Arşîv

Mexmûriyan li dijî qedexeyê dest bi meşê kirin

MEXMÛR – Asayîşa PDK’ê bê ku hêcetek nişan bide, bi rojan e niştecihên Mexmûrê ku ji bo pêdiviyên xwe pêk bînin diçin Hewlerê vedigerîne. Niştecihên wargehê ji bo ku vê rewşê şermezar bikin dest bi meşê kirin.

Asayîşa PDK’ê bê ku hêcetek nişan bide, bi rojan e niştecihên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê )ku ji bo pêdiviyên xwe pêk bînin diçin Hewlerê vedigerîne û bi rojan e derdora wargehê bi leşkerên Iraqê hatiye dorpêçkirin. Bi armanca şermezarkirina vê rewşê di seten serê sibehê zû yên îro de gele wargehê ji bo dorpeca ku ev 11 roje berdewam dike bi wesayît û bi meşê bere xwe dan seytereya ku rê lê girtî ya PDK’ê. Bi sedan leskerên Iraqê jî bi masineyen zirxi rê li qada Mexmûrê girtine û meşa gel asteng dikin.

Back to top button