Arşîv

Yekemîn akademiya Hêzên Xweparastinê-Jin hate vekirin

Ji bo jinên ku bi dildarî beşdarî Hêzên Xweparastinê bûne, yekemîn akademiya perwerdeya leşkerî û bîrdozî bi merasîmekê li navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo hate vekirin.

Şandeyek ji rêveberiya xweser ên herêmên Firat û Cizîrê, fermendarên Hêzên Xweparastinê, QSD, YPG, YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên saziyên civaka sivîl yên Amûde û Qamişlo, nûnerên hindek partiyên siyasî û malbetên şervanên tev li akademiyê bûne di merasîmê de amade bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanên Hêzên Xweparastinê- Jin destpê kir, piştre şervanan li pêşiya beşdar sond xwarin.

Endama Desteya Serokatiyê ya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê axivî û got: “Vekirina akademiyê di dîroka têkoşîna jinê de gavek pîroz e. Her wiha ev gav di dema ku em banga aştiyê dikin ruxmî gefên li dijî herêmê, gavek girîng e. Em bi rêya wê tekez dikin ku em aştîxwaz in lê em amade ne li hember her gefekî li dijî ax û gelê me bisekinin.”

Paşê hevseroka Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Emîne Umer axivî û vekirina akademiyê li tevhiya beşdaran pîroz kir û got: “Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyek nû di dirêjahiya dîroka têkoşîna xwe de bi dest xist. Rola jinê ya çalak di şoreşê de û heta niha bi rêya pêkanîna destkefiyên bêhempa îsbat kir. Ew hemû ji bo ku civakek azad, wekhev û tê de tevahiya endamên wê destkeftiyan diparêzin ava bike.”

Piştî wê hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Nezîra Gewriye jî ev tişt anî ziman: “Vekirina akademiyê encamên têkoşîna jinê ya domdar di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hat. Ev şoreş isbat kir ku jin ne parsiyek xwar e û di radeya duyemîn de ye. Lê belê ew cewhera giştî ye, dikare xwe, nijada xwe, doza xwe û gelê xwe biparêze.”

Piştî axaftinan gelek komên hunerî stran pêşkêş kirin. Di dawiyê merasîmê de beşdaran û şervanan xelekên govendê gerandin.

Bi vekirina akademiyê re, dewreya perwerdeyê ya yekemîn destpê kir. Dewre dê 6 mehan bidome.

Back to top button