Arşîv

Emê bi ronahî û hêza Newroz sala 2636 bî îradeyêkî xurt ber bi azadiyê ve bimeşin

Em Newroza 2636’an, cejna yekîtî, azadî, berxwedan û serketinê li Rêber Apo, gelên berxwedêr, jin û ciwanan, karkeran û kedkaran û tekoşêrên ku di çiyayên azad , zindanan  de  berxwedidin pîroz dikin. Em wê roja berxwedanê li hemû Şehîdên ku bi jiyana xwe agirê newrozê geş kirin da ku rêya me ya tekoşînê ronî bikin piroz dikin û bibîr tînin. Dîsa  Em Newrozê li hemû hêzên me wek YPG,YPJ, QSD, Asayiş û HPC û HPC-Jin pîroz dikin. Li  ser vî hîmî  Newrozê  li  gelê  Bakur û Rojhilatê Suriyê û gelên herêmê  pîroz dikin

Roja Newrozê sembola yekitiya gelan li hember zordarî û mêtingeriyê ye û bi vê watayê de  destpêka sala nû a serkeftin û azadiyê ye. Newroz mîzgînya serkeftin û serfirazîya yekîtîya tekoşîna gelane. Newroz nuroj û vejîne. Li dijî dehaqên hemdem Fikir û felsefeya Serokatî û avabûna tevgera azadiyê pêvajoyek nu a berxwedanê daye  destpêkirin. , bi Şehîd Mazlum Dogan , Zekîye u Rahşanan  ku canê xwe zivirandin  agirê Newrozê li Kurdistanê û seranserî cihanê sekin, helwest, çand û vîna azadîyê  belav buye. Îro agîrê Azadîyê mezîn dibe, fireh dibe. Ev Agir bu jîyan u ronahî.  Bu vîn û tekuşîn.  Bawerîn wê çanda nemîr a Newrozê îsal derbeyên giran li faşîzme û dagirkeriyê bide.  Ji bo hatina sala nu a newrozê hemû kesên ku tekoşîna azadiyê didin meşandin  em serkeftinê ji wan re  dixwazin û bi îdda ne ku emê bi rihê yekitî û berxwerdanê himberî dehaqên roja me ya îro vê sadsalê bikîn sedsala azadîya jin û jîyanê.

Newroz tê wateya vejînê, hatina demsalekî nu  û destpêka sala nû ye.  Newroz   bi berxwedan û tekoşîna gelan ji bo azadî û demokrasî pekwere mizgînîye. Dîroka gele Kûrd dîroka dijî her cure zilm û zordarîye dîroka berxwedanê ye . Iro jî li her deverê cîhanê li dijî gelê Kûrd, jinan û gelên azadîxwaz êrîşên gelekî mezîn tên meşandin. Pargalên desthilatdar, faşîst, dagirker  dijmînê azadîya jinan û gelanin. Lewra ji bo vina gelan û jinan bişkinin êrîşên dijwar didin meşandin.

Lê berxwedana gelê me li her çar aliyên Kurdistanê û seranserê cihanê li hember dagirkeriyê û hemû dijminêyn gelê Kurd carekî din îspat kir ku agirê newrozê a beriya 2636 salan  hatîye pêxîstin hîn jî  netefiya ye,  di dilên me de zindiye . wê bi îrade û tekoşîna me meşalêya azadî, wekhevî, demokrasî dî cîhanê de geş bibe.Agirê Newrozê  sembola dîrokî ye û îşareta serhildanê ye, me di Rojava û Bakûr û Rojhilatê Suriyê serhildan veguherand şoreşa jinê û emê bi wê şoreşê Azadî teqez bikin.  Newroz wê bibe destpêka qonaxeke nû ya berxwedan û têkoşîn ji bo azadiya gelan û agirê pîroz a Newrozê wê tarîtiya zilm û dagirkeriyê têk bibe.

Wek Kongra Star em Newroza 3636’an bi vê rihê pêşwazî dikin, Emê bi rihê newrozê  tekoşîna xwe xurt bikin û bî îradeyêkî xurt ber bi azadiyê ve bimeşin. Emê bi ronahî û hêza Newrozê ve Şoreşa jinê li ser van xakanê ava bikin. Em baş dizanin îro nevîyên deheqan hewildidin ji bo şoreşa gelan û şoreşa jinê bi fetisînê. Lê em ji wek Kongra Star xwedî vîn u azwerînê  kû emê têqez bi vîna jina azad li ser xaka walêtê xwe hemu rojan bikin Newroz.  Ji bo hemu roj bibin Newroz em bang hemû jinan, gelan û dostan dikin ku agirê pîroz a newrozê geştir bikin da ku em bihevre meşa azadiyê serbixînîn û azadiya fîzîkî a  Rêbertî destbixinîn.

Kongra Star

21.Adarê 2024

Back to top button