Arşîv

Newroz Ehmed: Dê gelê me bi hêz û vîna xwe planên dewleta Tirk hilweşîne

Endama Fermandariya Giştî a QSD’ê Newroz Ehmed got “Em wek hêza leşkerî dê bi erk û berpirsyariya xwe bi temamî rabin da ku parastina şêniyan ji qirkirin û kuştin bikin û li rexê jî erka ku dikeve ser milê gel ew e ku li hember êrîşên dewleta Tirk ên muhtemel refa xwe bikin yek û rabin ser pêyan.”

ANHA’yê bi endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed re der barê gefên artêşa dewleta dagirker a Tirk ên êrîşkirina muhtemel a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hevpeyvînek pêk anî. Newroz Ehmed îşaret pê kir ku şerekî muhtemel tenê bandorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nake, lê belê dê berovajî vegere li tevahî herêma Rojhilata Navîn û ser û binî hev bike û dê bi xwe re şerekî nû pêk bîne.

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

Gelo dê hevsengiyên heyî bi êrîşa dewleta Tirk re hilweşin û çima?

Berjewendiyên dewleta Tirk di dewletên Ereb de hene. Mîna çawa li Iraqê pêk aniye, hewl dide li Sûriyê jî pêk bîne. Ji lew re şerê ku dê li dar bikeve, tenê bandorê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nake, lê belê dê bandorê li tevahî Rojhilata Navîn bike. Dê rewş ser û binî hev bibe û herêmê derbasî qonaxeke nû bike ku şerekî demdirêj li dar bixe. Çi êrîşeke dewleta Tirk pêk hat, dê bi hezaran şêniyan bikuje û ji bilî wê jî şêniyan pergende bike.

Ji lew re divê tevahî aliyên binakok ên li Sûriyê li hesabên xwe vegerin û ji nû ve hevsengiyên xwe dîzayn bikin. Ji ber ku rewş tenê ne girêdayî gelê Kurd e.

Kîjan vebijêrkên guncaw li pêş we hene?

Planên dewleta dagirker a Tirk ji tevahî cîhanê re aşkera ne. Lê belê der barê wê de tu bertekên biisrar ji hêla civaka navdewletî de derneketin. Erdogan jî enerjiya xwe ji wê bêdengiyê distîne. Ji aliyê dîplomasî ve me kedek da û ji kesên pê re têkilî danîne re, xetereyên van êrîşan û karesatên dê bi xwe re pêk bîne, aşkera kirin.

Li gel me jî amadekariyên xurt der barê êrîşa muhtemel de hene. Çawa ku di parastina gelê xwe de li ber xwe da, dê bi hemû hêza xwe dîsa parastina gel ji kuştin û qirkirinê pêk bînin.

Çi amadekariyên we der barê êrîşa dewleta Tirk a muhtemel de hene, bi taybet piştî vekişîna hêzên koalîsyonê ji nuqteyên li ser sînor?

Hebûna şervanên amade da ku canê xwe bidin û zivirandina gel li derdorê, vîneke xurt ava dike ku dê hemû rûdanan biguherîne. Em wek şervan dê li ber xwe bidin û tişta ku dikeve ser milê me, bi temamî pêk bînin. Em bawer in ku dê berxwedana ku pêk bê, bi xwe re encamên erênî raber bike.

Gelo tu niyetên we der heqê hevkariya bi rejîma Sûriyê ya parastina herêmê de hene û rejîm jê re amade ye?

Wek me berê bi bîr xistiye jî, em ji diyaloga bi rejîma Sûriyê re amade ne. Lê belê em nizanin çi qas ji diyalogê re amade ne. Ji ber ku ta niha rastiya van komployên li dijî Sûriyê fêm nekirine. Dê di hewldanên xwe de berdewam bin da ku li pêş diyalogan derî bê vekirin ku çareseriyeke hevpar ji aloziya Sûriyê bibînin.

Li gel we tecrubeya şerkirina bi DAIŞ’ê û dewleta dagirker a Tirk li Efrînê re heye. Bi nêrîna we dê vê carê şer çawa be û gelo tevlêbûna gel a berxwedanê dê bi xwe re encamên erênî li gorî we pêk bîne?

Dan û standinên me yên bi tevahî aliyan re berdewam in. Lê belê ya girîngtirîn, hêza gel û vîna wan e. Dê tevî gel hevkar bin da ku van êrîşan bişikînin û berê şer biguherin. Ji lew re ev şer dê ji yên dîtir cudatir be û amadekariyên wê jî li ser vî bingehî ne. Dê bi xwe re encamên girîng bîne. Em bawer in ku dê van planên ku bi armancên şikandina vîna gelê me hilweşînin.

Çi bergiriyên we li ser serweriya girtîgehên girtiyên DAIŞ’ê hene ku êrîşa dewleta Tirk a muhtemel pêk hat?

Ji vî alî ve, metirsiyên cidî hene. Me berê jî bi bîr xist û tevahî hêzên cîhanê hejmara mezin a girtiyan bi taybet li kampan dizanin. Heke êrîş pêk hat, ne pêkan e bi erkên xwe yên parastina wan rabin. Ji lew re aşkera dibêjin ku dewletên derve li hember van girtiyan berpirsyar in. Dê rewş li ser tevahî cîhanê xeternak be. DAIŞ jî vê yekê wek şans dibîne ku xwe ji nû ve vejîne. Ev jî nîşaneya vegerandina şerê ku 7 salan li ber xwe daye, bibe destpêk.

Nameya we ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re çi ye?

Em wek hêzeke leşkerî dê bi hemû hêza xwe bi erka xwe rabin. Lê erka ku dikeve ser milê gel ew e ku yekitiya ref û sekna li rex hêzên xwe, raperîn û sekna li hember êrîşan e. Em bawer in ku dê bi hev re van komplo û planan hilweşînin.

Bang li hêzên navdewletî dikin ku dem ne dema fikirandina li berjewendiyên takekesî yan jî şopandina rewşê ji dûr ve ye. Divê bi lezgînî destwerdanê bikin.

Back to top button