Arşîv

Şêniyên Minbicê salvegera sêyemîn a rizgarkirina bajarê xwe pîroz dikin

Şêniyên bajarê Minbicê bi boneya salvegera sêyemîn a rizgarkirina bajarê Minbicê ji hêla QSD`ê ve şahiyek li dar xistin. Di şahiyê de gelek axaftin hatin kirin û rola şêniyên Minbicê di rizgarkirina bajêr û rûniştandina ewlehiya wê de isbat kirin.

Şahî li bajarê Minbicê di dibistana El-Xesaniye bi dirûşmeya `Em salvegera sêyemîn a rizgarkirina bajarê Minbicê di 15`ê Tebaxê de pîroz dikin` li dar ket. Dirûşme bi 4 zimanan Çerkezî, Erebî, Kurdî û Turkmanî hate nivîsandin.

Bi hezaran şêniyên Minbicê bi cilên xwe yên gelêrî tevî şandeyek ji bajarê Kobanê û Girê Spî tev li şahiyê bûn.

Pankartên bi nivîsên `Bi giyana 15`ê Tebaxê jinê çirûska azadiyê vêxist`, `Ciwanên Firatê pêşenga rizgarî û tohildana ji Erdogan e`, `Şêniyên Minbicê careke din baweriya xwe bi meclisa xwe ya leşkerî û karîna wê ji bo parastina herêmê ji her gefekê dubare dikin`, `Azadiya jinê azadiya civakê ye`, `Bajarê me ewle ye jiyana me aştiyane ye`, `Na ji şer na ji dagirkeriya Tirk re`, `QSD`ê bi saya xwîna şehîdan terora tarî tune kir` li cihê şahiyê hatin daliqandin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarê wê hevserokê Meclisa Qanûnsaz Mihemed Elî El-Ebo axivî û şêniyên Minbicê bi vê boneyê pîroz kir.

El-Ebo di axaftina xwe de şehîdên ku ji bo rizgarkirina bajarê xwe ji terora tarî şehîd bûne bi bîr anîn û destkeftiyên li bajêr ji aliyên tenduristî, perwerdehî û xizmetguzarî ve pêk hatine bîr xistin. El-Ebo wiha domand: “Ev hemû vedigere ewlehiya ku li bajêr serwer e.”

Piştî wê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamêd El-Mihbaş axivî û şêniyan bi cejna qurbanê û salvegera sêyemîn a rizgarkirina Minbicê pîroz kir û got: “Bajarê Minbicê bi saya şehîdan û hevgirtina şêniyên wê bi hêzên leşkerî re rizgar bû. Ji ber wê ji warekî terora tarî kontrol dikir veguherî meqseda gelê Sûriyê ji bo ewlehiyê.”

Piştre zarokê bi navê Sracdîn El-Abo helbestek bi navê `Dewata te ye Minbic` vegot û bi rêya wê rizgarkirina bajarê Minbicê pîroz kir û tevahiya şehîdan bi bîr anîn.

Ji aliyê xwe ve berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û salvegera sêyemîn a rizgarkirina bajarê Minbicê pîroz kir. Derwîş tekez kir ku ew ê bajarê xwe biparêzin û destnîşan kir ku tevî hewldanên têkibirina herêmê, lê di Minbicê de gelek destkeftî têne bidestxistin.

Derwîş diyar kir ku destkeftiyên li bajêr hatine bidestxistin têrê nake, ji ber ku hêviyên wan mezintir in û berxwedana wan berdewam e. Derwîş soza şopandina rêya şehîdan duber kir.

Piştî wê berdevka Meclisa Jin a bajarê Minbicê Ibtîsam Ebdulqadir axivî, salvegera sêyemîn a rizgarkirina bajarê Minbicê pîroz kir û got ew destpêka rojeke nû ye û rola şervanên jin di pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê de destnîşan kir.

Piştî wê sekretera giştî yê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef axivî û şêniyan bi vê boneyê pîroz kir û peyamek da dewleta Tirk ku bikeve ferqê ku gefên wê li dijî herêmê, israra gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan naşkîne.

Hevrîn banga hevgirtinê li dijî dewleta Tirk a dagirker kir û tekez kir ku aştî daxwaza gelê Sûriyê ya tekane ye û ew Sûriyeyek azad û demokratîk ji tevahiya gelê Sûriyê re dixwazin.

Her wiha peyama pîrozbahiyê ya Ciwanên Lubnan û Filistînê hate xwendin.

Şahî bi pêşendana berhemên hunerî ji şano, starn û govendên gelêrî berdewam e.

Back to top button