Arşîv

‘Tevgera Kevana Zêrîn bi stranên xwe berxwedana jina Efrînî tîne ziman’

ŞEHBA – Cara yekem Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Efrînê straneke bi navê ‘Jin jiyana azadî’ li ser berxwedan û têkoşîna jina Efrînê amade dike. Derbarê stranê de endamên Kevana zêrîn axivîn û wiha gotin: “Em cara yekem stranekê li ser berxwedan û têkoşîna jina kurd amade dikin.”

Di Berxwedana Serdemê de jinan berdêlên herî giran di oxira ax û welatê xwe de dan û li dijî êrîşan berxwedana xwe domandin. Tevgera Kevana Zêrîn bi alîkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Efrrînê kilîbek bi navê ‘Jin jiyana azadî’ amade dikin da ku tekoşîna jina kurd nîşan bide. Endamên Kevana Zêrîn nêrînên xwe bi me re parve kirin û wiha gotin: “Em bi rêya stran û hunera xwe têkoşîna jina kurd a bi hezar salan ji cîhanê re parve dikin.”

‘Berxwedana jina Efrînî tîne ziman’

Rêveberiya beşê stranan a Kevana Zêrîn Newroz Silêman li ser çîroka strana ku amade kirine axivî û wiha got: “Ev cara yekeme stranek wiha em amade dikin, li ser berxwedan û tekoşîna jinan di berxwedana serdemê de, ji ber ku jin pêşengtiya civakê dike. Piranî berxwedana Şehîd Avesta, Barîn û Arînê şirove dike.”

‘Bi rêya stanan em têkoşîna jina kurd ji cîhanê re parve dikin’

Newrozê di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ev stran bi alîkariya Tevgera Çand û Hunerê hat amadekirin û wiha domand: “Ev stran di Berxwedana Serdemê de amade bû lê şerekî pir hovane ser me de hat ji ber vê yekê me li Kantona Şehbayê karê xwe bi alîkariya Tevgera Çand û Hunerê domand û li gor derfetên kêm me xwest ev stran cihê xwe bigire. Em hewl didin tim û tim berxwedana jina Efrînî ji cîhanê re nîşan bidin.”

‘Em ê çanda xwe zindî bikin’

Endama Koma Berçem a stranan Mîdiya Cawîş li ser amadekariya stranê wiha got: “Em weke ciwanên Efrînê cara yekemîn kilîbekê li ser çanda Efrînê amade dikin. Dijmin her tim dixwaze êrîşî çanda dayîkê bike û îradeya jina kurd bişkîne, lê em çanda xwe nahêlin û tim em ê çanda xwe zindî bikin.”

‘Hêviya me strana bê li ser vegera Efrînê be’

Endama sazmanê kevanê ya Kevana Zêrîn Romîne Sîdo li ser girîngiya stranê axivî û wiha hestên xwe anî ziman: “Li gor şert û mercên zehmet me strana ‘Jin jiyana azadî’ amade kir. Em bi rêya vê stranê ji Erdogan re dibêjin gelê kurd bi taybet jin îradeya wan naşkê. Em bi hêvî ne strana me ya duyemîn li ser rizgarkirina Efrrînê amade bikin. Tevgera Kevana Zêrîn bi stranên xwe berxwedana jina Efrînî tîne ziman.”

Back to top button