ÇalakîNûçe

“Bi rihê berxwedana biratiya gelan em ê Efrîn û tevahî xaka Sûriyeyê rizgar bikin”

Bi hezaran koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê bi dirûşma “Bi rihê berxwedana biratiya gelan em ê Efrîn û tevahî xaka Sûriyeyê rizgar bikin” daketin kolanan û diyar kir ku hêzên navneteweyî berpirsên sûcên dagirkeriya Tirk ên li Efrînê ne.

Di salvegera 6`an a dagirkirina Efrînê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê bi tevlêbûna bi hezaran koçberan û şêniyên Şehbayê meşek li dar xist.

Girseya gel li çerxêreya navçeya Ehdasê kom bû û şaxên zeytûnê, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, wêneyên komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efrîn û Şehbayê pêk anîne, hildan.

Meşvan heya pêşiya Baxçeyê Rêber Apo meşiyan. Li wir meş veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehba Xedîce Îbo axivî.

Xedîce Îbo îşaret bi armancên dewleta Tirk a dagirker kir û got: “Dewleta Tirk hewl dide Împaratoriya Osmanî vejîne û Mîsaqî Millî pêk bîne.”

Her wiha xedîce destnîşan kir ku berxwedana koçberên Efrînê ya ji 6 salan ve li Şehbayê berdewam e, misogeriya rizgarkirina Efrînê ye. Xedîceyê di dawiyê de banga xurtkirina têkoşînê kir.

Hevserokê meclisa navçeya Ehdasê ya kantona Efrîn û Şehbayê Fewzî Mistefa jî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên Efrînê û xwezaya wê şermezar kirin. Mistefa got hêzên navneteweyî berpirsên van sûcan in û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker li ber çavên cîhanê û Meclisa Ewlehiyê sûcan pêk tîne.”

Fewzî Mistefa destnîşan kir ku ew şopdarên berxwedana li hember siyasetên dagirkeriyê ne ta ku Efrîn û tevahî xaka Sûriyeyê tê rizgarkirin.

Back to top button