Arşîv

Platforma Defend Rojava ji bo çalakiyan bang kir

Platforma Defend Rojava li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava bang kir ku çarşemê li pêşiya Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê tevlî çalakiyê bibin.

Bi pêşengiya Platforma Parastina Rojava (Defend Rojava) wê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê çalakiyek bê kirin. Platformê der barê çalakiyê daxuyaniyek weşand û gotin: “Bi navê Platforma Parastina Rojava ji bo rawestandina şer û komkujiyên ku li dijî Kurd, Asûrî-Suryanî, Ereb, Ermenî, Elewî, Êzidî, Mİsilman û hemû gelên li Rojava tên kirin, di 16’ê Cotmehê de em ê li pêşiya Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê çalakiyekê bikin.”

Platformê di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Em ê kulîlkan deynin devera ku çeteyên DAÎŞ’ê komkujî lê kirin û piştre ber bi Parlamentê ve bimeşin. Ji bo rawestandina şer em ê hevdîtinan bikin û bang bikin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Em bang li Kurdistaniyan, nûnerên sazî û partiyên Tirkiyeyî, siyasetmedar, hunermend, rewşenbîr, akademîsyen, malbatên mexdûr û xaziyên Rojavayî hate kirin ku tevlî çalakiyê bibin.”

Back to top button