Arşîv

Komkujiya Şengalê li Helebê hat şermezarkirin

HELEB – Bi wesîleya salvegera 5`emîn a komkujiya Şengalê Kongoreya Star û Mala Êzîdiyan li Helebê meşek bi dirûşmeya “Parastina jinên şengalê parastina hebûna jinan ne”, li dar xistin.

Bi wesîleya salvegera 5`emîn a komkujiya Şengalê Kongoreya Star û Mala Êzîdiyan meşek li Helebê li dar xistin. Meş li Pêşiya Mala Êzîdiyan dest pê kir û li qada şehîd Destîna hat rawestandin. Meş bi alên Kongreya Star û wêneyên Rêberê PKK`ê Abdullah Ocelan, panketên bi nivîsên” Ji dagirkeriyê re na”, hatin hilgirtin.

Piştî deqyek rêzgirtinê, Endama Rêveberiya Kongreya Star Şervîn Heleb axivî. Şervîn wiha got: “Rojekê rêş û tarî bû bi hezaran jin, zarok, mêr, kal hatin qetilkirin û revandin. Komkujiya Şengalê piştî vekişîna hêzên PDK’ê pêk hat. Lê şervaên azadiyê Şengal rizgar kirin, tu kes nikare dîroka jinan tarî bike.”

Meş bi dirûşmên “Bijî berxwedana Şengalê, Bimirê îxanet”, bi dawî bû.

Back to top button