Arşîv

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 15`ê Tebaxê pîroz kirin

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê ya giurêdayî bajarê Qamişlo Navenda Hêzil a Çand û Hunerê şahiyek bi tevlibûna bi seda şêniyên navçeyê ji Kurd, Ereb û Suryanan li hola Roj li dar xist.

Di şahiyê de koma Şehîd Xebat a girêdayî Navenda Hêzil û koma Şehîd Barîn a girêdayî navenda Şehîd Sason a bajarokê Meişûq berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.

Di dawiyê de şêniyan xelekên govendê li ber stranên gelêrî gerandin.

SERÊKANIYÊ

Bi sedan ji şêniyên bajarê Serêkaniyê û navçeya Zergan ên girêdayî kantona Hesekê jî 15’ê Tebaxê li Serêkaniyê pîroz kirin.

Şêniyan xelekên govendê li ber stranên gelêrî yên Koma Şehîd Bêrîvan, Roj û Koma Welat gerandin.

KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê li qada Şehîd Egîd li navenda bajarê Kobanê boneya 15`ê Tebaxê bi şahiyeka bi dirûşmeya “Bi giyana berxwedana 15`ê Tebaxê em ê vîna û israra xwe zêde bikin û asta têkoşînê bilind bikin” pîroz kirin.

Piştî wê dayîka bi navê Sûad Eldemir got: “Jin biserket û dê bi serkeve madem bi rêgezên şoreşa 15`ê Tebaxê ve girêdayî ye.”

Di dawiya şahiyê de şêniyan govend li ber stranên koma Dîlan gerandin.

QAMIŞLO

Şahiya pîrozkirina 15`ê Tebaxê li stada Heysem Kico li rex bajarê Pîşeyî yê bajarê Qamişlo bi tevlibûna bi sedan ji şêniyên bajêr tevî li dar ket.

Qada şahiyê bi wêneyên têkoşer Mehsûm Korkmaz (Egîd) û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.

HELEB

Îro şêniyên taxa Şêxmeqsûd li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûd kom bûn û al, sembol û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Piştre şênî di nav kolanên taxê de ber bi qada taxa Eşrefiyê ve meşiyan û dirûşmeyên silavkirina şehîdan û berxwedana Ocalan berz kirin.

Di qada taxa Eşrefiye de şahiyek bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre Koma Kevana Zêdrîn û Çiyayê Hawar yên girêdayî Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên her du koman bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Şahiya li navçeya Dirbêspiyê bi tevlibûna bi sedan ji şêniyên navçeyê û gundên girêdayî wê li Geraca navçeyê li dar ket. Şêniyan wêneyên têkoşer Egîd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan hildan.

Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Bi dehan ji şêniyên Girkê Legê û Çilaxa 15`ê Tebaxê li ber Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlan pîroz kirin. Şêniyan 15’ê Tebaxê bi gerandina govendê pîroz kirin.

DÊRIK

Şahî li navenda Şehîd Bawer a Ciwanan a bajarê Dêrikê bi tevlibûna bi sedan şêniyan li dar ket.

Koma Ava Mezin a girêdayî navenda Dîcle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê şanoyek girêdayî berxwedana gelên herêmê li dijî DAIŞ`ê pêşandan. Şahî bi starnên Koma Cûdî ya navenda Dîcle ya Çand û Hunerê bi dawî bû.

Back to top button