Arşîv

Li dijî ambargoyê li Mexmûrê meş hat lidarxistin

MEXMÛR – Ev 49 roj in ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve dorpêçek mezin li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) heye. Şêniyên Mexmûrê ji bo şermezarkirina vê dorpêçê meşek girseyî li dar xistin. Di meşê de hate gotin “Bila dagirker û xayîn bizanin heya dawiyê em ê li ber xwe bidin û em tu caran jî teslîmbûnê qebûl nakin.”

Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrîşan û dorpêç li ser hat danîn. Ev 49 roj in dorpêç û ambargoya ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike. Ji bo şermezarkirina vê dorpêçê şêniyên Mexmûrê meşek girseyî li dar xistin.

Di meşê de poster û alên PKK, KCK, KJK, PAJK, YPG û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin rakirin. Meş ji ber deriyê Şaredariyê dest pê kir heya ber xala kontrolê ya wargehê berdewam kir. Li wê derê li ser navê gelê Mexmûrê daxuyaniyek hat dayîn, daxuyanî ji aliyê Endama Koordinasyona Meclîsa Îştar Xûrbet Îşlek ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin,“Mafê her zindiyekê heye li ser rûyê gerdûnê bi cûdabûn, reng, deng, ziman, çand , nîjadê xwe bijîn. Lewma mafê jiyana kesekê nabe ji aliyê kes yan hêzan ve bê jêsitandin. Bi salan çar welatên dagirker hespê xwe yê mitînger li ser xaka Kurdistanê dimeşîne. Ji hemû jêderên ser erd û binerd sûd digre û xaka me dagir dikin. Di salên 1990-94′ an de dewleta bi polîtîkayên parçekirin, belavkirin û rêvebirinê li hember gelê botanê daye meşandin. Bi hezaran Kurd bi darê zorê penaber kirin. Bi vê penaberiyê jî xwestin çand, ziman, xak û jiyana penaberan ji resentiya xwe dûr bixin û asimle bikin. Di sala 2019’an de bi taybet dewleta Tirk û PDK li dijî wargeha me êrîş û şerê taybet yê bişaftinê didin meşandin. Lê bila dagirker û xayîn bizanin heya dawiyê em ê liber xwe bidin û em tu caran jî teslîmbûnê qebûl nakin.”

Meş bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo, Bijî yekitiya gelê Kurd, Bijî berxwedan gelê Kurd û bijî berxwedan dayîkan” bi dawî bû.

Back to top button