Arşîv

Li Şedadê Mala Jinê Hat Vekirin

Li ser daxwaza jinên herêma Şedadê Mala Jinê li herêmê bi şahiyekê hat vekirin.

Di şahiyê de Endamên Rêveberiya Kongreya Star ên Kantona Cizîrê, Hesekê, nûnerên YPG/YPJ′ê, Hêzên Asayîşê û bi dehan şêniyên herêmê, amade bûn.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Cizîrê Welîda Botî axivî, vekirina Mala Jinê li jinên herêmê pîroz kir û wiha got: ″Bi destpêkirina şoreşa Rojava re, jinê bi saya felsefeya Rêbertiyê li hember hovîtiya komên çete û koletiya sîstemên desthilatdar li ber xwe da û hebûna xwe îsbat kir.″

sedademalajin2

Piştre Endama Kongreyê ya bajarê Hesekê Firyal Remeddan û Endama Rêveberiya Mala Jinê ya herêma Şedadê Hîba Deham El-Esed axivîn, bal kişandin ser rola jinê di şoreşa Rojava de (taybet piştî pêşînyarkirina projeya Federaliyê).

Piştî axaftinan, Mala jinê ji aliyê dayîkên şehîdan ên herêmê ve hatin vekirin û şahî bi gerandina dîlanê bi dawî bû.

Back to top button