Arşîv

Li Mexmûrê 4’emîn Konferansa Perwerdê ya Mamostayên Jin destpêkir

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi beşdarbûna 150 delegeyan 4’emîn Konferansa Perwerdê ya Mamostayên Jin li lokala mamostayan, bi dirûşmeya ‘Ji bo Azadiyê tu jî rabe ser piyan’ hat lidarxistin.

Konferans bi deqeyekê rêzgirtin li ser giyanê tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî deqeyek rêzgirtin axaftina vekirinê ji aliyê Mamosta Hêlîn Bîlen ve hat kirin.

Mamosta Hêlîn Bilen got: “ Em di destpêkê de 4’emîn konferansa mamostayên jin a xweser ku bi diruşmeya ‘Ji bo azadiyê tu jî rabe ser piyan’ li Rêber Apo, gêrilla, girtiyên zindanan û tevahî jinan pîroz dikin. Ev konferansa ku em niha pêk tînin di demek wisa deye ku pêvajo rolê xwe yê herî giring dileyîze. Ji bo ku em bibin bersiv ji bo pêvajoyê divê ku em hîn kar û xebatên xwe di qada perwerdê de xurt bikin. Ji ber ku perwerde kirin erkek giring yê meye. Ger ku em di perwerdê de xurtbûna xwe nedin çêkirin wê wisa xuya bike ku emê di her aliyê civakê lewaz bimînin.”

Bilen bi gotinek Rêbertî dawî li axaftina xwe anî û got: “ Wek Rêber Apo jî dibêje, ‘Ger ku em bi xwe bingehê civaka xwe bi perwerdê pêşnexin, wê li her alî û dinava civakê de erkê ku dikeve li ser milê me pêk neyê.’ Ji ber vê yekê divê em xwe bi xwe civaka xwe ya ku ev bi salane li ser fikir û felsefeya Rêbertî tê meşandin bi awayekî rêk û pêk bidin meşandin.”

Piştî axaftinê vekirinê perspektif ji aliyê mamosta Gulistan Tunç ve hat xwendin. Piştî perspektifan jî peyamên ku ji aliyê saziyên wargehê ve ji bo konferansê hatibûn şandin hatin xwendin. Piştî peyaman jî rapora du salan a xweser ji aliyê mamosta Bêrîvan Demir ve hat xwendin. Konferans wê piştî navbera nîvro dîsan bi awayekî aktîf berdewam bike. Wê konferans 2 rojan berdewam bike.

Back to top button