Arşîv

Mamosteyên Minbicê gefên Tirkiyê şermezar kirin

Rêzeçalakiyên ku jinên herêmên rizgarkirî (Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê) di 23`yê Tîrmehê de bi dirûşma “Em bûn yek û bi ser ketin, na ji dagirkeriya Tirkiyê re” dest pê kir, berdewam dikin. Mamosteyên bajarê Minbicê li navenda Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û Gundewarên Wê çalakiyek li dar xist û gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Di çalakiyê de bi sedan endamên sazî û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê amade bûn.

Di çalakiyê de daxuyaniyek ji aliyê endama Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Nesrîn Ehmed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Em wek mamosteyên Minbic û gundewarên wê me gelekî binpêkirin ji sîstemên desthilatdar dîtin, ji nezanî, kuştin û qirkirinê hatin. Tiştê ku sîsteman ji kiryar û binpêkirinan der heqê jinan de kir, mirovahî jê nefret dike, ew tenê li pêşiya xwendin û perwerde û kiryarên siyasî pêk anîn armanca wê rûxandina civakê ye, ji ber jin bingeha civak û rihê jiyanê ne.

Em wek mamosteyên Minbic û gundewarên wê li vir helwesta xwe diyar dikin û dibêjin em tu gef û dagirkirina xakê qebûl nakin.”

Di dawiya daxuyaniya mamosteyan de wiha hate gotin: “Osmaniyên nû çi bikin jî em ê destkeftiyên civaka xwe ku bi saya lehengiya bi sedan şehîdan pêk hatin, biparêzin û bibin mertalên zindî li pêşiya planên Erdogan û rejîma wî.”

Çalakî bi dirûşmên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

Back to top button