Arşîv

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber bargeha Koalîsyona Navdewletî çalakiya protestoyê li dar xistin

Bi dirûşmeya “Na ji bêdengiya navdewletî re na ji deweleta Tirk a dagirker re” bi hezaran şêniyên Bakurê Sûriyê li ber bargeha navdewletî ya li Xirab Eşk çalakiya konvadanê li darxistin heya ku êrîşa Tikriyê li ser Bakur û rojhilatê Sûriyê radiweste.

Îro bi sedan şêniyên Bakurê Sûriyê li ber bargeha Koalîsyona Navdewletî ya li Xirab Eşk li navçeya Celebiye ya girêdayî Kobanê kom bûn.

Destpêkê şênî li navenda bajarokê Xirab Eşk kom bûn û ber bi bargeha koalîsyonê ve li başûrê rojavayê navçeyê meşiyan.

Xwepêşendaran pankartên bi nivîsên “Na ji dagirkeriya osmanî ya nû re”, “Em ê şerê dagirkerê Tirk bikin heya ku faşîzim dişke”, “Na ji bêdengiya navdewletî re”, “Na ji dagirkeriya Tirk re”hildan û siloganên “Gelê Sûriyê yek e”, “Bijî berxwedana QSD`ê”berz kirin.

Di xwepêşendanê de gelek axaftin hatin kirin, jê axaftina Ehmed Xoca endamê Meclisa Giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk, Meclisa Sivîl a Minbicê Nezîfe Xilo, bi navê Rûspiyên Êl û Şêxên Bakurê Sûriyê Farûq El-Maşî û bi navê Rêveberiya Jin a Dêrazorê Şehrezad El-Casim.

Axaftvanan piştgirî û desteka xwe ji Hêzên Sûriye Demokratîk li eniyên şer teqez kirin.

Axaftvanan bêdengiya navdewletî li hember kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser bajarên Bakurê Sûriyê şermezar kirin.

Axaftvanan banga helwestek diyar ji bo rawestandina êrîşa Tirkiyê û çeteyên wê li ser bajarê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ewle kirin.

Back to top button