Arşîv

Şandeya Jinan a Rojava çûn serdana goristanên Şengalê

Di çarçoveya 1’emîn Konferansa TAJÊ’ dê şandeya ku ji Rojavayê Kurdistanê hatin berê xwe dan goristanan û li vir mûmik vêxistin û gotin: “Em rêhevreyan bibîrtînin û dibêjin cara yekem em konferansê li ser vê axa pîroz li dar dixin û em hevî dikin ku konferansa xwe ya duyem jî li ser axa Efrînê li dar bixin.”

Ji bo 1’emîn Kongereya Tevgera Jinên Azad a Êzdîxanê (TAJÊ) şandeyekê ji Rojavayê Kurdistan, berê xwe dabûn Şengal’ê. Şande di serî de çûn serdana goristanan û gora Mam Zekî, Mahîr û rojnameger Nûjiyan Erhan û mûmik vexistin. Di serdana goristanê de li ser navê şandeyê endama Meclîsa TAJÊ Caziye Hiseyîn axivî û diyar kir ku hemû rêhevreyan bibîrtînin.

Caziyê, destnîşan kir ku ji Helep, Efrîn, Hesekê, Serêkanî, Qamişlo, Tirbesipiye jin ji bo 1’emîn Kongreya TAJÊ yê hatin û wiha axivî: “Pêşiya kongreyê me xwest em goristanên xwe ziyaret bikin û şehidên xwe bibîrbînin.”

Eyşe Sido Nûnera Yekîtiya Jinên Êzidiya Efrînê ye û di serdana xwe ya gorîstanê de wiha got: “Em şandeyek ji Rojavayê Kurdistan hatin wê derê ji bo tevlî 1’emîn Kongereya TAJÊ’yê bibin. Bejna xwe ber hemû şehîdên azadî ditewînin. Mam Zekî jî birtînin, sersaxî ji malbat û zarokên wera dixwezin. Di serîda Rêber APO û şehîdên azadiyê rêya me ronî dikin. Îro her aliye Kurdistanê jin kombûne, bûne yek.”

‘Her kes bû şahîdê fermanê’

Eyşe di axaftina xwe de bal kişand ser fermanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Cih û warê axa pîroz ya Êzîdiyan Şengalê. Dema dibêjin Şengal, hêsir ji çawên me tên, hem ji alî şabûnê hem jî êşa giran ya fermanê tê bîra me. Êşa jina Êzidî ku di dema fermanê 2014 de de em xwe re dikin hêz û quwet, em ê xwe hîn bi hêztir û quwetir bikin. Dema dibêjin ferman lê fermana Efrînê jî tê bîra me. Dijminê hovane êrîşê li ser axa me kir. Lê êş û zehmetiyen fermana Şengalê hîn zêdetir bû. Êşa mezin, jinên Şengalê, zarok û keçên Şengalê ditin, hemû kes bûn şahîdê fermanê.”

‘Em li ser axa pîroz konferansê li dar dixin’

Eyşeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: Jina Êzîdî li kuderê dibe bila bibe, xwedî rêxistina xwe derbikeve. Em ê xwe bi zanebûn û rêxistin bikin. Heke em xwe ser fikr û felsefeya Rêber APO, zane bikin em ê bikarin li dijî fermanan derkevin. Jinên Êzîdî dê bibin bersiva fikra Netewe Demokratîk. Wek îro Şengal hat rizgarkirin, em ê niha jî kongreya xwe ya yekem li ser axa xwe li dar bişin. Em hêvî dikin ku konferansa duyem em ê li ser axa Efrînê li dar bixin.”

Piştê serdana goristanan şande berê xwe da cihên pîroz.

Back to top button