Arşîv

Mamosteyên jin ên Reqayê : Em ê li dijî dagirkeriyê bisekinin

Bertekên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî gefxwarinên Tirkiyê dagirkeriya dewleta Tirk li ser herêmê zêde dibin.

Di çarçoveya pêngava “Me yekitiya xwe ava kir..em bi ser ketin..em ê li ber xwe bidin heta biparêzin..ji dagirkeriya Tirk re na” de ya ji aliyê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye destpêkirin îro bi dehan mamosteyên jin ên bajarê Reqayê û gundewarên wê li Fakulteya Zanist a rojhilatê Bab Bexdadê yê dîrokî kom bûn û daxuyaniyek dan.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Meyede El-Şêx ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Bi navê mamostiyên jin ên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê em berxwedana jinên Sûriyê ya dijî êrîşên Tirkiyê silav dikin, em dengê xwe didin dengê berxwedana zindanan û berxwedana êkoşerên jin ên ku li hemberî zulmê şer kirine û navê xwe di dîrokê têkoşîn de mohr kirine.”

Mamosteyan gotin “Jin xwedawenda mîna Înana û Eştar e, ku hêz, îrade û çanda xwe ji xwe digirt, ji dema hebûna mirovahiyê wê jiyana hevpar ava kir, bû kevirê sereke yê avakirina mirovahiyê û bû mînaka wefadariyê mîna Kîlopetra û Zenûbiya.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku berxwedana jinan a rasteqîn ji beriya demên dirêj ve heye, îsbat dike ku jin dikare li hemberî her cure zextên li ser wan têne meşandin, şer bikin û wiha hate domandin: “Jinan li hemberî zextên ku dîroka wan a bi qehremaniyê hatiye xêzkirin dike hedef şer kirin. Hemû zexetên ji aliyê pergalên desthildar ve li ser jinan hatine ferzkirin nedikarîn agirê berxwedanê di kesyata wê de bitefînin. Berxwedana Xewla Bint El-Ezwer û Xensa, heta xuşikên Mîrebal delîlê ku jina zulmê qebûl nake û ji bo jiyaneke aştî û bi rumet berdêlên giranbuha didin.”

Mamosteyên jin ên Reqayê di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kirin ku berxwedan ranewestiya, heta niha di kesayeta Sakîne Cansiz ku bi salan di zindanên dijmin de liber xwe da didome, kesayeta wê bû mînaka lehengî û têkoşînê, vaye Leyla Guven û berxwedana wê ji cîhanê re îsbat kir, azadiya fikir ji azadiya bedenê mezintir e, ew bû mînaka vîna azad a bihêz û îsbat kir ku ew neviyên Înana û Eşter in.

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em soz didin ku dê ala me ya azadiyê bilind be heta hemû jin bighêjin armancên xwe, madem em şopdarên xeta şehîdan e dê îradeya me ti carî têk neçe. Em ê dîwarên hemû zindanan bişkînin, jinên Efrînê rizgar bikin û li pêşiya hemû gefxwarinên dagirkeriya Osmaniya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin.

Back to top button