Arşîv

Mexmûriyan bertek nîşanî qeyûman dan

MEXMÛR – Penaberên li wargeha Mexmûrê tayînkirina qeyûman a li Şaredariya Bajarê Mezin ên Wan, Amed û Mêrdinê bi daxuyaniyê şermezar kirin û gotin: “Gelê Kurd ên serhildêr û berxwedêr dê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe bide.”

Penaberên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyeke qeyûmên ku li Şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê hatin tayînkirin bi daxuyaniyeke girseyî şermezar kirin. Daxuyanî ji hêla Hevseroka Şarederiya Mexmûrê Leyla Arzo Îlhan ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku îro carek din Gelê Kurud bi rûyê faşîst re rûbirûye û wiha hat gotin: “Carek din bi qeyûmê vîna gel hat tune hat hesibandin. Polîsên tirk şaredariyan desteser kirin. Ev tişt ji bo Gelê Kurd armanca têkoşînê ye. Gelê Kurd ên serhildêr û berxwedêr dê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe bide.”

Leyla, di berdewamiya daxyaniya de bal kişand li ser dagirkeriyê û wiha pêde çû: “Em baş dizanin ku ev qeyûmên ku hatine nikarin bibin vîna gel û nikarin ji bo gel pêşketina çêbikin. Ji bo gelê her çar parçeyê Kurdistanê û Kurdê derveyê Kurdistanê û bi taybet ji gelê Bakurê Kurdistanê em deng didin. Deng dayina me heta cihekê cihê rûmet û keramete ye lê ya girîng em bikarin li vê deng û vîna xwe li xwedî derbikevin. Em wek gelê berxwedêr yê wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bang dikin bi taybet gelê Bakurê Kurdistanê li dora vina gel, pir rengiya gel, vîna gel bibin yek ku em bikarin faşizma Erdugan têk bibin.”

Back to top button