Arşîv

Şêniyên bajarê Kobanê bi meşeke girseyî kom,kujiya Parîsê a duyem şermezar kirin

Şêniyên navçeya Kobanê bi meşeke girseyî kom,kujiya Parîsê a duyem şerme,zar kirin û têkoşerên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.

Dewleta Tirk di 23’ê Kanûna 2022’an de komkujiyeke din li paytexta Fransa Parîsê pêk anî ku di encamê Endama Desteya Rêveber a KCK Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêz Ebdurehman Kizil hatin qetilkirin.

Di yekemîn salvegera komkujiyê de ku beriya niha di 9’ê Çileya 2012’an de komkujiyeke din li Parîsê pêk hatibû û di encamê de Sakîne Cansiz, Leyla Şeylemaz û Fîdan Dogan hatibûn qetilkirin, îro bi sedan ji şêniyên navçeya Kobanê di bin dirûşma “Komkujiya Parîsê berdewamiya komploya navdewletî ya li hemberî Rêber Apo ye” li dijî herdu komkujiyên ku li Parîsê pêk hatin, daketin qadan.

Di meşê de bi sedan ji jin û şêniyên Kobanê, hunermend, siyasetmedar, saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên civaka sivîl, Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û ciwan amade bûn. Çalakvanan bi hilgirtina alên rêxistina Kongra Star û berzkirina dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” ji qada Şehîd Egîd dest bi meşê kirin û li qada Jina Azad rawestiyan.

Piştî deqeyek rêzgirtinê endama ofîsa jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl wiha axivî: “Hedefgirtina jinên pêşeng ên Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve xwedî dîrokeke kevnar e. Jinên ku bi bîrdoziya Rêber Apo re bûn yek û di tevahî qadên jiyanê de bûn xwedî têkoşîn, ji aliyê dewleta Tirk ve tên qetilkirin. Di Komkujiya Parîsê de 3 pêşeng, di komkujiya Silopiyê 3 têkoşer. Her wiha di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bi dehan jinên din ku heman xebat dane meşandin, bûn armanca dewleta Tirk. Em dizanin ku armanca dewleta Tirk bi van êrîşan çi ye, yên ku pêşengtiya pergala Rêber Apo dikin û bîrdoziya wî temsîl dikin jinên Kurd in. Ji ber vê dewleta tirk hewl dide bi qetilkirina jinan pergal û bîrdoziya Rêber Apo jî tune bike.”

Endama Hêzên Parastina Civakî (HPC) Edle Bakir peyama xwe wiha da: “Polîtîkayên dewleta tirk ên li hemberî jinên Kurd êdî diyar in, dema ku di hemêza Parîsê de 2 komkujî pêk anîn, bi taybetî jinên têkoşer di nav de hedef girtin. Li dijî van êrîş û komployan, em weke jin xwe birêxistin dikin û dibin bersiv. Îstîxbarata tirk 4 hevalên me yên jin armanc girt lê li şûna wan bi sedan jinên din cih girtin. Lewre em dibêjin hemû polîtîkayên dewleta Tirk vala û bê bandor in. Em di vî warî de hikûmeta Fransayê şermezar û rexne dikin, gelo kîjan hikûmet nizane di welatê xwe de mîtên kîjan dewletan hene û kiryarên bi vî rengî pêk tînin. Em îro meşiyan ku diyar bikin, em ê ji bo doza herdu komkujiyên Parîsê bêdeng nemînin. Berovajî em ê tola xwe ji hêzên komploger bistînin û xwîna hevalên xwe li erdê nehêlin.”

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Lujeyn El-Salim jî wiha got: “Gelek balkêş e ku di welatekî weke Fransayê de rojane behsa mafên mirovan, azadî, demokrasî û edaletê tê kirin de du komkujî rû bidin. Ya balkêştir jî ew e ku di herdu komkujiyan de Kurd hatin qetilkirin, ne pêkhateyeke cuda bû. Di herdu bûyeran de jî Fransayê bertekek cidî nîşan neda, ango MÎT’ê ceza nekir. Ev tenê jî diyar dike ku Fransa li gel dewleta Tirk hevkar e û ev bûyer jî parçeyek ji komploya navdewletî ya li hemberî Rêber Apo ye. Em ê tola xwe ji dewleta Tirk bistînin û nehêlin ev komkujî berdewam bikin.”

JINHAGENCY

 

Back to top button