Arşîv

‘Em ê azadiyê bi berxwedana gel mîsoger bikin’

ŞEHBA – Jinên Efrînê yên ku beşdarî meşa Meclîsa Malbatên Şehîdan a ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne, axivîn û gotin: “Em ê Efrîn û azadiya Serok Apo bi berxwedana gel mîsoger bikin.”

Bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan, bi sedan ji şêniyên Efrîn û Şehbayê bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibe”daketin qadan û êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Jinên ku beşdarî meşê bûne nêrînên xwe parve kirin.

‘Em ê Efrîn û azadiya Serok Apo bi berxwedanê mîsoger bikin’

Asiye Ebdo bêdengiya dewletên navneteweyî û êrîşên dewleta tirk şermezar kir û got: “Em bi meşekê rabûne ji bo dengê xwe bigihêjin cîhanê û bêdengiya dewletên navneteweyî şermezar dikin. Em jinên Efrînê berxwedana xwe didomînin heta dilopek xwîn di canê me de heye. Em ê rojane di nava çalakiyan de bin ji bo rizgarkirina welatê xwe û azadiya Serok Apo mîsoger bikin. Em ê azadiyê bi berxwedana gel mîsoger bikin.”

‘Em erd û welatê xwe ji dagirkeriyê re nahêlin’

Hêvîn Şêx Hesen êrîşên li ser Gelê Kurd şermezar kir û wiha got: “Dewleta tirk her tim Gelê Kurd hedef digire, li Efrînê êrîşên xwe yê hovane ser me de anî, lê dîsa berxwedana gel ji êrîşan mezintir bû. Em erd û welatê xwe ji dagirkeriyê re nahêlin. Em ê tim û tim ser fikir û ramana Serok Apo jiyana xwe bidomînin.”

‘Çalakî û berxwedan wê bidome heta em serkeftinê mîsoger dikin’

Jina bi navê Nazliyê Îbo got: “Em tu carî dev ji berxwedana xwe bernadin. Em axa xwe ji dijmin re nahêlin. Em ê xwedî li têkoşerên azadiyê û Efrîna xwe derkevin.”

‘Heta em bi ser bikevin dê çalakî bidome’

Ofê Ferîd Muhemed ser lidarxistina meşê axivî û wiha got: Em weke malbetên şehîdan êrîş û gefên dewleta tirk şermezar dikin. Em çalakiyên xwe ranawestînin heta em dighêjin serkeftinê.”

Back to top button