Arşîv

‘Çeka me ya bingehîn em pê şer bikin fikir û ramanên me yên azad in’

HESEKÊ – Jinên Navçeya Zirgan û Serêkaniyê li hember gefên dewleta tirk bertekên tund nîşan dan û gotin: “Çawa çeteyên El-Nusra têk çûn dê hemû zihniyeta dagirker jî têk biçe.”

Bi armanca şermezarkirina gef û êrîşên dewleta tirk di navbera sînorên Bakur û Rojavayê Kurdistanê de konê mertalên zindî hate dayîn. Îro endamên meclîs û rêxistinên Navçeya Serêkaniyê û Zirganê û geleke kes tevlî çalakiyê bûn. Rêveber, endam û dayîkên Serêkaniyê û Zirganê bertekên tund nîşanî gefên dewleta tirk, dan.

‘Çeka me ya bingehîn ku em pê şer bikin fikir û ramanê me yê azad e’

Endama Rêvebera Kongreya Star Selwa Ehmed diyar kir ku çawa çeteyên El-Nusra di 2011’an de li Serêkaniyê têk çûn dê pilanên wekî din ên dagirkeriyê jî têk biçe û wiha dom kir: “Gelê me tu carî ranewestiya. Çeka me ya bingehîn ku em pê şer bikin fikir û ramanê me yê azad e. Erdogan heger êrîş bike dê pir poşman bibe ji ber dê dayîkên Rustem û Bêrîvanan vê yekê ji wî re nehêle.”

‘Armanca me yekîtî û guhertina hişmendiya civakê ye’

Zehra Selîm a ji Navçeya Zirganê ye bi lêv kir ku Erdogan ji yekîtiya kurd,ereb û suryanan ditirse û wiha dewam kir: “Her malek ji welatê me bi xwîna têkoşerên azadiyê hate rizgarkirin û avakirin. Di heman demê de gulên baxçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwîna têkoşerên azadiyê Kurd, Ereb, Aşûr û Suryan hatiye avdan û bi tîna azadiyê mezin bûne. Em wekî Ereb tucarî nabêjin ev Kurd e ango Suryan e armanca me yekîtî û guhertina hişmendiya civakê ye. Yekîtiya gelan û hevbeşbûna jiyanê, pilanên dagirkeran û hevkarên wan pûç dikin.”

‘Em ê li dijî êrîşan her bisekinin’

Dayîka Sîma Silêman a ji Navçeya Zirganê ku tevlî kon bûye wiha dibêje: “Erdogan çi ji Kurdan dixwaze? Metirsiya wî ew e ku edalet û wekheviya ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatiye bandorê li ser hemû parçeyên Kurdistanê bike. Tecrubeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xweş pêk hatiye û tê meşandin jî. Lewra armanca Erdogan di asta yekemîn de projeya Rêveberiya Xweser, hedef digire. Em ê li dijî êrîşan her bisekinin.”

‘Kurdistana ku bû çar parçe em ê bikin yek parçe’

Sîmayê got ku ew ê tola zarokên xwe hildin û wiha pêde çû:”Dema ku Kurdistan kirin çar parçe kezeba me jî kirin çar parçe. Lê em ê dîsa Kurdistanê rizgar bikin û bikin yek parçe û sînoran ji navbera xwe rakin, ku gel bi hev re jiyan bijîn.”

‘Li peyî tarîtiyê ronahî heye’

Sîmayê wiha dewam kir: “Li peyî tarîtiyê ronahî heye. Di heman demê de li peyî zilmê edalet heye. Gul di bin latan de namîne, av jî ji kaniyê dide der û bi têkoşînê û dubarebûnê di keviran de jî derbas dibe. Em ê jî wek dayik ji azadiyê heta dawiyê têbikoşin. Heger raya giştî ya navneteweyî bêdeng nema dê ewqas neheqî çêneba.

Back to top button