Arşîv

Tevlêbûnek pir ji jinên Heleb û Şehbayê di hemleya Kongreya Star de

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava hemleyek bi dirûşmeya `Ax û rûmeta xwe biparêzin û dagirkerî û DAIŞ`ê tune bikin` ji bo şermezarkirina dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrjiyê ragihand. Li ser wê tevahiya jinên her sê herêman (Efrîn, Kobanê û Cizîrê ) banga kongreyê anîn cih û tev li hemleyê bûn.

Di çarçoveya hemleyê de daxuyaniyên cuda ji hêla jinên karmend ên saziyan hatin dayîn tev wê jî meş li tevahî bajaran û çalakiyên konvedanê, hatin lidarxistin.

Li bajarê Helebê Kongreya Star 31 civîn di dirêjahiya 14 rojan de li tevahiya komînên çalak ên beşên taxa Şêxmeqsûd rojava û rojhilat organize kirin.

Di civînan de geşedanên dawîn li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rola jinê di sekna li hember êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê û Şehbeyê û parastina destkeftiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatin nîqaşkirin.

Da ku nirxandina civînên li dar ketin bên kirin, ajansa ANHA’yê bi rêveberiya Koordînasyona Kongreya Star a bajarê Helebê Hêvîn Silêman re hevpeyvîn çêkir. Hêvîn bal kişand ser civînên li taxên Şêxmeqsûd li dar ketine û got: “Me nêrîn û pirsên şêniyan der barê rewşa siyasî ya herêmê girt û bersiv da û her wiha jî hin rexneyên wan der heqê tevahî aliyan de jî hebûn.”

Hêvîn Silêman anî ziman ku hemle rastî pêşwazîkirineke mezin ji hêla endamên tevahî saziyên civaka sivîl ve hat.

Li kantona Şehbayê li rex çalakiyên cihêreng ên di nava hemelyê de hene û li dar dikevin de, Kongreya Star ji jinan re der barê gefên Tirkiyê û kiryarên artêşa dagirker a Tirk ên bi mafên şêniyan, nexasim jinên Efrînê de, semîner li dar xistin.

Di vî warî de endama Kongreya Star a Herêma Efrînê ya li kantona Şehbayê Fatme Silêman wiha got: “Piştî ragihadina hemleyê li herêma Kobanê me meş ji bo şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker tevî çalakiyên din orgenîze kir.”

Fatme behsa çalakiyên pêşerojê jî kir û got: “Di çarçoveya hemleyê de dê civîn werin li darxistin û dewreyên perwerdeyê li tevahiya navçeyan ji bo xurtkirina rola jinê li hember êrîşên Tirkiyê werin vekirin.”

Di dawiyê de Fatme destnîşan kir ku hemleya ku ji mehekê ve destpê kiriye rastî razîbûneke berfireh ji hêla jinan û endamên saziyan ve hatiye û wiha pê de çû: “Em ê çalakiyên xwe heya qewirandina dewleta dagirker û çeteyan ji Efrînê berdewa bikin.”

Back to top button