Arşîv

Encamnameya 1’emîn Kongreya Jinên Êzidî hat aşkerakirin

ŞENGAL – Meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê encamnameya 1’emîn Kongreya xwe aşkera kirin û gotin: “Dê rêxistinbûna jinê û dîplomasiyê xurd bikin. Her wiha Civaka Êzîdî bi pêşengiya jinê bibe civakek exlaq û polîtîk û xweseriya demokratîk a Şengalê mîsoger bibe, mezinkirina rêxistina TAJÊ li ser hîmê avakirina meclîsan û komînan were esas girtin.”

Di 10’ê îlona 2019’an de Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê (TAJÊ) 1’emîn kongera xwe li bajaroka Xanesor a Şengalê bi dirûşma ‘Jina Êzîdî Nasnameya Resên û Cewherî ya Jina Kurd e’ li dar xist. Bîryar hatibû stendin ku li hemberî hemû êrîşên faşîzane ya hişmendiya desthilatdar a zilam têkoşîna jinê bi pêngava ‘Tu jî ji bo guhertin û azadiyê rabe ser piyan’ were bilind kirin. Encamnameya 1’emîn Kongreya TAJÊ’ê hat aşkerakirin.

Di encamnameya 1’emîn Kongreya TAJÊ’yê de ev tişt hatin gotin;

“Di 1’emîn Kongreya TAJÊ de 350 delege ji Kantonên Rojava yê Cîzîrê, Efrînê û Kobanê, Ewropa, Başûrê Kurdistanê û Şengalê beşdar bûn. Jinên êzîdî kongreya diyarî Rêber Abdullah Ocalan kirin, silav û hezkirinê xwe pêşkêş kirin. Tecrîta girankirî ku kesayetê Rêber Abdullah Ocalan li dijî vîna bi rêxistinkirî ya jinên azad tê meşandin wek tecrîtek li dijî tevahî jinên Êzîdî hat dest girtin û bîryara xurtkirina têkoşînê li ser hîmê mezinkirina rêxistina xwe ya xweser hate dayîn.

Berxwedana jinan hat silavkirin

Di rojeva kongre de rewşa siyasî û bi taybetî êrîşên li hemberî jinê û Dayikên Laçikspî ku faşîzm hewl dide feraseta xwe yê qirker bi encam bike bi tundî hatin şermezar kirin. Rê û rêbazên berxwedanê bi berfirehî hatin gotubêj kirin. Di heman demê de berxwedaniya destanî ya jin û dayikên li Bakûr û Tirkiyeyê, li Maxmûr û Başûr, li Efrînê û Rojava û bi taybetî li Şengalê hatin silav kirin. Di kongre de gelek peyam hatin pêşkeş kirin. Di pêyaman de xurtkirina mîsyona TAJÊ, xebat û têkoşîna jinên Êzîdî ku wek hêviya ji tevahî jinên Rojhilata Navîn û Cîhanî hat pênase kirin, derketin pêş. Di kongre de di şexsê Mam Zekî tevahî cangoriyên 73 Fermanan û Azadiyê bi rêzdarî hatin bibîr anîn û soza xwedî li derketinê hat dayîn.

Li gel zor û zehmetiyan xebat hat meşandin

Kongre bi rojevek berfireh bal kişand ser rewşa jinên Êzîdî di warê civakî, rêxistinî, bîrdozî, siyasî û aborî de. Hate nirxandin ku di encama xebatên 5 salên piştî fermanê jina Êzîdî tevî zor û zehmetiyên mezin kedek û hewldanek bêhempa li ser esasê parastina cewherî, zanebûna cewherî û rêxistinbûyîn bu xwedî vîn. TAJÊ ya ku xwe li ser hîmê avakirina meclîsan û komînan, di heman demê de di hemû beşên jiyanê xwe bi rêxistin dike bû nasnameya jina Êzîdî. Bi mîsyona xwe ya pêşengtiyê bû hêza bawerî û bi armanca avakirina tifaqa navxweyî û navnetewî hemû jinên Êzîdî hembêz dike.

Dê rêxistinbûna xwe xurt bikin

TAJÊ di demên cûda de 2 konferansên xwe li dar xist û bi 1’emîn Kongreya xwe bîryarên girîng stendin. Di encama nirxandina rewşa rêxistinî û pirsgirêkên civakî ku di kesayeta jinê de hemû tundiyan tên ceribandin û ji aliyê hişmendiya desthilatdar a zilamê serdest rewa tê dîtin, bîryar hat stendin ku divê tu jina Êzîdî bê rêxistinî û bê parastin nemîne ji lewra jî li dijî pirjinî, temenê biçûk zewicandin, qelen, kuştin û xwekuştin hwd. wê têkoşîna jina Êzîdî were xurt kirin.

Dê dîplomasiya xwe xurtir bikin

Hat tespît kirin ku pirsgirêkên civakê li kîjan qadê dibe bila bibe wekhev in. Ji bo hêza çareseriyê xurtkir bê afirandin bîryara guhertin û veguhertinên radîqal di warê bîrdozî, civakî, rêxistinî û siyasî bi rêbazên wek semîner, konferansan, komxebatan, akademiyan hate dayîn. Her wekî din bîryarên girîng di derbarê dîplomasiya jinên êzîdî hatin stendin. Hate gotûbêj kirin ku divê jina Êzîdî di qada dîplomasiya navxweyî û navnetewî hemû polîtîkayên qirêj ku li ser hebûna wê tên meşandin deşîfre bike û li gorî vê bi hêza xwe yê cewherî li ser hîmê xwebûna xwe nûnertiya xwe bike.

Di darizandina çeteyan de dê hesabê bipirsin

Bi tenê bi jina Êzîdî ya rêxistinkirî dê xweseriya demokratîk a Şengalê mîsoger bibe. Di berdewama kongre de bal hat kişandin ku wê jina Êzîdî di bin sîwana TAJÊ’yê de ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan di çarçovêya pêkanîna dadgehek navnetewî de, xebatên xwe di warê hiqûqî û dîplomasiyê bimeşîne û li ser hîmê tolrakirina fermanê hesabê bixwaze.”

Bîryarên ku di kongreyê de di çarçovêya pêngava ‘Tu jî ji bo guhertin û azadiyê rabe ser piyan’ hatin stendin wiha ne:

“* Bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xebatên cûrbicûr yên akademî, rêxistinî, civakî, aborî, parastinê, siyasî werin berfireh kirin û ji bo şikandina tecrîtê têkoşîna radîqal were pêş xistin.

* Da ku civaka Ezîdî bi pêşengtiya jinê bibe civakek exlaq û polîtîk û xweseriya demokratîk a Şengalê mîsoger bibe, mezinkirina rêxistina TAJÊ li ser hîmê avakirina meclîsan û komînan were esas girtin.

* Ji bo rizgar kirina Şengalê ji her çar parçêyê Kurdistanê hevalên ku hatin, têkoşîn kirin û şehît ketin di şexsê heval Armanç Merdîn, Gulçîn Rojhilat û Evîn Dêrîk wek sembola bi rihê fedaîtî lî çanda koka xweyî kevnar xwedî derketin bê qebûl kirin.

* Li hember fermana ku li ser jin û civaka Êzîdî pêk hat di şexsê sê hevalan Bêrîvan, Arîn, Nazê, Lava wek sembola berxwedanvana jinên Êzîdî bên qebûl kirin.

* Li dijî tundiya jinê mîna pirrjinî, temenê biçûk zewicandin, qelen, kuştin, xwekuştin guhertina hişmendiya desthilatdariya zilam a serdest bi bilindkirina têkoşînê were ava kirin.

* Xebatên dîplomasiyê li ser hîmê avakirina eniya hevbeş a berxwedanê bi jinên rojhilata navîn û kêmnetewan mîna ereb, şîa, xiristiyan, asûrî, kakaî, zerdeştî, yarisan û hwd.werin xurt kirin

* Ji bo fermana 73’emîn fermî wek qirkirina jinê were qebûl kirin û 3’yê Tebaxê bibe roja navnetewî ya li dijî qirkirina jinan xebatên heyî di warê dîplomasiyê û hûqûqî de werin xurttir kirin.

* Doza ku li hemberî hikûmetan mîna yê Almanyayê ji ber bêdengiya li hemberî hemwelatiyên wan ên çeteyên DAIŞ’ê hatin vekirin xurttir werin şopandin û meşandin. Girêdayî vê da ku çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan di çarçovêya dadgehek navnetewî bên darizandin bi mîsyona pêşengtî xebatên wê xurttir bên meşandin û hesabên fermanan were pirsîn.

* Li dijî siyaseta penabertî xurtkirina xebatên vegera welat bi rihê sefeberiyê derbasî meriyetê bibe.Da ku jina Êzîdî xwe bigihîne nasnameya xwe ya aborîzana heqîqetê ji bo pêşxistina aboriya komînal xebatên mîna kooperatîfan hwd. werin pêş xistin.

* Ji bo rizgarkirina tevahî jinên û zarokên dîlgirtî, dîsa ji bo pêşaroja wan ya azad li axa pîroz mîsoger bibe Navendên tedawîkirina trawmayê bên ava kirin û xurttir kirin.

* Xebatên zanist û ronakbirî di derbarê jinên pêşeng mîna Zarîfe Ose, Dayê Zêro, Meyan Xatun, Sîtya Nîsra, Stîya Ez, Stîya Neqşa û her wekî din werin dest pê kirin û di beşên çand û hûner, ragihandin, civîn û perwerde bên rojev kirin. Berhemên wê wek pirtûk werin çap kirin.

* Li dijî polîtîkayên bişaftinê ku ji aliyê pergala modernîteya kapîtalîst li ser jinên ciwan ên Êzîdî bi taybetî li qadên Ewropa, li tevahî kampên penaberan mîna li Başûrê Kurdistanê tên meşandin pêngava avakirina rêxistina xweser a jinên ciwan ên Êzîdî were avêtin. Da ku jinên ciwan ên Êzîdî li ser hîmê nirxên xwe yên olî û çandî, bi nasnameya xwe ya jinê û ciwanî bibe xwedî vîna azad xebatên di aliyê siyasî, civakî, parastinê, perwerde, çand û hûner, werzîşî xebat bên xurttir kirin.”

Back to top button