Arşîv
Mîhrecana Zarokan di roja 2‘yemîn de berdewam dike

5‘emîn Mîhrecana Zarokan bi dirûşma “Zarok simbilên jiyanê ne” li aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê hatiye birêxistinkirin, di roja 2‘yemîn de li ser dika şanoyê ya navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgeran a bajarokê Rimêlan didome.
Bi sedan zarok ji navçeyên Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo û Dêrikê beşdarî mîhrecanê bûn.
Koma Kevana Zêrîn a bajarê Qamişlo, Koma Şehîd Dilgeş û Şehîd Avesta ji navçeya Tirbespiyê û koma Dengbêjî ya Dêrikê stranên folklorî pêşkêş kirin.
Her wiha koma Zarokên Cezayê ya ji bajarokê Cezayê şanoyeke li ser rewşa perwerdeyê û govendên folklorî pêşkêş kirin. Koma Şehîd Warşîn jî ya Tirbespiyê goveng lidar xistin.
Çalakiya roja duyemîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.