mirina spî) bû. Dema ku belafira Giladyo ber bi ava spî a navîn ve daket, min ev çûn di xeyalên xwe de wekî veguhestina qurbaniyan di karwanên tirênên qirkirina Yahûdiyan de anî. Tişta di kesayeta min de derket wekî ketineke xwar ya demên sîstema qirkirina komî ku li ser gel tê pêkanîn bû. Min rûyê veşartî û rast yê NATO yê di van geran de dît. Dema em ji Menîsk vegeriyan, hişyarî hatibû dayîn ku belafir nabe li ti belafirgeheke Ewropî raweste heta 24 saetan. Tişta ji vê yekê tê fêm kirin ewe ku ti belafirgeh qebûl nake em rawestin ji dervey belafirgeha Mînsek li Rûsyaya spî, dewleta tekan e bê îrad e. Li dojeha Nîrobî jî, sê rê li pêşiya min hatibûn danîn: yekmîn, mirineke xemilandî bi bueryeke pevçûnan bi behaneya ne guhdarkirina perspektîvan demeke dirêj, duyemîn jî serî xwarkirin li pêşiya ajansa istixbarata Amerîkî CIA bê nîqaş û radestkirina min, sêyemîn jî radestkirina min ji yekîniyên şerê taybet ên Tirkiyê re, ku ji demeke dirêj de hatibû amade kirin.

Ji nav kesên ku bi min re bûn li Nîrobî, Dîlan ku ew pir tirsiya bû, tevî ku wê eşkere hemû firkên xwe gotibû, hewil da rêxistinên civaka sivîl têxe tevgerê, dibe ku me dikarîbû bi rengeke ne giştî vê komployê vala derxînin, ango ji naveroka wê ya rast vala bikin. Min pêşniyara wê ya parastina xwe bi demançeyekê red kiribû. Ev ji bo me û min wekî xwekuştinê bû, niyeta min a xwekuştinê tune bû. Heta kêliya dawî ked dida da ku ez bi demançê xwe biparêzim. Ger ku min çek hilgirtiba û min hewil da pêlê dîklokê bikim, ev bi xwe mirin bû. Di dema lêpirsîna piştî wê de, hat gotin ku biryara kuştina min hatibû girtin ger ku ez çek bikarbînim. Her weha gotin ku derketina min a ji balyozxanê jî dê mirina min ba, gotin ku min helwesta herî rast pejirandiye.

Ez asta gotinên wan nas nakim, lê helwesta balyoz Kostolas di herdu heftiyên min li Nîrobî qedandin rastiya fêmkirinê bû. Gelo ev divyabû biba, ango ew jî parçeyeke vê planê bû ku ji demeke dirêj de amadekiribûn. Min bi xwe nikarîbû vê yekê analîz bikim. Ew qet nehat mala xwe ku cihê wî bi xwe ye heta radestkirina min. Her weha bi polîsên ewlehiya Nîrobî re jî pevçû bû, bi sedema daxwaza wan a zorkirina li ser min da ku ez ji wê balyozxanê derkevim, dibe ku ew helwesta wî zexte be jî. Vê carê Banxalos destûr xwestibû» li gorî îdaayê wî da ku biçe Holendayê. Min bi vê yekê bawer nekir ji ber ku yekîniyên taybet ên Yûnanê derfeta guncav dişopandin da ku serdegirtinekê bikin û bi zorê min derxin ger ku ez ji malê dernekevim. Di heman demê de Polîsa Kînî di amadebaşiyê de bû da ku eynî helwestê bike. Tişta diyar û xwezayî li vir ew bû ku çûyîna komareke başûrî efrîka wekî çîrokeke xapînok ji demke dirêj de bû. Pêşniyarên hatin kirin ji aliyê Eloz ber bi dêrê de yanî Desteya netewên yekbûyî tije metirsî û guman bûn. Ji lewra ez bi înad bûm ku ez dernekevim.

Dema derbasbûyî heta 4 heyvan ji 9ê cotemha sala 1998 an heta 15ê sibata 1999 an de pir balkêş bû. Ti hêz li vê cîhanê ji dervey Amerîka nikarîbû vê hemleya paqijkirinê heta 4 mehan amade bike. Rola hêzên şerê taybet a Tirkiyê wê demê (serokê wê hêzê Ceneral Enkîn alan) bû, tenê rola wan di veguhestina min bi belafirê ber bi Îmraliyê ve bû û ew jî di bin denetimê de bû. Tekez ew dem şahidê giringtirî çalakiyên di dîroka NATO yê de bû. Ev pir xuya û eşker bû ku li her deverekê emê lê man ti kesî helwesteke û terzekî şaş raber nekir. Ji ber vê yekê bandora wê yekser rabû. Lê belê helwesta Yûnaniyan temam bû ku her tişt eşkere bibe. Her weha tedbîrên ewlekarî li hindir û dervey mala li Romayê, rewş eşkere dikir. Di derbarê dîlgirtinê de tedbîrên cuda girtibûn. Rê nedan ku ez gaveke tenê ber bi derve de bavêjim, yekîniyên ewlekariya taybet di serê her saetekê de rewş taqîb dikir û dişopand heta deriyê odeya min, hikûmeta Dalêma çepkireke demokras bû.

Dalêma kêm tecrube bû, nikarîbû bi tena xwe biryaran bide, li Ewropa giştî geriya. Engeltra jê re diyar kir ku pêwîst e biryara xwe ya xweser bistîne, zêde pêre alîkar nebû. Helwesta Broksel jî ne zelal bû. Di encamê de em veguhestin dadweriyê. Bandora Giladyo li ser girtina biryaraê eşkere û ber bi çav bû. Di esas de Îtaliya yek ji welatên ku Giladyo tê de xwedî ling e û cihê xwe girtiye. Birliskonî hemû hêza xwe amadekiribû, ew bi xwe zilameke Giladyo bû. Min dizanî hêza Îtaliya tune ye ku min bihewîn e, derketina min gengaz bû. Tekez Tirkiyê bibû aliyeke vê yekê, ku ew ji welatên cihê baweriya Amerîka û Israîl e. Li vir îdaayên ku ew modernîteke tevlîhev e, di rastiyê de ew çîrokeke pêşkêşkirina Tirkiyê wekî xelat ji Kaptalîzima cîhanî re ye.

Sînaryoya dagirkirina Iraqê jî bi eşkerekirina belgeya radestkirina min ve girêdayî bû. Di rastiyê de dagirkirina hat kirin bi şopandin û hemleya paqijkirina armanckirî destpêkir. Eynî mijar li ser dagirkirina Afxanistanê dimeşe. A rast jî ew yek ji gavên mifteya pêkanîna (Projeya mezin a Rojhilata Navîn e), ew li peyketin û taqîba armanckirî bû. Ecawîd got:” min fêm nekir çima Ocelan radestî me kirin”, ev axaftin ne vala bû. Çawa ku çirûska Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi kuştina sermiyanê heyama Nîmsayê li ser destê kesekî nijadperesteke Sirbî û tundrew hate kirin, derbeyek ji şerê Cîhanê yê sêyemîn jî bi lipeyketin û taqîba min destpêkir. Da ku em baş têbighêjin pêvajoya piştî taqîbkirina min, pêwîst dike ku buyerên beriya û di dema taqîbê de baş fêm bikin, da ku Serokê Amerîkî Kilînton bi Serok Haviz Esed re di derbarê pirsgirêka derketina min ji Sûriyê de biaxive pêre di du civînan de civiya, ew civîn zêdetirî çar saetan dirêj kir, yek ji wan li Şamê hat lidarxistin û ya duyemîn jî li Siwêsrayê bû. Di van herdu hevdîtinan de, Haviz El Esed giringî û asta min nas kir, ji lewra ev mijar paş guh kir, heta ku ti daxwaz ji bo derketina min a ji Sûriyê nexwest. Dixwest heta dawiyê li beramberî Tirkiyê wekî hêmaneke hevsengiyê sûdê ji min bigre. Lê min zext li Sûriyê kir da ku helwesteke stratejîk bigre. Wê demê hêz û rewşa min ne karîbûn vê yekê biserbixin. Ger ku ez li Îranê bûma, dibe ku min karîba hevpeymaneke stratejîk avakiriba. Lê min nikarîbû baweriyê di vê mijarê de bidim Îranê, tersî wê ez dûrî helwestên wê yên kilasîk diketim (wekî tawanên kuştina Simko, Qasimlo û gelek mînakên komployên wekî wan, dîsa lîstok û xapandinên wê yên lêdana koka wê ji berê de heta heyama bidawîkirina şahê Mîdî Asîtax li ser destê Herbakos). Kilînton û Rêveberên Kurd ên pêre di nava danûstandinê de, hebûna min a li Sûriyê wekî mijareke asteng li pêşiya pêwîstî û planên wan ên stratejîk didîtin. Ji ber ku bi vê yekê Kurd û Kurdistan pêre pêre ji bin serweriya wan derdiket. Di heman demê de Israîl ji vê rewşê pir aciz bû. Herikîna buyerên li kurdistanê û derketina kontrola li ser Kurdan ji nav destê wan, mijareke nedihat qebûl kirin. Kontrolkirina wan a Kurdistanê, xwedî roleke çarenûsî bû di pêkanîna projeyên wan ên girêdayî Iraqê bi tayebtî. Ji lewra li ser min dihat feriz kirin ku divê ez ji wir derkevim, û pêşgirtineke dawî girêdayî nasnameya Kurd a serbixwe û ji birdoziya azadiyê re bê ku nîqaşa wê were kirin deynim.

Partiya me û birdoziya me ya azadiyê sedema hebûna me ne. Ji Amerîka û Engêltera dihat xwestin ku hevpeyman û sûnda li pêşiya Tirkiyê di sala 1925 an de dane pêkbînin (qurbanî dayîna Kurdistana Tirkiyê bi şertê dûr ketina ji Kurdistana Iraqê). Ji lewra Tirkiyê derbasî hevpeymana NATO yê bû, ji bo doza Kurd pêre lihevkiribûn. Cih û stratejiyên me ev hevsengî û hegemoniya heyî li rojhilata Navîn ya ku bi mezinbûneke girîng a kilasîk û di heyama niha de dihat naskirin dixiste xeteriyê. Riya li pêşiya me, em tevlî vê hegemoniyê bibin an jî wê me bi dawî bikin. Komara Tirkî hewil dida ku ji hevpeymanên bi hêzên hegemon re îmze kiriye sûd wergire ji sala 1925 an (itîfaqa 1926 di derbarê Mûsil û Kerkûk de, ketina Nato yê sala 1952, itîfaqên 1958 û 1996 ên li Israîlê hatibûn îmze kirin), di xistina van itîfaqan de meryetê ji bo qirkirina Kurdan ji rûpelên dîrokê. Ideolojiya nijadî û zanistdarî derfeta wê dida. Kadirê komarî jî bi vê yekê îqnaa bibû.

Di rastiyê de, ev rewş berovajî ruh û itîfaqên têkiliyên Tirk-Kurd bû. Lê xuya dikir ku ev rê derketineke aqilê sîstemê ye û ewê pêk bîne, wekî destpêkirineke ji hesabên wê yê avakirina Israîlê, tevî wê ideolojiya çêker bi navê rastiya Tirkiyên spî û statûya wê ya kadroyan û çînî. PKK di vê derbarê de derbeya mirinê li vê statûyê dabû. Qebûlkirina nasnameya Kurd û pejirandina taybetmendiyên wê dihat wateya tunekirina vê statûyê, ango divyabû ji wan siyasetên mirinê heta astekê paş de vegerin. Hevpeymanên bi Israîl re xwedî wateyeke çarenûsa wê statûyê bû. Di esas de dewleta nijadperestî a Tirk wekî Israîleke destpêker hatibû avakirin.

Statûyeke Kurdî spî wekî wê hatibû çêkirin, girêdayî bi PDKê. Li ser asta hebûna wan (ji bo ewlehiya Israîlê û bercewendiyên serweriya hêzên rojavaî li ser herêma Rojhilata Navîn û di serî de Amerîka û Engêltera), wan girîngiyeke pir zêde wekî çarenûs dida avakirina du hêzên wekî hev di nav refên Tirk û Kurdan de, ku ji eynî çavkaniyê derkevin û di nav hev de di nava nakokiyan de bin. Parastina sûd û pêwîstiyên wan li herêmê dê di riya herdû nijadên girêdayî wan de were pêkanîn, lê yên pevçûyî di navbera hev de, ew siyaseteke aqilane bû heta herî dawî. Derketina PKKê lîstika wan a dîrokî û dirêjahiya wê ya heta roja îro xerab dikir. Jidayikbûna derfeta aştiyê û çareseriyê di salên 1993 û 1998 an, dihat wateya bidawîkirin û ji holê rakirina vê lîstokê, ji lewra rê li ber çareseriyeke wiha digirtin, dest bi tesfiye, kuştin û fitneyên mezin kirin. Bi wateyeke din xelaskirina PKK ê ji Kurdan re ji nav vê serweriyê û ewlekirina doza wan bi civak û dewletên din re û di serî de Tirk, wekî lêdana derbeyeke stratejîk û xurt ji van lîstokên hegemoniya hêzên li Rojhilata Navîn re bû û li pêşiya armancên wê yên sûdgirtinê rê digirt. Ev xalên ku em dikarin bi gelmperî rêz bikin, ev xal isbat dikin ku komploya 1998 an xwedî asteke pir mezin e û xwedî stratejiyeke armancker e.

Kilînton girîngiyeke pir zêde dida hemleya serweriyê di wê demê de, û tekezî dida giringiya rola Tirkiyê di vê mijarê de. Şêwermendê wî yê taybet Ceneral Caltêrî, bi xwe eşkere kiribû ku ew êdî ji hemleya taqîb kirina min bi biryareke yekser ji Kilînton bi dawî dibe. Mijara girêdayî ” Şerê Cîhanê yê Sêyemîn”, ji bo fêmkirin û têgihiştina rastiya vî şerî, em bala xwe bidin serjimariyên buyer û qeyranên li gelek welatên sereke, di serî de jî Iraq, Efxanistan, Libnan, Bakistan, Tirkiyê, Yemenê, Somalê û Mesirê, serjimarên li van welatan ji demeke mêj de serjimariyên herdu şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn li ser gelek astan derbas kiriye. Şerê Cîhanê yê sêyemîn dê parçekirî û ne girêdayî hev be, ewê heta heyameke dirêj berdewam bike, ewê bi taktîkên cuda were meşandin û ev mijareke ji esas de fêmkirî ye ji ber çekên nûklerî. Lûtkeya Leşbûna ya ku NATO yê herî dawî lidarxist, tekezkirina Amerîka dorpêçkirina li dora Îranê, agahiya pêwîst di derbarê herikîna Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dide me.

Şerê cîhanê yê Sêyemîn rastiyeke tê jiyîn, naveroka wê ya navendî jî erdnîgariya Rojhilata navîn û pêkhateyên wê yên çandî ne. Buyerên tê jiyîn li Iraqê wekî navenda şerê cîhanê yê sêyemîn, bi awayeke temam û têr eşkere dike ku şerê heyî ne bi bajarekî tenê ve sînordar e, ew bi bercewendî û hebûna hêzên hegemoniya cîhanî ve girêdayî ye. Ev şer bi dawî nabe ger ku bandora Îran bi temamî were jinavbirin, bi pêkanîna ewlehî û dengeyê li Efxanistan û Iraqê, derxistina Çînê û Amerîkaya latînî ji ber ew hêmanên gefê ne. Hêjî em di orta şer de ku ewê heta demekê nêz 10 salan herî kêm dirêj bike, tevî ku tekezkirina vê ne rast e li gorî zanistên civakî (planên herî dawî yên stratejîk ên NATO yê, nêrîn dide ku ev şer bi qasî deh salan dê berdewam bike ). Carinan dê tevgera diplomasî zêde bibe, û carinan jî tundî jî zêde bibe. Dê derbaskirin û mûdaxeleya bercewendiyan were kirin di riya kirîzên aborî giran. Dê sernavên herêm û sahan were guhertin, ewê şer li gelek cihan bi rengekeke gelmper berdewam bike, bi yek ji şêwazan. Li vir fêmkirineke berfreh ji vê zêdetir ya aktorên taqîbkirina min di sala 1998 an de li ser asta navdewletî û ji ber sedemên ku ji çalakiyên herî mezin ên giladyoya Nato yê ye, tenê bi meyzekirina xwezaya vî şerî ber çavan. Bê guman, yê ku di şerên mezin de biserdikevin ne hêzên hegemoniyê tenê ne, lê belê dibe ku gel jî gelek sûd wergire. Dibe ku hêzên hegemûn jî binbikevin li ser asta sîstemê û gel serbikevin. Ezê vê mijarê wekî tewereyeke sereke di beşa bê de analîz bikim.

 

 

Back to top button